Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek bi bîrxist, ku di sala 2019ê de li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 3 hilbijartinên giring hene û got, ku eger partî û aliyên Kurdî bibin yek helwest dê bikarin di van hilbijartinan de roleke çarenivîssaz bilîzin.

Serokê PSKê Mesût Tek li Hewlêrê beşdarî panela Navenda Lêkolînên Rûdawê bû û behsa dîroka avakirina eniyeke hevpar a partiyên Kurdî kir.

“Di qada legal û ne legal de rêxistinên Kurdan hewla yekîtiyê dan”

Tek da zanîn, ku piştî kûdetaya 12ê Îlona 1980ê ya li Tirkiyê partî û aliyên Kurdî yên Bakûrê Kurdistanê hewl dane di bin banê eniyekê de bêne cem hev lê ev hewldan weke tê xwestin negihiştiye armanca xwe.

Mesût Tek got: “Di sala 1992yê de bi tevlîbûna PSK û PKKê jî di nava 12 partî û rêxistinan de hewldana avakirina enî û platformeke hevbeş çêbû. Heta salekî hewldan çêbûn lê encameke diyar derneket. Paşî heta Ocalan hate girtin jî platformeke sist a partiyên Kurdan hate avakirin û vê platformê 8 salan berdewam kir.”

Serokê PSKê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku di warê xebata legal jî de Kurdan hewl dane di bin banekê de partiyeke fermî damezrînin û behsa ezmûna Partiya Keda Gel (HEP) û Partiya Demokrasiyê (DEP) kir.

“Hilbijartinên herêmî pir giring in”

Di dirêjahiya axaftina xwe de Mesût Tek da xuyakirin, ku di sala 2019ê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 3 hilbijartinên giring hene û wiha axivî:

“Li gorî hinek aliyan li Tirkiyê li gorî sîstema nû hilbijartinên serokatiyê ji hilbijartinên parlamentoyê girintir e. Lê em 6 partiyên ku bi hev re kar dikin hilbijartinên herêmî giringtir dibînin.

Hilbijartinên herêmî ji du aliyan ve giring e. Ya yekemîn; zulm li Kurdan hatiye kirin. Di hilbijartinan de 100 şaredariyên Kurdan hatine hilbijartin lê hikûmeta Ak Partiyê ew ji kar avêtin û qeyum danî ser wan. Qada şaredariyan û xwecihî jî bûne qadên dewletê. Li gorî yasayan li Tirkiyê şaredarî xwedî otonomî ne lê dewleta Tirkiyê otonomiya Kurdan qebûl nake. Lewma îradeya Kurdan hatiye binpêkirin.

Ji ber vê jî pir giring e ev şaredarî dîsa bikevin destê Kurdan. Ev helwesteke neteweyî ye û em giringiyê didin helwesta partiyên Kurdî di hilbijartinên herêmî de.”

Hevpeymanî ji bo 2019 giring e

Mesût Tek da xuyakirin, ku ji bo Kurd bigihin mafên xwe yên rewa hevpeymaniya di navbera partiyên Kurdan de giring e lê ya herî giring jî bi berdewamîbûna vê hevpeymaniyê ye.

Tek bi bîrxist ku 4 partiyên Kurdî ev sal in ji bo hevpeymaniyê kar dikin û wiha pêda çû:

“Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurdistanê ya Bakûr û Tevgera Azadî ev demeke dûr û dirêj e li hev kirine û bi hev re kar û xebatan dikin.

Di îtîfaqa me ya hilbijartinan de 6 partî cîh digrin. Bi tevê van 4 partiyan HAKPARû PDK-T jî di nav de ne. Ji bo hevpeymaniya her sê hilbijartinan em li ser bernameyeke neteweyî û demokratîk rêkeftine. Herwiha ji bo diyarkirina mekanîzmaya xebatê jî me protokol amade kiriye. Lê me ev yek hê jî ji raya giştî re ranegihandiye. Divê meclîsên partiyan li ser bernameyê biaxivin û biryarê bidin.

Bernameye me li ser neteweyî demokratîk hatiye avakirin. Derbarê şêweya beşdarbûna hilbijartinan de jî me biryara dawîn nedaye. Li gorî şert û mercan emê bi guncawtirîn şêweyan emê beşdarî hilbijartinan bibin. Dibe bi namzedên serbixwe jî be, dibe bi navê partiyekê be yan jî boykot be.”

Peywendiyên li gel HDPê

Mesût Tek da zanîn, ku hevpeymaniya wan hê jî biryar nedaye ka dê peywendiyên wan ên li gel Partiya Demokratîk a Gelan HDPê çawa be û got: “HDP li Kurdistana Bakur hêzeke mezin e. Xwedî parlamenter, sazî û dezgehan e. Lê hê jî hinek partî û rêxistinên ku em bi wan re kar dikin ne amade ne li gel HDPê kar bikin. Weke PSK nêrîna me jî ew e ku divê Bloka Kurdistanî ne tenê bi HDPê re bi hemû partî û aliyên Kurdistanê re gotûbêj bike û bipirse ka dikarin bi hev re beşdarî hilbijartinan bibin.”

Tek diyar kir: “Çawa ku em nikarin ji Hewlêrê ve Bexdayê biguherin, ji Mahabadê re Tehranê biguherin û ji Qamişlo Şamê biguherin em nikarin ji Amedê re Enqerê biguherin. Lê belê eger tevger û hêzên Kurdan yekdeng bin, dikarin bibin şîrîk û hevparên bihêz. Em dikarin bi wan welatên ku em bi wan re dijîn rêveberiyeke hevpar avabikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Tek balkişande ser giringiya hilbijartinên serokatiya Tirkiyê û diyar kir, “Bi nêrîna min dê gera yekemîn de ti namzetek ser nekeve. Lewma di gera duyemîn de rola giring dikeve ser milê Kurdan.  Lewma eger em dengê xwe bikin yek em ê bikarin çarenivîsa van hilbijartinan biguherin. Rêjeya dengên Kurdan % 17 heta 20 e, eger bibin yek dikarin daxwazên xwe yên demokratîk bi aliyan bidin qebûlkirin.”

Tek baş dît ku Kurd ji nihave rengê dengên xwe eşkere nekin û herwiha destnîşan kir ku ya giring ew e ku Kurd destpêkê nav mala xwe sererast bike.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1604201813

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...