Êrîş bo ser hebûn û nirx û deskevtiyên netewî yên gelê Kurd gihîştiye astekê dinê. Îro daxistina partiyan, ku navê wan da “Kurdistan” heye, tê xwastinê.
Beşek ji êrîşa hanê ev e, ku di Dadigeha Desturê ya Tirkiyeyê da bona daxistina partiyên me, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) doz hatiye tomar kirinê. Her usa derheqa Partiya Komunista Kurdistan (KKP) û Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê jî doz hatiye tomar kirinê û daxistina herdu partiyan tê xwastin.
Navên me, ku têda Kurdistan heye û pêşniyarên me yên bona çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê, di bernameyên me de hene, wekî sebebên daxistinê têne nişandan.
Tomar kirina dewayên hanê, berê her tiştê darbeyeke li azadiya bir û baweriyê û birêxistin kirinê hatiye xistin û her usa nişan dide, ku Tirkiyê di warê demokrasi û pirsa Kurd da gihiştiye çi qonaxekê.
Bê guman Li Tirkiyê eva êrîşa yêkan nîne.
Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve hebûna gelê Kurd û welatê wî înkar kir. Bersiva hemû daxwazên netewî û demokratik û meşru da ber tank û topan. Pişaftina gelê Kurd nefî kirina Kurdan û wêran kirina gundên Kurdan, komkuji û jenosid bûne bingeha siyaseta dewleta tirk di warê pirsa Kurd û Kurdistanê da.
Di nîvsedeyê derbasbûyi da, li Tirkiyê 30 parti hatine daxistin, ku bir û baweriya wan ligel siyaseta dewletê nedigunca.
Di salên 90î da gelek parti ji ber pêşniyarên xwe yên li ser pirsa Kurd hatine daxistin û bi vi awayî Tirkiye bûye goristana partiyan. Ger daxistina partiyan bibûya derman, diviya bû Tirkiyê îro bibûya welatêk bê derd û kêşe u pirsgirêk.
Em cext li ser vê xalê dikin, ku Kurd û Kurdistanê me nexulqandiye. Netewê Kurd yek ji qedimtirin neteweyê Rojhilata Navîn e û Kurdistan jî navê welatê wî, ci û warê wî ye.
Yên ku me kiriye ev e, ku me rastiyên Kurd û Kurdistanê bi navên xwe anî ziman û bona çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê pêşniyarên demokratik û aşitîxwaz pêşkeş kir. Guman têda nine, ku çareser kirina pirsa Kurd bi şiklê adil û li ser bingeha wekheviya du miletan, li Tirkiyê û heremê rê li ber demokrasi û aşitî û aramiyê xweş dike.
Her usa partiyên me bona ci be ci kirina armancên xwe rêka demokratik, meşru û aşitiyê dane ber xwe. Li ser çareser kirina pirsan bi şiklê aşitî rijd bûne û her tim ji rêka tund û tujiyê dur bûne.
Ders û pendan nişan didin, ku têda, zilm, tundî, qedexe kirin û daxistina partiyan çu caran pirsên Tirkiyê çareser nekirine û ji iro pêva ji nake.
Rêya Çareseriyê bi berfirehtir û bi hêztir kirina demokrasiyê, li Tirkiyê ci be ci kirina xalên huquqên navneteweyî, bi amade kirina desturekê pirneteweyi, piroli ve geştir û xweştir dibe. Her usa hebûn û mafên netewiyên Kurdan yên li ser bingehê wekheviyê bê pejirandin, ku eger bi vî awayî be hewce nake, ku partî bêne daxistinê.
Herweha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne destûreke demokratîk e.
Li aliki dinê va, di zirufa îro da ji daxistina partiyan bê qanunî û huquqî ye. Ji ber ku guhartina xala 90î a Destura Tirkiyê di sala 2004’an da û gelek biryarên dinê yên Dadigeha Desturê Tirkiyê rê nadin, ku partiyên me bêne daxistinê.
Ji bona van sedeman dozên ku derheqa daxistina partiyên me da hatine tomar kirinê, ne huquqî ye, siyasî ye.
Partiyên me li ser bingeha mafê diyar kirina çarenusiya miletê Kurd, çareseriya federaliyê li ser esase wekheviyê pêşniyar kirine. Pêşniyarên me yên çareseriyê derbareyê pirsa Kurd û Kurdistanê da meşru ne û ligel xalên huquqa navnetewî diguncin. Bona vê yêkê hewla daxistina partiyên me û partiyên dinê derbek e li demokrasi û maf û azadiyên navnetewî hatiye xistin. Berhema hewla hanê tenê aloztir kirina pirsa Kurd e, kûrtir kirina tundutijiyê ye.
Divê em rênedin vê yêkê.
Bona vê yêkê em banga hemu hêz û saziyen demokrat, aşitîxwaz, azadîxwaz dikin, di vî warî da hestyar bin, li diji hewla daxistina partiyan derkevin û piştgiriya me bikin.
Em dibêjin, ku bila bi daxistina partiyên me ve tavanekî huquqiya dinê neyê çêkirinê. Bona vê yêkê em hem li navxweyî û hem ji derweyê welat dest bi kampanyayeki berfireh dikin. Em dixwazin serdana partiyên siyasî, baroyên parêzeran, rexistinên sivil û sendika û odayên pişeyî, ronakbîr û kesayetiyên bi vicdan bikin, alikariya wan bixwazin û bi wan ra sengerê piştgirî û parastinê ava bikin.
18.05.2019
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK)

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...