Fethullah Ozmen - Sputnik Kurdistan

Siyasetmedarê kurd Bayram Bozyel, derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de ragihand ku, ev bûyer Kurdistanê dixin xetereyê û rewşa heyî hîn bêtir xerab dikin. Bozyel da zanîn ku tiştên negatîf li Herêma Kurdistanê diqewimin, tesîreke negatîf li perçeyên din ên Kurdistanê jî dikin û divê kurd tifaq û hêviyên xwe wenda nekin.
 
Siyasetmedarê kurd Bayram Bozyel derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de ji Spûtnîk Kurdistanê re diyar kir ku li Herêma Kurdistanê, piştî referandûmê rewş ber bi xerabûnê ve diçe û weha berdewam kir: "Di ser de jî ev çalakî ev bûyer diqewimin ku rewşê hîn xerabtir dikin. Û dahatuyê Herêma Kurdistanê dixe bin gefan, dixe xetereyê. Helbet paşvekişandina ji hikûmetê ya Goranê û Komeleyê berdewamiya vê pêvajoyê ye û her ku diçe alozî kurtir dibe. Yanî divê di demeke nêzîk de, partiyên siyasî, aliyên siyasî zû werin ba hev û divê derbarê van çalakiyên ku diqewimin, xwepêşandanên karker û memûran û hem jî hemû rewşa aborî û siyasî de tifaqê çêkin, li hev werin. Ji bo ku siyaseteke muşterek bikaribin biafirînin. Ji ber ku mesele ne tenê ya partiyan e, meseleya Kurdistanê ye, em bêjin meseleya dahatuya Kurdistanê ye. Û ji xwe Kurdistan hatiye dorpêçkirin ji aliyê Îranê, Bexdayê û Heşda Şeîbî ve. Di demeke wisa de divê aktorên siyasî hem jî yeko yeko serokên partiyan bi berpirsiyarî tevbigerin. Da ku bikaribin, helwestekê, siyaseteke neteweyî biafirînin.

‘EV TENÊ NE MESELEYA MEAŞ E'
Bozyel destnîşan kir ku ew bawer nake ku ev mesele ji ber nedayina meaş pêk tê, lewra meseleya meaş ne meseleya îroye û axaftina xwe weha berdewam kir: "Ev bû çend sale, ji hatina DAIŞê heta îro, ji 2014an heta îro ev pirsgirêk di rojeva Kurdistanê de ye. Bexda jî bi zanebûn ji bo ku Herêma Kurdistanê texe nava tengasiyê, wekî tê zanîn heqê kurdan yê budçeyê naşînê. Bi vî awayî dixwaze bibe sedemê bê hizûriyê, bibê sebebê nîqaşan û bûyerên nebaş. Yanî ji aliyekî mafê van kesên xwepêşandar heye helbet, em bêjin meaşê xwe bixwaz in, mafê xwe bixwaz in. Lê bikaranîna şîdetê, bi tevahî xizmeta dewletê dagirker dike. Xizmeta xwepêşandaran nake. Yanî em bêjin daxwaza mafan bi vî hawî nabe.

‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BI AQLÊ SELÎM TEVBIGER IN'
Bozyel da zanîn ku divê hemû alî bi aqlê selîm tevbigerin û aaxaftina xwe bi vî awahî berdewam kir: " Daxwaza mafan bi rêyê demokratîk, bi rêyên aştiyane û diyalogê dibe. Mixabin niha ev şîdeta ku weha derketiye holê û mirin û kuştinê ku qewimîne mixabin kêfa dijminê kurdan tînin. Ew dixwazin bi vî awayî, bi kevirekî re du çiwîkan bikujin. Hem xelkê derxînin kolanan, hem jî Herêma Kurdistanê, parlamentoya Kurdistanê bixin tengasiyê. Ji bo wê yekê divê hemû alî hemû teref bi aqlê selîm tevbigerin, bi hesteyarî tevnegerin û mijarê cidî bigrin. Li gor rewşa îro li gor xetereyan, li gor van dorpêçan, helwesteke muşterek, helwesteke milî nîşan bidin."

‘QEDERA ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ BI HEV VE GIRÊDAYI YE'
Bozyel diyar kir ku: "Li her çar perçeyên Kurdistanê, qedera kurdan, dahatuya wan, meslehetên wan bi hev ve girêdayîne. Ji ber vê yekê her pirsgirêka Herêma Kurdistanê her em bêjin ku ber bi nebaşiyê ve here, statuya perçeyên din jî bandor dike û tesîreke negatîf li ya kurdên perçeyên din jî dike. Heta îro Herêma Kurdistanê cihê hêviyê bû em dizanin ku wisa bû û em hêvî dikin ku ji îro pê ve jî wisa be. Destkeftiyên Herêma Kurdistanê ji bo her 3 perçeyên din jî cihê hêviyê bûn, di vê baweriyê de bûn. Lê piştî referandûmê û piştî dagirkirina Kerkûkê û piştî ku kurd lawaz ketin û hinek mewzî wenda kirin, tesîreke negatif, ji aliyê moral û ji aliyê manewî ve li ser perçeyên din jî kir. Lê em bawer û hêvî dikin ku wisa nemeşe û divê nemeşe û nameşe jî.

‘DIVÊ KURD HÊVIYA XWE WENDA NEKIN'
Siyasetmedarê xwedan tecrûbe Bozyel aşkere kir ku: "Divê kurd hêviya xwe wenda nekin. Kurd tifaqa xwe wenda nekin. Ji ber ku dewletên dagirker jixwe dixwazin ku kurd, hêza xwe enerjiya xwe di nava xwe de biqedînin. Lazime ku kurd rabin ser piyan û aqilane tevbigerin û van lîstikên dewletên dagirker vala derxînin. Ji bo wê jî divê her çar perçeyên Kurdistanê di nav diyalogê û hevkariyê de bin ku bikaribin boçûnên xwe bi hev re parvebikin û bikaribin aqlekî muşterek peyda bikin."
 
 
primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...