Partiyên Kurdistanî ku ji PSK, PAK, Hareketa Azadî, PDK-Bakur û OSPê pêk tên ji bo hilbijartinê çi difikirin, wê di nava tifaqan de cih bigrin an na? Hevpeyvîna me bi Partiyên Kurdistanî re didome.

Piştî PAKê, îro jî me bi Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek re axivî. Tek di bersivdayîna pirsên Spûtnîk Kurdistanê de nirxandinên girîng kirin. Fermo em guh bidin Tek bê çi dibêje.

Spûtnîk — Ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ra hê demek dirêj maye, lê ji niha de tifaq têne avakirin û ji bo tifaqên nû jî hevdîtin çêdibin. Bernameya we ji bo hilbijartin çi ye?

Mesut Tek — Bernameya me ji bona hilbijartinan, ku di sala 2019an de dê were encamdan yekperçeyek nîne. Li gor her hilbijartinê siyaset û helwesta me ji hev cuda ye.

Em girîngiyeke mezin didin hilbijartina herêmî, ango şaredariyê. Ji ber ku kurdistanî bi tenê nikarin Tirkiyeyê birêve bibin û nikarin kesekî kurdistanî wekî serokomar hilbijerin, lê belê kurdistanî di proseya rêvebirina Tirkiyeyê de dikarin bibine şirîk û hevpar.

Li gor bîr û baweriya me kurdistanî dikarin li welatê xwe de bibine desthilatdar û divê bibin jî. Ji bona vê yêkê hilbijartina herêmî derfetekê baş e di vî warî de dide û divê rêxistin û partiyên kurdistanî li ser bernameyeka netewî, demokratîk û guncav yêkitiya xwe pêk bînin û bi hevra beşdarî hilbijartina herêmî bibin.

Di proseya hilbijartina meclîs û serokomariyê de jî divê kurd yekhalwest û yekdeng bin û di bereya aştî, demokrasî û dadê de cî bigrin, daku bikare hinek daxwazên xwe yên netewî û demokratîk bixe destê xwe.

PSK di nava grûba Partiyên Kurdistanî da cîh digre û li gor agahiyan grûb dixwaze bereyeke hilbijartin a Kurdî ava bike. Ji bo avakirina Bereya Kurdî danustandinên we hene, eger hebin ev çi astê da ne?

Heyamek berê em PAK, Hareketa Azadî, PDK-Bakur û OSP (5 qolî) biryar dan, ku bi helwesta yekgirtî beşdarê hilbijartinê bibin û ji bo avakirina hevkariya hin firehtir partiyên din yên kurdan ve danustandinê bikin.

Çend roj berê bi destpêşxeriya hinek welatparêz û ronakbîrê kurd partiyên 5 qolî û HAK-PAR û PDK-T hatin ba hev û li ser babeta hanê giftugo kirin. Bîr û bawerî û daxwazên xwe darbareyê hilbijartin û pêkanina hevkariyê pêşkeşê hevûdu kirin.

Danûstandin berdewam in û hê negihiştiye encamekê. Giftugo di nava partî û rêxistinên han li ser bername û şeklê beşdarbûn di hilbijartinê de heye. Hevalên PAKê pêşniyarên xwe pêşkêşê birûrayê giştî jî kirin. Me jî pêşniyarên xwe derbareyê bername û şeklê beşdarbûnê pêşkeşê aliyan kir.

Li gor bir û baweriya me ji ber ku tû partî ji partiyên han nikarin wekî partiyek beşdarê hilbijartinan bin, di zirufa heyî de baştirin û guncavtirin şeklê beşdarbûn bi rêka berandama serbixwe ye.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan çend roj berê di hevpeyvîneke xwe da got "em ê serdana Partiyên Kurdistanî bikin". Hûn ji bo pêşniyara HDPê çi difikirin, wê şert û mercên we hebin gelo, eger hebin ev çi ne?

Berî her tiştê divê bê gotin ku hê HDP serdana partiyan nekiriye, bi gotineke din gotina Xatu Buldan neketiye meriyetê.

Bêguman yekhalwestî û yekdengî û hevkariya kurdistaniyan di proseya hilbijartinan da gelek girîng e. Min halwesta partiya xwe derbareyê hilbijartinan da li jorê got.

Ji ber ku HDP xwe wekî "Partiya Kurdistanî" pênase nake, gelek dijwar e ku di proseya hilbijartina herêmî de bigihîjin encamekê. Lê belê di proseya hilbijartinên meclîs û serokatiyê da em dikarin gotin û helwesta xwe bikin yek.

Hûn tifaqa AKP-MHPê ya hilbijartinê çawa dinirxînin. Halwesta Kurdan li hemberê tifaqê dê çi be? Gelo AKP dê bikaribe dengên ku berê ji Kurdan wergirtibûn dîsa wergirê, çima?

Tifaqa AKP-MHP ne li ser xêrê ye, bi taybetî tû xêra demokrasî, aştî, azadî û kurdan têde nîne. Ji ber ku li ser parastina siyaseta dewletê ya zordar hatiye ava kirin. Yek ji armanca vê tifaqê pêşi lêgirtina xebata demokrasî û azadî û aştiyê ye. Ji bona vê yêkê divê hemu kurd dijî vê tifaqê derkevin.

Li gor bîr û baweriya min AKP nikare qasê berê rayê kurdan werbigre. Ji ber ku AKP derheqê pirsa kurdan de tiştên baş digot û dikir, kurdan ji piştgiriya wê dikir û dengê xwe dida. Lê belê AKPyî îro siyaseta dewleta unîter bi rêva dibe, ber bî diktatoriyeta taqekesî diçe. Maf û azadiyên demokratîk binpê dike, dixwaze pirsa kurd bi siyaseta tundûtijî çareser bike. Ji bona vê yêkê jî çi sedem nîne ku kurd wek berê dengê xwe bide AKPê.

Ji bona hilbijartina serokkomariyê AKP û MHP tifaqeke bi navê "Cumhur" ava kir. Lî beramberî vê partiyên mayîn (IYI Partî, CHP.) dixwazin tifaqekê bi navê demokrasî ava bikin. Ji hêla prensîbî ve hûn kîjan tifaqê zêdetir nêzikî xwe dibînin? PSK wê di tifaqan de cî bîgre an na?

PSK di kijan tifaqê da wê cî bigre û piştgiriyê li bike? hêşta zu ye, ku meriv tiştek bêje. Lê belê PSK ne tenê xwe nêzikê "tifaqe Cumhur"ê nabine, her wiha li hemberî wê dê kar û xebatê bike. Ji ber ku herwekî min li jorê jî got, tifaqa han ji bo parastina dewletê zordar e û çi xêra kurdan têde tineye.

Ciyê PSK di bereyê demokrasiyê de ye û eger bereyekê bi rastî demokrat û aştîxwaz û azadîxwaz were avakirin bêguman em ligel partiyên dinê yên Kurdistanî piştigiriyê bikin…

Lê belê, tifaqa demokrasiyê, ku te behsa wê dikî, hêşta ne hatiye ava kirinê. Ligel vê yêkê partiyên, ku we behsa wan dikin, di warê dewleta unîterê de, di warê mafên bingehîn ya gelê Kurdistanê de ti ferq û cudatiyê wan ligel Tifaqa Cumhur de nîne, herwekî halwesta wan derheqa êrîşa dewlet bo ser Efrînê jî nişan da…

Li gor hinek îdîayên, di armanca li darxistina operasyona leşkerî ya li hemberî Efrinê de hinek hisabê navxweyî yên wek hilbijartinê jî heye, İhtimal heye, ku hîkumeta AKPê ji bona hilbijartinan operasyona leşkerî dabe despêkirin, gelo hûn çawa dinirxînin?

Wek hemû hikûmetên diktator û zordar, hikumeta AKP jî gava di siyaseta naxweyî da tengav dibe û nikare pirsgirêkên siyasî, civakî û aboriyê çareser bike, hingê dixwaze bala gel bikşine derwayê welat û ji bo vê yêkê pirsgirêkê derweyî çêdike. Lewma hikûmata AKP ji bona berjewendiya xwe sûd ji êrişa Efrinê werdigre û bala gel dikşinê cihê dinê.

Lê belê li gor baweriya min sedema bingehîn û serekî ya êrîşa Efrinê, siyaseta dewleta tirk e di derbareyê pirsa kurd. Dewlet her wiha naxwaze gelê kurd di beşên dinê Kurdistanê de bibe xudanê statuya netewî û dijminantiya wê dike û ger derfet bibine êrîşê ser wê dike.

https://krd.sputniknews.com/tirkiye/201803077640723-PSK-Partiyen-Kurdistani-/

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...