Merheba,

Em bi hejmareke nû, tije û bi naveroke dewlemend bi we ra ne.

Pirsa Kurd û Kurdistanê carek din bi hemî giranî û germahiya xwe di rojevê da ye.

Bi destpêka êrişa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ve pirsa Kurd carek din bûye mijara sereke ya nîqaşê.

Tirkiye demeke dirêj e ku haziriya operasyona li ser Efînê dikirin. Di her firsendî de hebûna PKKê/YPGê jibo vê armanca xwe nişan didan. Lê herkes dizanê ku behsa PKK/YPGê tenê bahane ye ji bo vê êrîşê. Armanca Tirkiyê ya rasteqîn pêşî li Kurdan girtine. Tirkiye naxwaze Kurd li Siruyê bigihîn mafên xwe yên neteweyî û Kurdistana Rojava bibe xwediyê statuyeke federe. Bi gotineke din tiştê ku 16ê Cotmeha 2017an li Kerkukê qewimî, anha jî li Efrînê diqewime. 16ê Cotmehê da li ser pêkanîna tefaqa dijê Kurd ji aliyê Tirkiyê, İran û Irakê û bi destur dayîna Emerikayê ve, Kerkuk ji destê Kurdan derket. Niha jî bi çavgirtina Rusyayê û di pêşengiya Tirkiyê da tefaqeke din dixwaze Efrînê ji destê Kurdan derxe.

Di vê hejmara Kovara Dengê da hema hemî nivîskarên me li ser êrişa li ser Efrînê hûrbûn û bi wê ve girêdayî derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de fikr û raya xwe eşkere kirin.

Nivîskarê me Birêz Mesud Tek, di gotara xwe da bi giştî li ser pirsa Kurd disekine û rewşa her parçeyekê Kurdistanê bi çend aliyan ve derdixe ber çavan.

Siyasetmedareke Kurdê Rojava Elî Şemdîn jî di nivîsa xwe da bi taybetî li ser rewşa Suriyê hûr dibe û derbarê bûyerên dawî yên li Suriyê û bandora wan a li ser paşeroja vê welatî nêrîna xwe diyar dike.

Nivîskararên me Hasan Tuzcu û Haydar Cihaner jî her yek ji aliyêk ve pirsa Kurd analiz dikin. Birêz Tuzcu zêdetir li ser êrîşa Tirkiyê ya li ser Efînê disekine û bi wê ve girêdayî rewşa Tirkiyê ya navxweyî û bilindbûna şovenizma ya hûndir dinirxîne. Birêz Cihaner jî bi taybetî li ser wezna hêzên heremî û navdewletî disekine û rola her yek ji wan bi şiweya satrancê terîf dike.

Birêz Neval Çelik di gotara xwe da bi taybetî rewşa Herêma Kurdistanê şirove dike. Paşeroja Kurdistanê di çarçoveya guhartinên navdewletî de derdixe ber çavan.

Birêz Ekrem Onen jî firsend da me ku em pê ra hevpeyvînek çêkin. Di vê roportajê da Birêz Onen bi hûrgilî bersiva gelek pirsên me da.

Umit Tektaş jî herweha pêvajoya siyaseta navdewletî û rewşa Kurdan û Rojhelata Navîn ji bo me nirixand.

Wekî din nivîskarên me Mehmet Bayrak li ser rewşa Ermeniyan û pêwendiyên wan ê bi Kurdan re, Bayram Bozyel jî bi kurtî li ser fahma modelên demokrasiyê yên cûdareng gotarek nivisîn.

Di vê hejmarê du nivîsên ku ji hejmarên berê dewam dikin hene: Yek jê ya Nasır Kemaloglu ye ku li ser gramera zimanê Kurdi/Kurmanci ye. Ya din jî ya Mutlu Can e ku bi dimilkî hatiye nivisîn. Birêz Can di xebata xwe da li ser gotarên dimilkî yê di weşanên PSKê da nivîsek nivisîye…

Em hêvî dikin ku dema bixwînin hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...