Em bi hejmareke Dengê ya nû bi we ra ne.
Îro mijara siyasetê ya sereke hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an e. Anha îqtîdar, opozîsyon û aliyê Kurd jî tê da, hemî teref amadekariya hilbijartinên herêmî dikin. Mijareke din yê girîng jî pirsa Suriyê û pêvajoya çareseriya sîyasî ya vê welatî ye. Mijareke din ku qasî pirsa Suriyê di rojevê da ye ambargoya ku Emerikayê li ser İranê sepandiye.
Nivîskarê me Mesud Tek di gotara xwe ya vê hejmarê da li ser desthilatdarîya Erdoğan disekine, encamên siyaseta vê desthilatdariyê derdixe holê.
Yek ji nivîskararên me Çetîn Çeko jî di gotara xwe da mijara Suriyê bi hûrgilî dinirxîne û hewldanên bo çareseriya pirsa Suriyê bi rîya dîyalox û sîyasî ve şirove dike.
Nivîskar Mazhar Kara di gotara xwe da behsa tevgera Îslamî ya Tirkiyê dike û rûyê wî yê dijê demokrasîyê derdixe ber çavan. Umît Tektaş jî di gotara xwe da qrîza aborîya li Tirkiyê ya ku piştê xirabbûna pêwendiyên di navbera Emerika û Trkiyê destpêkirîye analîz dike.
Di vê hejmarê da herweha maqaleyeke Mahmût Bozarslan cî girtiye. Bozarslan di gotara xwe da li ser ceribandinên çareseriyê yên li hîn deverên dinyayê disekine. Birêz Saîd Veroj jî nivîsa xwe da mijara Kerkukê carek dîn tînê rojevê û balê dikşîne li ser girîngîya vê bajarî di syaseta Kurd û Ereban da.
Nivîskar Mehmet Bayrak di gotara xwe da siyaseta Tirkiyê ya derbarê pirsa Kurd ya destpêka damezirandina komarê şirove dike. Bayram Bozyel jî ji bo Dengê gotarek li ser mijara ehlaqê nivisîye.
Di vê herjmarê da dû gotarên balkêş jî ev in. Yek jê ya Eskerê Boyîk e ku li ser jîyana nivîskar Casimê Celîl e. Ya din jî ya Nasır Kemaloglu ye ku derbarê dubarekirina bêjeyan e.
Em hêvî dikin ku dema bixwînên hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...