Merheba
Em bi mijarên germ û girîng carek din bi we ra ne.
Şik tune ye ku mijara herî girîng ya Tirkiyê hilbijartinên heremî yên 31ê adarê ne. Wek tê zanîn di hilbijartinên 31ê adarê da AKPê di serî da İstenbul û Enkere, şaredarîyên gelek bajarên mezin winda kir. Ev jî bu sedemê nîqaşên ku êdî hikumeta AKPê ber bi dawîyê ve diçe. Li aliyê din li ser hewla AKPê YSK (Licneya Hilbijartinan a Bilind) biryar da ku hilbijartinên İstenbulê di 23ê Heziranê da dubare bibin. Ji ber vê yekê pêvajoya hilbijartinan hîn jî rojeva Tirkiyê tayîn dikin. Yek ji bûyerên vê dawî jî hevdîtina Öcalan a bi parêzerên xwe ra bûn ku hikumetê piştê demek dirêj destura vê da.
Nivîskarên me Bayram Bozyel, Vedat Koçal û Munzur Çem di gotarên xwe da bi giranî li ser hilbijartinên herêmî sekinîn. Di hevpeyvîna bi Vahap Coşkun ra, derheqê encamên hilbijartinên 31ê Adarê û herwisa li ser ihtîmala pevajoyeke nû da hûn ê rastê hûgilîyên girîng bên.
Herwisa di vê hejmara Dengê da gotara Mesut Tek a li ser jîyana Abdulrahman Qasımlo, gotara Mazhar Kara ya li ser Teoriya Kuantumê, gotara Said Veroj a li ser Rojnameya Serbestîyê cî digire. Birêz Dara Natıq li ser rewşa İranê û Elî Şemdîn jî li ser pêvajoya tevgera Kurd a li Suriyê nivisîn. Nivîsa Mehmet Bayrak û ya Nasır Naske jî dê miheqeq bala we bikşînê.
Li aliyê din beriya çend rojan Neçirvan Barzanî wek Serokê Herêma Kudistanê hate hilbijartin û sond xwar. Piştê wî jî Mesrur Berzani jibo avakirina hikumeta Herêma Kurdistanê hat wezîfedarkirin. Birêz Neval Çelik di gotara xwe da li ser van bûyeran nêrînên xwe jibo Kovara Dengê nivisî.
Em hêvîdar in dema hûn bixweyînin hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...