6 partiyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaza berdana endamên malbata profosorê Kurd, Yaşar Abdulselam ji hikûmeta Tirkiyê kirin.
Şeş aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur ( PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) derbarê desteserkirina endamên malbata profesorê Kurd, Yaşar Abdulselam û mêvanê wan ê Brîtanî de daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de, daxwaza berdana kesên desteserkirî tê kirin û tê gotin: “Hevjîna Akdemisyen û endamê Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûnê (Başûrê Kurdistanê) Yaşar Abdulselamoglu keça wî û mêvaneke wî yê brîtanî ji 22-07-2017ê ve li bajarê Aydinê ji aliyê hêzên têkoşîna li dijî terorê ve hatine desteserkirin.”
Daxuyanî herwiha dibêje: “Em desteserkirina wan kesan weke mexdûrên rewşa awarte (OHAL) ku ti hesabekê ji mafên mirovan û azadiyan re nake, şermezar dikin û  daxwaza demildest berdana malbata hevalê xwe û mêvanê wî dikin.”
Berdevkê Tevgera Azadî, Ayetullah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDKT-T M.Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek ew daxuyanî îmza kirine.

Rudaw
 
primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...