Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di şeva 12yê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz rûda.
Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.
Li Rojhilatê Kurdistanê 530 kesan, li Başûrê Kurdistanê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 7500 kesan, li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 500 kesan birîndar bûne.
Piştî erdhejê, me weke partî û hereketên Kurdistanî gelek hewl da ku bi awayekî kampanyaya alîkarîyê vekin û vê alîkarîyê bigihînin gelê xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Herweha em dizanin gelek dezgehên sivîl jî hewl dane ku alîkarîyê bişînin. Lê mixabin Dewleta Tirkîyeyê weke resmî û fiîlî gelek astengîyan derdixe û ji ber wê jî kampanyayên alîkarîyê nikarin birêve biçin.
Ji bo alîkarî gîhandina Kîrmanşanê jî, Dewleta Îranê rê nadê ku, bêyî Dewleta Îranê alîkarî ji derve bigihêje cîhên erdhejê. Partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî balê dikşînin ser vê helwesta dijminane ya dewleta Îranê
Em bangî Dewleta Tirkîyeyê û Îranê dikin ku, rê li ber alîkarîyên mirovî vekin.
Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgehên navnetewî dikin ku zûtirîn wext alîkarîya pêwîst bihigînin gele me yê li navçeyên erdhejê û bi taybetî zextên xwe li ser Îranê bijdînin.
Em bangî gele xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li welatên din din yê cîhanê dikin ku, bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya dezgehên sivîl yên Kurd û Ewrûpîyan alîkarîyan bigihînin cîhên erdhejê.
Herweha her partî û dezgehên sivîl dikarin bi rêyên fiîlî, alîkarîyên madî û yên pêwîst berhev bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê.
Ji bo alikarî û lêxwedîderketina gelê me yê mexdûrê erdhejê, çi ji deste kê tê divê em seferber bibin.

15.11.2017
Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK
 
primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...