-
Son Güncelleme: 16.01.2021
1)Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayikê xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşereke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxinin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hina bilindir bikin, hatine cem hev.
‘Em “Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk diçe”, li miqabilî vê rastiya hanê rûberû bûneke kûr ku xwîn jê di niqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersiveke bibinin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi melan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancı, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.
3) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û kultura heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û qolanan, li dolmuş û otobosan, li nexweşxanan bi Kurdi (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebeste em dixwazin bangi gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
4)Em, ji bona ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhir bikin, ji bona ku li dijî siyaseta yek tîp kirine, red û înkara li dijî kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatinê cem hevdû;
Yek, Ji zimanê me yê ku dewlet dixwaze tüne bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bona bersiva van pirsan em hatine cem hev.
Dido, Ji Dewleta Tirkiyê ji bona ku astengên li himberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê serateyı heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
Sisê, em li himberi asımılasyona ku bûye weke penceşereke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya dinyayê û mirovên xwedî vijdan li Tirkiye, denge xwe bigînin saziyên navdewletî weke Yekitiya Netewan, UNESCO, Yekitiya Ewrupa, Konseya Ewrupa ûhw. Emê ji bona mafê zimanê xwe alikariyê jî wana bixwazin.
5) Em, bi hemû wan pengavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya helî giring jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha kultura demokrasiyê û Tifaqa Netewî di nava Kurdan bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pengava destpêkekê nû.
Azadî, DBP, HDP, ÖSP, PAK, PDK, PDK-T, PÎA, PSK