Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê PAKê PSKê bi durişma “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk” li ser hilbijartina herêmî komxebatek pêk anîn.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Amedê, li ser hilbijartinên herêmî komxebatek lidarxistin.

Komxebat bi rêzgiritina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû. Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel axaftina vekirinê ya komxebatê kir. Siyasetmedar rewşenbîr û kesayetiyên naskî yên kurdan weke Abdurrahman Demir, Ahmet Kan, Arif Altunkalem, Aziz Yağan, Brusk Solduk, Bakır İnanç, Cabir Yoldaş, Can Gülşenoğlu, Davut Çalıştıran, Eyüp Karageçili, Ekrem Bilek, Ferda Cemiloğlu, Fuat Önen, Hatip Özer, Haluk Yıldızhan, Hikmet Bozyel, İsmail Bedirhanoğlu, İsa Tekin, İhsan Ay, Mahmut Kılınç, Mehmet Vural, Lütfi Baksi, Celal Baykara, Metin Baysungur, Metin Toprak, Muhittin Batmanlı, Osman Karavil, Ömer Dunlayıcı, Rahime Karakaş, Reşit Karakaya, Seîd Veroj, Süleyman Güney, Hamit Kılıçarslan, Mele Arif Sümerkan, Hişyar Özalp, Hüseyin Kaplan, Aziz Özalp, Haluk Gökalp, Kemal Yıldırım, Şeyhmus Asık, Tahsin Sever beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ve hate birêvebirin.

Di axaftina xwe de Bayram Bozyelî li ser atmosfera ku Tirkiyê dê bikeva pêvajoya hilbijartinê got: "Li Tirkiyê em ne di nav rewşeke asayî û demokratîk de dikevin pêvajoya hilbijartinan, digel ku demokrasiyê rêya xwe qet nexistiye welatê me jî, di van salên dawîn de rewş xirabtir bûye. Em kurd, wek milet, di pêvajoyake hestiyar de derbas dibin. Dewleta Tirk siyaseteke tund û dijwar dimeşîne û ne tenê li Bakûr li her perçeyên Kurdistanê siyaseteke dijminane dimeşîne."

Piştî Bayram Bozyelî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axivî.

Di axaftina xwe de Mustafa Özçelîk pêşî armanca komxebatê eşkere kir û got ew weke PAK û PSKê dixwazin digel derûbereke berfireh bikaribin hilbijartina herêmî ya ku di 31.03.2019an de li dar bikeve binirxînin û bi hev re siyaseteke neteweyî-demokratîk bihûnin û nexşerêyekê deynin ev komxebat saz kirine.

Mustafa Özçelîkî panoramaya giştî ya siyasî ya li Tirkiyê nirxand û got li Tirkiyê tu carî ji bo Kurdan bingeha hilbijartineke demokratîk ava nebûye û parlamento bi tena serê xwe ne cihê çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê ye lê ew weke PAK û PSKê, wisa difikirin ku parlamento û hilbijartinên parlamentoyê jî platformekê ye ku dikare bê bikaranîn û divê neyê paşguhkirin.

Li ser pîvanên tifaqên hilbijartinan de jî Mustafa Özçelik wisa axivî: “Çi di hilbjartinên herêmî, çi jî di yên giştî de, divê tifaq li ser hinek pîvan û prensîbên siyasî yên netewî-demokratîk were birêvebirin, heke na em ê nikaribin feydeyeke neteweyî ji hilbijartinan bigirin.”

Komxebat bi beşdarîya ji 90 kesên zêdetir kesayetên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin. Hinek sîyasetvan û rewşenbîrên ku beşdarî vê Komxebatê bibûn ev in:

Abdurrahman Demir, Ahmet Kan, Arif Altunkalem, Aziz Yağan, Brusk Solduk, Bakır İnanç, Cabir Yoldaş, Can Gülşenoğlu, Davut Çalıştıran, Eyüp Karageçili, Ekrem Bilek, Ferda Cemiloğlu, Fuat Önen, Hatip Özer, Haluk Yıldızhan, Hikmet Bozyel, İsmail Bedirhanoğlu, İsa Tekin, İhsan Ay, Mahmut Kılınç, Mehmet Vural, Lütfi Baksi, Celal Baykara, Metin Baysungur, Metin Toprak, Muhittin Batmanlı, Osman Karavil, Ömer Dunlayıcı, Rahime Karakaş, Reşit Karakaya, Seîd Veroj, Süleyman Güney, Hamit Kılıçarslan, Mele Arif Sümerkan, Hişyar Özalp, Hüseyin Kaplan, Aziz Özalp, Haluk Gökalp, Kemal Yıldırım, Şeyhmus Asık, Tahsin Sever

Basnews

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...