Hilbijartinên herêmî, yên ku dê di 31ê Adara sala 2019an de pêk bên, yek ji rojeva sîyasetê ya sereke ye. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hilbijartinên herêmî girîng dibinin.

Wek destpêka amadekirîya vê pêvajoyê me herdû partiyan, li Amedê, di roja 11yê Mijdara 2018an, Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk” lidarxist.

Komxebata “Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk”, bi beşdarîya nêzîkî 100 sîyasetvan û rewşenbîrên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin.

Di Komxebate de li ser navê PAK û PSKyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, sîyaseta nemazedên serbixwe yên welatperwer û demokrat hate pêşkêş kirin.

Beşdarên rêzdar, di atmosfereke demokratîk de, di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Li gel hinek fikrên cuda jî, piranîya axaftvanan, di hilbijartinên herêmî de pêwîstîya alternatîfeke netewî û demokratîk anîn ziman û piştgirîya xwe ji bo pêşniyarîya PSK û PAKê eşkere kirin.

Komxebata éDi Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîké,  bi hêjmar û mustewaya beşdaran û bi mustewaya nirxandinên ku hatine kirin, destpêkeke hêvîbar û berhemdar bû.

Em wek PSK û PAK, di rojên pêş de, ji bo ava kirina Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatper û Demokrat, dê li gel partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên welatperwer û demokrat muhaweleyeke berfireh dest pê bikin.

Em ji ber beşdarî û pêşkêş kirina fikrên wan yên bi qîmet, spasîya hemû beşdarên Komxebata éDi Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîké dikin.

13.11.2018

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...