-
Son Güncelleme: 20.01.2021
Tifaqa Welatperwer û Demokrat buroya xwe ya hilbjartinê ya Artuklu a Mêrdînê roja 10.03.2019an bi beşdarîyek mezin vekir. Di vekirina buroya hilbijartinê a Artukluyê da namzetê Tifaqa Welatperwer û Demorat yê Merdînê a şaredarîya Mezin Abdulkadir Demir, namzetê Kiziltepe (Qoserê) Şeymus Ünal, Serokê Giştîyê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesut Tek, Serokê Giştîyê Partiya Azadîya Kurdistan Mustafa Özçelik, nunerê Partiya Demokrat a Kurdistan -Bakur (PDK-B) Hamit Kılıçaslan û gelek siyasetmedar amade bûn.
Di destpêka vekirina buroya hilbijartina artukluyê da Alaatin Aras axaftineke kurt kir.
Du ra jî Serokê Giştîyê PSKê Mesut Tek, Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Özçelik, namzetê Tifaqê ya şaredariya mezin a Mêrdînê Abdulkadir Demir û namzetê şaredariya Qoserê Şeyhmus Unal axivîn.
Axaftvan di axaftinên xwe da li ser helwesta Tifaqa Welatperwer û Demokrat a derbarê hilbijartinên herêmî sekinîn, behsa xebatên Tifaqê kirin û grîngîya xurtkirina xeta neteweyî û demokratik li Kurdistanê anîn ziman.
Paşê jî serokê PAK û PSKê û namzetên Tifaqê yê şaredariya Mêrdînê û Qoserê kurdelê birîn û buroyê vekirin.
Piştê merasima vekirina buroya artukluyê namzetên tifaqê; serok, rêvebir û endamên PAK û PSKê û alîgirên Tifaqê li Mêrdînê esnafan ziyaret kirin û belavokan belavkirin.