Îro (23.04.2019) li Qoserê, li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek di derbarê encamên hilbijartinê û pêşeroja Tifaqa Welatperwer û Demokrat da civîna agahdarîyê pêk anîn.
Di civînê da, pêşî Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Bedran Acar axavtineke kurt kir.
Piştî axaftina Bedran Acarî, Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik axivîn.
Di axaftinên xwe da, serokên giştî yên PAK û PSKyê, di derbarê xebatên hilbijartinê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat û encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an da, nirxandinên berfirek kirin û bîr û rayên xwe anîn zimên.
Herwiha Ozçelîk û Tek, berdewamîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bilind nirxandin û gavên pêwîst di vî warî da jî şîrove kirin.
Di civînê da, Berdevkê PDK-Bakur Hamît Kiliçarslan û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên li Mêrdînê û herwiha endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat û rêvebir û endamên PAK û PSKyê jî amade bûn.
Civîn bi pirs û bersîvan, bi şîroveyên beşdaran, bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...