-
Son Güncelleme: 20.04.2021
Qetilkirina Tahir Elçi, qetilkirina azadî û demokrasîyê ye. Bi çi awayî pêk hatibe bila bibe, lê ev êrîş di esasa xwe de êrîşek li dijî gelê Kurdistanê ye.
Şerê ku îro li welatême didome, bûye sebebê wêranî û têkdana welatê me û kuştina mirovan. Aşkare ye ku ev şer zerarê dide doza azadîya Kurdistanê. Qetilkirina Tahir Elçi jî beşeke ji encamên vî şerî. Em careke din bangî dewletê û PKKê dikin ku bila şer raweste, rêya çareserîyek sîyasî û sivîl vebe.
Em qetilkirina Tahir Elçi bi tundî rûreş dikin. Sersaxîyê ji malbata Tahîr Elçî, Baroya Amedê û ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
28.11.2015
Hereketa Azadî, KADEP, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK