Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 28-29. 04. 2018an de li Diyarbekirê civiya. Di civînê da rewşa siyasi, bi taybestî jî pêvajoya hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hatin nirxandin. Di dawiyê de biryar hat sendin ku belavoka li jêr ji raya giştî re bê eşkere kirin.
Mesela Kurd û Kurdistanê pirsa herî esasî, kûr û giran a Rojhelata Navîn e. Sedemên ew kêşeyên siyasî, aborî, çandî û civakî ku ev sed sal in li Tirkiyê, Suriyê, İranê û Irakê rûdinin, xespkirina mafên netewî yên gelê Kurd e. Nearamî û pevçûnên ku li herêmê didomên jî ji nesafîkirina pirsa Kurd dertên. Di roja îroyîn de yê ku herî zêde di bin bandora mesela Kurd da ye jî Tirkiye ye.
Piştê demeke ku li Tirkiyê hîn nermayî û reform çêbûn, hikûmeta AKPê di mesela Kurd de carek din dest bi siyaseta şiddet, şer û pelixandinê kir. Tirkiye ne tenê li hundir de, herweha li derve jî bi tûndî li himber hemî destkeftiyên Kurdan derdikeve. Wek di nimuneya 25ê îlonê di referanduma serxwebûna Kurdistanê û vê dawiyê di dagirkirina Efrînê de jî eşekere bû, Tirkiye li Rojhelata Navîn de pêşengiya dijayetiya Kurdan dike.
Wek berê, îro jî her cara ku Tirkiye di pirsa Kurd de serî li şiddete dixe, bêhemd demokrasiyê ji holê radike, rêbazên derê hiqûqê wek Rewşa Awerte îlan dike, maf û azadiyên bingehîn tune dike. Tiştê ku ku ev çend sal in li Tirkiyê rêvediçe ev rastî bixwe ye. Hikûmeta AKPê di qonaxa îroyîn de di pirsa Kurd de teslîmê siyaseta şer bûye, di qada siyasetê da jî ber bi otoriteriyê ve diçe. Rewşeke bi vê awayî bibê nebê Tirkiyê xistiye nava qeyraneke aborî û siyasî û heman demê de ji dezgeyên wek Yekitiya Evropa û navenetewî jî dûr dixe.
Roj tune ye ku derbarê bênpêkirina maf û azadiyan, kiryarên neadilane û biryarên dadgehan ên derê hiqûqê dezgeyên navneteweyî rapor belav nekin. Hikûmet, KHKan li himber hêzên mûxalif û dengên nerazibûnê wek şûr bikar tine. Di van çend salên dawî de bi sed hezaran kes bi biryrên îdarî ji kar hatin avêtin, ewqasî kes jî hatin girtin, ên din jî bi tehda û tehdîdan hatine bêdeng kirin. Qedexekirina derketina kolanan û çûyina zozanan li Kurdistanê rewşa aborî û ya rojane her diçe zehmettir dike.
Ser da jî di vê Rewşa Awerte û zirûfên giran da hikûmeta AKPê bi şirîgê xwe MHPê ra biryar da ku hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê pêşwext bên çêkirin. Şik tune ku biryara hilbijartinên pêşwext ciyê ku pirsgirekên heyî çareser bikin, wê ev aloziya heyî hîn kurtir bike. Di rewşeke ku mafên raman, ifade û rêxistinkirinê di bin gefan û astengan da bin, ne mumkin e ku hilbijartinên 24ê Heziranê bi awayeke adil û demokratik birêve biçin. Di aliyê din de jibo nekevên hilbijartinan, pêşiya hemî partiyên Kurdan hatine girtin. Jiber bi sedan xalên destûrî û qanûni, partiyên Kurdan ne dikarin beşdarê pêvajoyên sîyasî, ne jî beşdarê helbijartinan bibin. Ki dikare bêje ku hilbijartinên ku di rewşeke wisa de çêbibin, wê demokratîk, azad û adil bin?
Lê tevê van tehdayên nedemokratik, tirs û kiryarên derê hiqûqê, her tişt xilas nebûye. Em dikarin dawî li vê tarîtîyê bînên û derkevên ronahiyê, em dikarin şer û pevçûnê bisekinînin; ev destê me da ye. Ji bo vê yekê divê hemî hêzên siyasi yên Kurd li ser bernameyeke neteweyî tefaq bikin da ku bikaribin gelê Kurd bo azadî û demokrasiye seferber bikin. Piştre jî divê bi hêzên demokrat û azadîxwazên Tirkiyê re hevkariyê bikin û pêşî li vê rewşa xirab bigrin. Da ku pevajoya helbijartinên 24ê Heziranê bibin platforma xebatên azadî, aştî û demokrasiyê.
Li aliyê din ji bo ku hilbijartinên 24ê Heziranê bi awayeke demokratik rêvebçin divê beriya her tiştî Rewşa Awerte betal bibe, karanîna KHKan bi dawî bê. Mexduriyetên ku ji ber Rewşa Awerte çêbûne divê bên telafî kirin. Pewîste qanuna partiyan û hilbijartinan bi awayeke demokratik ji nûh ve bên sererastkirin.
A herî gring ew e ku divê dewlet dev ji operasyonên eskerî berde, PKK jî bê şerd û qeyd agirbes îlan bike û çekdarên xwe derxe derê sînor. Hewlên bi vê awayî hin dikarên bo hilbijartinan zemineke demokratik peyda bikin him jî wê rê asayîbûnê û pêvajoyeke diyalogê ya nû re veke.
Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Cejna 1ê Gulanê ya hemî karker û xebatkarên cîhanê pîroz dikin û herweha ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê bi awayeke aştiyane û demokratik gelê Kurd dawetê meydanan dikin.
30.04.2018
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
           PSK

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...