Zahmetkêşên Kurdistanê,
Sibê 1ê Gulan, Roja Xebat û Piştgirî ya zahmetkêşên cihanê ye.
Di vê rojê da, li seranserê cihanê, zahmetkêşan derdikevine kolanan û dijî zilm û zordariya çînî, netewî û cînsî çalakiyên cur bi cur encam didin; daxwazên xwe yên rewa eşkere dikin.
Her usa qewl didin, ku heya bi dest xistina mafên xwe û guhartina sîstema dagirkerî û bê dadwerî û ne wekheviyê kar û xebatê bikin, piştgirî hevdu bin.
Gelê Kurdistana bindest,
Li kuderê dibî bila be, sibê ligel zahmetkêşen dinê derkeve meydanan, dijî zilm û zordariya neteweyî derkeve û daxwaz ji zahmetkêşen dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin.
Zahmetkeş û tekoşerên Kurdistana Bakur,
Herwekî dizanin ewrên rêş û tarî dîsa bi ser welatê me girtiye.
Greva rewa ya zahmetkêşan têne qedexe kirinê.
Rewşa Awarte û di gelek navçeyên welatê me derketina kolanan û çûyina zozanan qedexe ye.
Pêşiya bi kar anina mafên demokratik yên sinorkirî têne girtin.
Bı hezaran ronakbîr, mamoste, rojnamevan û nivîskar hatine girtin, gelek televizyon, kovar, rojname û sazî hatine daxistin.
Militarize kirina Kurdistana Bakûr û operasyona leşkerî berdewam e û roj bi roj pirtir dibe. Efrin hatiye dagir kirin û hikumeta AK Partî gefa dagirkirina beşên din yên Kurdistana Başurêrojava, Qendil û Şengalê dixwe.
Gelê Kurdistana Bakur a zulmditî,
1ê Gulanê derkeve meydanê û hewar bike, ku:
Operasyonên leşkerî ya dewletê û militarize kirina welatê me bê sekinandinê;
Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şîveyê aşitiyê gavên pêwîst bêne avêtin;
PKK dev jê xebata çekdarî berde, agirbesê bê qeyd û şert rabigihine;
Ji hêzên welatparêzên Kurdistanê bixwaze, ku bi gor naveroka 1ê Gulanê, yêkîtî û hevkariya xwe pêkbinin û bona azadiya welat û bextewariya gel pêkve kar û xebatê bikin;
Daxwaz bike, ku astengên, ku li ber xebata sendikayî û çinî hene bêne rakirin û çinê zahmêkêş bikare bi azadi rêxistinên xwe ava bike.
Daxwaz bike, proseya hilbijartinên 24ê Xeziranê bibe bingehek bona yêkxistina hêzên azadîxwaz û demokratik û guhertinxwaz, daku pêşiya kar û kiryarên dij-demokratik û dij mirovî û dij Kurdî bê girtin.
Em 1ê Gulanê li zahmetkêşên Kurdistanê û hemu dinyayê pîroz dikin û carekî din banga hêzên kurdistanê dikin, ku ji bona azadiya welatê xwe destê xwe bidine hevdu, mil bi mil ji bona aşiti, azadî û wekheviyê kar û xebatê bikin.
Bijî 1ê Gulan!
Bijî Xebata Zahmetkeşên Kurdistanê Yên Dijî Çevsandin û Zêrandinê!
Bijî Yêkitiya Hêzên Kurdistanê!
30 Avrîl 2018
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...