5 Partî û rêxistinên Kurdistanî (PAK, PDK, PDK-T PSK û Hereketa Azadî), ku demeke ji bona pêkanina hevkariyek gotubêj dikirin, di 02 Gulanê sala 2018’an da li Cemiyeta Rojnamevan a Amadê civîna çapemenî çêkirin û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê ragihandin.

Deqa ’Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê bi vî awayî ye:

Em mizgînîyê didin gelê xwe ku me ‘’Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê’’ ava kirîye

Ev partî û tevgerên ku navê wana li jêr hatine nivîsandin, me bi hev re biryar da ku em di Hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi hevdu re tev bigerin û xebatê bikin.

Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêzin,ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kirîye. Emê li ser esasê qebul kirina van prensîbên sîyasî, ji bo berfireh kirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin.Em dixazin di vê derbarê de gelê xwe agahdar bikin. Prensîbên me yên sîyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:

 

--Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûl kirina mafê xwe îdare kirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.

--Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî resmî qebûlkirina zimanê Kurdî.

--Li dijbûna hemû qedexeyên li ser azadîya ramanî û xebata rêxistinî

--Qebûlkirina mafên netewî û bawermendîyê yên hemû eqalîyet, dîn û mezheban.

--Parastina mafên jinan.

--Li dijderketina şerî, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alîyên Kurdan bibin mixatabê dîyalogê

--Xwestina serbest berdana hemû girtî û hefsîyên sîyasî.

--Divê qanûna partîyên sîyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bê çêkirin da ku hemû astengîyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.

--Sonda Parlamenterîyê li ser bingehe ku kî hebûna eqalîyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sonda ji nû ve li ser bingehê qebûl kirina hebûn û îradeya hemû gelan bê serastkirin.

--Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû şerh û astengîyên ku li ber bicîhanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kirîye ji holê rake.

--Divê hemû Şerdên Ewrûpayê yên di Derbarê Xweserîya Rêvebirîyên Herêmî de bêne qebûlkirin.

--Ji bo ev prensîbên me yên sîyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, sîyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.

--Emê mihawile bikin ku li ser van prensîbên sîyasî em potansîyela herî berfireh ya sîyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bikin.

-- Emê wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi wan alîyên Tirkîyeyê yên ku van prensîbên me yên sîyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav dîyalogê de bin.

--Ev alîyên ku ji bo avakirina alternatîfeke netewî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên sîyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi alîyên sîyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivîn û dê di derbarê şêweya beşdarîya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.

02.05.2018

Hereketa Azadî

Partîya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye(PDK-T)

 Platforma Demokratên Kurdistanê(PDK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...