Civîna ku bi navê “Serûber KirinaTevgera Neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê”, ji alîyê PAK û PSKyê ve hatibû organîze kirin, îro (08.09.2019) li Amedê li dar ket.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştîyê PSKê Bayram Bozyel, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan û li gel nûnerên PAK,PSK, PDK Bakur nêzîkî 50 sîyasetvanên Kurd yên vexwendî beşdarî civînê bûn.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dağtekin moderatorîya civînê kirin.
Civîn bi rêzgirtina jibo şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Civîn bi axaftina Cîhgirê Serokê Giştîyê PAKê Sait Aydoğmuş destpêkê kir.
Piştî axaftina Sait Aydoğmuş, civîn ji çapemenîyê re girtî dewam kir.
Rojeva civînê weha hatibû dîyar kirin:
‘’Jihev belavbûna tevgera netewî-demokratîk a Bakurê Kurdistanê rastîyeke me ye. Li ser prensîbên netewî-demokaratîk serûber kirina tevgera netewî-demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke me ya esasî ye. Di derbarê vê pêwîstîyê û di derbarê bi cî hanîna rê û rêbazên vê pêwîstîyê de em dixwazin di vê civînê de bi hevre lirê û rêbazan bigerin û bîr û rayên hevdu bi hevre parve bikin. ‘’
Beşdarên civînê li ser vê rojevê bîr û rayên xwe anîn ziman. Hemû beşdarên civînê bal kişandin ser wê yekê ku, ev civîn di pêşde birina peywendîyên navxweyî yên tevgera netewî-demokratîk û jibo xurtkirina çanda bi hevdu re xebatê de roleke girîng dilîze.
Piştî gengeşî û nirxandinên berfireh, beşdarên civînê jibo berdewamîya van civînan û herweha li ser van xalên esasî de gihîştin fikir û rayeke hevbeş:
-Di demên pêş de divê bihev re karên hevbeş bê kirin.
-Jibo di derbarê pisgirêkên tevgera netewî-demokratîk nêrîn û aqilîyeteke hevbeş bê hûnandin, dê dîyalog û nirxandin û gengeşîyên hevbeş bêne berdewam kirin.
-Jibo serûber kirina tevgera netewî-demokratîk dê helwesteke aktîf bê meşandin.
-Civînên li ser rojevên dîyar kirî ku ava kirina hevkarîyên mayînde jixwe re bike armanc dê bêneorganîze kirin.
Civîna “Serûber KirinaTevgera Neteweyî ya Kurd li BakurêKurdistanê” bi awayekî berhemdar û di atmosfereke Hêvîdar de bi dawî hat.
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...