Merheba,
Bi mijarên germ em careke din bi we ra ne.
Piştê hilbijartinên 31ê adarê yên herêmî li Tirkiyê tabloyeke siyasî ya nû derket holê. AKPê di serî da İstenbul û Enqere, gelek bajarên mezin winda kir. Encamên hilbijartina İstenbulê a 23ê Heziranê têkçuna AKPê kurtir kir. Piştê van bûyeran hêviyek peyda bû ku AKP wê ji encamên hilbijartinên herêmî dersan werbigre û jı bo dilê Kurdan ragire wê siyaseta xwe da nermahî çêbike.
Lê ekse vê bû. Hikumeta AKPê hîn di ser hilbijartinan da 5 meh derbasnebû ku şaredarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar durxist û kayum avêt şuna wan. Bi biryara kayyuman iradeya gel a demokratik hat xespkirin. Di eynî wextê da ev gav derbeyeke mezin bû ji bo hêvîyên demokratizekirin û asayîbûna pêvajoyê. Eşkereye ku ev gav berdewamiya siyaseta dewletê a dijê Kurd e.
Em, li ser mijara kayuman û yên din bi Prof. Mesut Yegen ra axivîn. Birêz Mesut Tek jî di vê hejmara Dergê da pirsa Kurd bi piralî nirxand, pêvajoya sîyasî di çarçoveya herêmî da derxist ber çavan. Li Tirkiyê mijareke gring jî nîqaşên li ser sîstem û hewcedarîya destureke nû ye. Li ser van nîqaşan jî A. Haydar Fırat û H. Hasan Tuzcu du gotar nivîsîn.
Birêz Haydar Cihaner jî di gotara xwe da li ser doza girtinê ku li himber çar partiyên bi navê Kurdistan hatiye vekirin disekine û helwesta dewletê a derbarê partiyên Kurdistanê bi zelalî rohnî dike.
Di vê hejmarê da herweha Doç. Dr Ekrem Onen û Dara Natiq du gotarên giranbiha nivisîne. Birêz Onen derbarê pirsa Kurd li Suriyê, birêz Natiq jî derheqê rejima İranê xwendevanên me agahdar dikin.
Bayram Bozyel jî di vê hejmarê da bi minasebeta 10 saliya wefata wî da, derbarê kesayetî û siyasetmedarê navdar Abdulmelik Fırat da nivîsek nivîsî.
Du nivîsên din jî, yek jê a birêz İsmail Beşikçi ye û ya din jî a Mehmet Yukselmiş e.
Em hevî dikin ku dema bixwînên hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...