Di roja 09.11.2019an da li jêr diruşma “Çalak Kirina Rola Hêzên Çepên Kurdistan Di Tekoşîna Niştîmanî û Çinayetî da “, li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya hêjmarek partî û kesayetiyên çepên herçar parçeyen Kurdistanê, Yekemin Kombenda Hêzên Çêpên Kurdistanê hat çêkirin.
Kombend bi rêzgirtina giyanê pakê şehîdan û xwendina siruda Ey Raqib û marşa Enternasyonal destpê kir.
Kombend ji du panel pêkhatibû. Di yekemin panelê da, ku bi navnişana “Nêrîna Hêzên Çepên Kurdistanê Derbareyê Pirsên Rojhilata Navîn, Hevrîkiya Hêzên Navnetewî û Heremî Di Rojhilata Navîn Da û Bandorên Wî Li Ser Pirsa Kurdistanê” hatibû çêkirin. Dr. Kawa Mehmud, Hîva Seyîd Selîm, Newîd Mîhrewer, şuna Sînan Çîftyurek Heval Huseyîn û Bayram Bozyel axaftin. Axaftvanan bîr û baweriyên xwe li ser aliyên cuda cuda yên babatê pêşkeş kirin. Piştre amadebûyên Kombendê, brî û boçunên xwe li ser gotara panelîstan pêşkeş kirin.
Panela duwem, ku bi navnişana “Şert û Zirufên Îroyî Yên Kurdistanê û Bingeha Gotara Hêzên Çepên Kurdistan û Derfetên Karên hevbeş û Astengan” hat çêkirin. Belen Abdulah, Mecmeddîn Mela, Nusret Maçin, Mesud Tek û Hiva Omer axatvanên panalê bûn û dur û dirêj babatê hanê şirove kirin. Beşdaren Kombend rexne, şirove, bîr û boçunên xwe li ser axaftina gotarvanan raxistin ber çavan.
Herdu panel ji aliye Kanyav Payîz û Hogir Çeto ve hatin bi reva birin.
Hemu beşdarên kombendê dubare kirin, ku bê çareseriya aşitiyane û adilane a pirsa Kurdistan, ne mimkun e, ku asayiş û aramî li welatên navçe û Rojhilata Navîn desteber bin. Her weha pêwîst e ew doz bi li ber çav girtina rastiyên dîrokî û bê sepandina defaktoyê û zordariyê bê çareser kirinê. Divê mafê diyar kirina çarenus bibe bingeha çareseriyê. Di vî warê da bona bi dest anina  van mafan, divê hemu aliyên Kurdistanê yekrêziya niştiman biparêzin.
Ji bona gihiştina van armancan, kombend piştigirî û piştivaniya:
1-    Li xebata gelê me li Rojavayê Kurdistanê, ku xebateka rewa ye, radigihine. Daxwaz dikin, ku êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bê sekinandinê, jiyaneka aram û dur ji şer bona kesên sîvîl bêne ava kirinê.
2-    Xebata sîvîl a gel û hêzên Bakurê Kurdistanê reva û rast in û ji bona jiyaneka serbîlîndî ye. Ji ber vê yekê em li dijî zilm û zordarî ne, ku hikumeta Tirkiyê li hember gelê me û azadîxwazên Tirkiyê encam dide. Daxwaz dikin, ku hemu pirs li ser mase bi aqil û bi aşitiyane bê çareser kirinê.
3-    Rojhilata Kurdistan di rewşekê yekcar nexweş da ye. Digel çevsandina neteweyî, zordariya mezhebî, çînî û kulturî jî li ser e. Ji bona vê, kombend piştgiriya xwe bo xebata azadîxwaz û mafxwaziya gele me di ew beşe ezîz a welate me da dubare dike.
4-    Ew rewşa berçav a li Başurê Kurdistanê heyî, ku berhema tekoşan û xwîna gelê me ye, digel gefên derweyî, bi çend pirsgirêkên navxweyî ve ru be ru ye. Ji bona durxistina metirsiyên hanê, herçi zutir çaksaziyên rastî bêne çêkirinê, ku têda daxwazen zehmetkeş û xalkê destteng bêne li ber çav girtinê.
5-    Daxwazên gelên Tirkiyê, Îran û welaten Ereb yên demokrasi, azadî, aşitî, pêşketina civakî daxwezên reva ne û em piştgiriya van daxwazan dikin.
6-    Îro li naverast û başurê Iraqê xebateka sîvîl bi şîklê mangirtin û xwepeşandanê heye. Daxwazên xelkê azadî, derfetê kar, asayiş, dadperwerî û nehiştina gendelî ne, ku daxwazên reva ne. Em piştgiriya xebate hanê dikin.
7-    Li Iraqê hinek hêz hene, ku dixwazin bi destêverdana desturê va sîstema siyasî ya Iraqê bigorin.  Ev yeka xeteriyek li ser rewşa desturî ya Kurdistana Başur dirust dike. Di vê derê da em dubare dikin, ku di hemu pêvajoyên desteverdana desturî da divê deskevtiyên Kurdistanê were parastinê.
Di dawiyê kombendê da beşdaran silav şandin bo canê pakê şehîdan û û hemu keç û kurên Kurdistanê, ku îro bi xwîna xwe xaka welate xwe diparêzin.
09.11.2019
Partiyen beşdarê kombendê, di 10.10.20194e da bona nirxandina kar û bar û pêşniyarên kombendê kombunek çêkirin û hinek biryar hatin dayin. Beşdarên kombûnê hemra bûn, ku bona berdewamiya xebata hevbeş komîsyonek were ava kirine.
KKP- Partiya Komunîst a Kurdistan (Bakur)
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan (Bakur)
Partiya Komunîst a Kurdistan (rojava)
Komela Zahmetkeşên Kurdistan (Rojhilat)
Partiya Zahmetkeşên Kurdistan (Başur)
HŞK- Hizba Şuî a Kurdistan (Başur)
Tevgere Demokratika Gelê Kurdistan (Başur)

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...