Yek ji damezrenerê Partiya me û rêvebirê Yekitiya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKAR Bekîr Topgîder hat girtin.
Bekîr Topgîder roja seşemeyê hefteyê çûyî, gava ji serdana malbata xwe vedigeriya, li Kovancilarê hate girtin. Paş hefteyek pirs û lêgerîn, duhî, (roja sêşeme) bi tohmeta endam bûn û propagandaya PKK/KCK biryara girtinê jêra hat dayin. Hevalê me niha li zindana Ankara ye.
Bekîr Topgîder damezranerê partiye din e, yek ji rêvabirê KOMKAR e, rêxistineka sîvîl û demokratîk e bi gor zagonen Elmanya hatiye damezrandinê.  Bekîr Topgîder li Elmanya heyamek di lîsteya PPK yên mirînê da bû. Girtin û zindanê kirina Bekîr Topgîderê hanê ne tenê sosretekê huquqî ye, her usa siyaseta dewleta Tirk destnişan dike.  
Dewleta Tirk her kesek, ku behsa Kurd û mafê Kurdan bike, wekî endam bûn û propagandaya rêxistina “terorîst”a  PKK/KCK qelem dide, ku ev yêka hanê bûye siyaseta fermî a dewletê ye. Saziyên dadigehê jî bi gor vê siyasetê biryara girtina gelek Kurd dide û bi awayî rê li ber tundûtijiyê xweştir dike.
Em bi tundî girtina hevalê xwe Bekîr Topgîder mehkum dikin û banga hemu kes û saziyên, ku aligîrên heq û adalet in dikin, ku dengê xwe dijî girtina Bekîr Topgîder bilind bikin.
Em banga hikumeta Elmanya û saziyên din yên fermî dikin, ku bona azad kirina Bekîr Topgîder kar û xebatê bikin.
Bekîr Topgîder Tenê Nîne!
20 Mijdar 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...