Hevkariya partiyên Kurdistanê li Elmanya gazî serbestberdana bilez ya birêz Bekir Topgider ji hikûmeta Tirkiyê dike
Birêz Bekir Topgider, hemwelatiyê Elman, endamê encûmena rêvebirî ya Komeleyên Kurdistanê li Elmanya (KOMKAR), li roja 12.11.2019'an, ji hêla karbidestên Tirkiyê ve bi awayekî bêserûber di dema çû serdana Tirkiyê hate binçavkirin, û daweteke girtinê li roja 19.12.2019'an li dijî wî bi tometbariya endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate derxistin, ku birêz Topgidar heta nivîsandina vê daxuyaniyê hin jî di girtîgehê de ye.
Hevkariya partiyên Kurdistanê li Elmanya bi tundî girtina bêseruber ya birêz Topgider şermezar dike, û tometbariya li dijî wî red dike bi dûr ji rastiyê dide zanîn, çimkî birêz Topgider yek ji damezrênerên Komkarê ye û endamê rêveberiya wê ye , banga çareseriya aştiyane û demokratîk ya doza kurdî li Tirkiyê dike, û rêkên leşkerî û têkoşîna çekdarî red dike, herwiha ku di mijarê mafê mirovan û pêdagiriyê li ser pêkvejiyanê, aşitîxwaziyê û wekheviyê di navbera hemû şêniyên li Elmanya û Ewropayê dike.
Hevkarî ji bo serbestberdana birêz Topgider bang li hikûmeta Tirkiyê dike û herwiha bang li hikûmeta federalî ya Elmanya û wezareta karên derve ya federal dike ku hemû riyên dîplomatîk bikar bîne ji bo serbestberdana birêz Bekir Topgidar û vegera li nav malbata xwe li Elmanya.
Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmanya
Koln 25.12.2019

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...