Merheba,
Bi rojevek germ, bi gotarên têr û tijê carek din em bi we ra ne.
Li Rojhelata Navîn şer û şewat roj bi roj gurtir dibe. Li herêmê alavên şewatê cî nemaye ku negihîje.
Piştê êrîşa serbazî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, li seranserê Suriyê rewş guhurî, hevsengiya siyasî û eskerî serûbin bû.
Ev ji du mehan zêdetir e ku gelê Iraqê, bi taybetî xelqê Şîî rabûye li ser piyan, li himber xizanî, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê nerazîbûna xwe nişan dide. Xelqên Iraqê ne tenê li dijê neheqî û bêdadîyê derdikeve, herweha daxwaza azadî û demokrasiye dike, bang dike da ku rejîma li ser hikum biguhere.
Ev çendêk e ku gelên İranê jî serî hildane, ji bo kar, nan û azadiyê çalakiyên girseyî lidar dixin. Him li Iraqê û him jî li Iranê hêzên serbazî yên dewletê bi tundî diajon ser çalakvanan û di encama van êrîşên hovane da heta nuha di herdu welatan da bi hezaran kesên sivil hatine kuştin û bi deh hezaran jî birîndar bûne.
Di vê hejmara Dengê da em bi giranî li ser van bûyer û guhartinên li Rojhelata Navîn, taybetî jî li ser bandora van bûyeran a li ser Herêma Kurdistanê hûrbûn.
Nivîskarên me Bayram Bozyel, Çetîn Çeko, Ziryan Rojhalat û A. Mecîd Durmuş her yek ji aliyên xwe ve rûdanên li herêmê di perspektifa tevgera Kurd da nirixandin. Rêzdar Neval Çelik di gotara xwe da bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê disekine, Dara Natiq jî bûyerên ku li İranê diqewimin dinirxîne.
Birêz Umit Tektaş di vê hejmarê da dûr û dirêj li ser têgeha guhartinê radiweste û bi gelek nimuneyên ji qadên cihê gotara xwe dadigire.
Di vê hejmara Dengê da herweha gotara Mehmet Bayrak a li ser Malbata Koçoyan û Mehmet Elbîstan, gotara Mehmet Yukselmîş a bi navê Rojaneyên DHKD û xebata Munzur Çem a li ser Kevneşopiya Dengbêjiya Kirdmancîyê li Dersîmê cîh digirin.
Dema bixwînên hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...