Newroz di dîroka Kurdistanê de rojeke pîroz e. Kurd ji, berî zayînê, sala şeşsed û diwazde (BZ 612) û hetanî îro bêsekin weke cejin û mihrîcanekê Newroz pîroz kirine, qedrekî mezin dane vê rojê. Roja 21ê Adarê ji bona Kurdan remz û nîşaneke netewî ye. Lewra Newroz Kurd e. Newroz rojeke nû ye ku Kurd wê rojê ji zilmê rizgar bûne. Kawa di bîra netewî a Kurdan de, wek lehengekî bê emsal hatiye pejirandin. Roja 21ê Adarê destpêka biharê ye û bihar mizgînîya  xweşî , bereket û rojên serfiraz bi xwe re tîne.
Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e...
Newroz, ji bona Kurdan destpêka rojeke bixêr û bereket e.
Gelên Arî roja Newrozê wek “sersal” dizanin û bi wê wateyê pîroz dikin. Lê Newroz ji bona Kurdan ne tenê sersal e, her wiha destpêka rojek nû ye. Newroz, Nûroj e, yanî Roja nû ye.Efsaneya Newroza Kurdan bi bûyereke netewî tê şirove kirin. Dîrok dide zanîn ku desthilata zordest a Dehaq li Nînowa ya paytextê serdarîya Medan, bi tevgerek rêketî û bi pêşengîya Kawa yê Kurdê hesinger kutahî pêhatîye. Lewra ye ku Newroz ji bo Kurdan remz û nîşana vejîn û azadîyê ye. Kurd çiqasî bi Newrozê kubarîyê bikin, mafê wan e.
Xweşhal in ku UNESCO kevneşopîya Newrozê wek mîrateyeke mirovahîyê qebûl kirîye ku Newroz  wek cejin, ji du hezar salan zêdetire   di nav gelên Arî de hatîye pîroz kirin. Newroz êdî cejneke navnetewî ye.
Herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye. Di roja 21.03.1960î de li Efrîqaya Başûr, xwepêşnadaneke li dijî nîjadperestîyê pêk hat. Lê xwepêşandar tûşî  êrîşeke çekdarî bûn û 69 kes hatin kuştin. Netewên Yekbûyî jibo bibiranîna vê qetlîamê, di sala 1966an de roja 21ê Adarê wek Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê qebûl kir.
Xwişk û birayên hêja;
Me nîyet hebû ku em hersê partîyên Kurd wek HAK-PAR, PAK û PSK  cejna Newrozê, bi girseyî û bi coş, bi hevre pîroz bikin. Lê mixabin ku wê Newroz îsal, melûl derbas bibe. Sedem ku koronavirûsa nû, roj bi roj firehtir belav dibe û wek xeterîyeke navnetewî xwe daye nîşan. Jibo parastina tendûristîya gelê me, emê çalakî û  şadûmanîyên Newroza îsal betal bikin.
Miletê Kurd baş dizane ku Newroz, roja vejîn û serkeftînê ye.
Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.
Newroz, sondeke ji bo her Kurdekî/ê.
Newroz, exteke, qewleke û bextêke di rêya azdîya  Kurdistanê de…
Bi hêvîya ku, mebest û daxwazîyên gelê Kurdistanê, pêk werin.
Hêvîdar in ku nûra Newrozê bibe çare û derman ji bo sosreta li serê Kurdan.
Hêvîya me ewe  ku Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêka rojên nû li seranserê Kurdistanê.
Bi minasebeta Newroze, em careke din bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê  dikin ku li himberî  Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.
Bijî Newroz
Hemû rojên we Newroz bin.  
Newroza we pîroz be.
20.03.2020
HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan)
PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalist a Kurdistan)

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...