Behcet Epozdemir îro di warê bav û kalan, di gundê Mînar a ser bı bajarê Sêrtê hate bi ax spartinê. Kes û kar, hevsenger û heval û hogir û gundiyên Behce beşdaree merasîma bi ax spartinê bûn.
 Termê Behcet, ku du roj bere li İstanbûlê ji ber nexweşiya şêrpençe çûbû dilovaniya xwe, îro gîhîşte gundê Mînar.
Ligel metirsiya Corona, gelek kes hatibû goristana Gundê Mînarê. Heyetek ji  PSK,ku ji Cigîrê Serokê Giştî Bayram Bozyel, endamên Meclisa Partiyê Vedat Dede û Hidayêt Fîdan, Endamê Komîta Birêvabir a Şaxa Amedê ya PSK Newzat Baykal beşdarê merasîmê bûn.
Behcet  Epozdemir ji despêka xortaniya xwe ve di bin alayê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK beşdarê xebata azadixwaziya gelê Kurd bû. Behcet paş niveyê salen 70î, li Sêrtê  bi çalakî bêşdarê xebata Komela Çanda Gel a Şoreşger (DHKD) bû û pêşengiya hîşyar kirin û rêkxistina xorten navçeyê kir. Behcet  xebata xwe ji salen 1990î pê va li Îstanbûlê di komela Çand a Gel (HKD) û STRAN- Navenda Çandî da berdewam kir.
Behcet her usa ji sala 1989 pê da, ciyê xwe di belav kirina kovara Deng û rojnameyên Kurdî-Tirki da girt.
 Behcet endamekê çalak û gernas a Partiya Demokrasî û Guhartinê (DDP), paşê Partiya Aşitî  û Demokrasî (DBP) û HAK-PAR bû.
Behcet di sala 2016’an da bû yek ji damezranerên PPSK û heya mirinê erkê xwe wekî endamê Meclisa Partiyê bi cî anî.
Behcet her usa di sala 2016’an da bi tohmeta “cudaxwazî” hate dest bi ser kirin û qase salek di gundê Minarê li mala xwe da dest bi ser kirî ma.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...