Merheba,
Em di demeke dijwar da derbas dibin. Vîrusa coronayê hevsengiya jiyana mirovahiyê serûbin kirîye. Şewba coronayê ku li seranserê dinyayê belavbûye, bi milyaran insanan di malên xwe da zindanî kiriye. Çerxa aboriyê sekinîye, dezgehên tendirustiyê têkçûne, welatên herî pêşketî li himberê vê şewbê neçar mane.
Bi gotineke din şewba coronayê hemî qelsî û kêmaniyên mirovahiyê derxistiye ber çavan. Li himberê vê, li seranserê dinyayê rewşa awarte hatiye îlan kirin. Her welat bi imkanatên xwe mihawele dike ku bi vê şewbê ra serî derkeve.
Wisa xûyaye ku keta derzi-aşîyek kifş bibe, wê ev rewşa hanê bidome. Di vê navberê da hemî welat hewldidin ku rewşê aram û asayî bikin û ji aliyê din ve mijara ku wê rewşa piştê coronayê çawa bibe bi awayeke berfireh tê nîqaşkirin.
Di pêvajoya ku şewba coronayê dinyayê dihejîne, li Rojavayê Kurdistanê xebatên jibo tifaqa Kurdan bi lez ketiye. Hewlên jibo tifaq û yekîtiya kurdan ku bi nabeyncitiya Emerika, Fransa û Başurê Kurdistanê ve rêve diçe ji aliyê hemî Kurdan ve bi baldarî tê şopandin.
Di ve hejmara Dengê da nivîskarên me Mesud Tek, Vedat Koçal, Mazhar Kara, Haydar Cihaner û A. Mecit Durmuş li ser bandorên virusa conayê li dinyayê radiwestin û mijara ku wê piştê coronayê rewşa dinyayê çawa bibe analiz dikin.
Nivîskarê me Sevda Çelik di gotara xwe da bûyera Zînê Wêrte şirove dike ku ev demeke di rojeva Kurdan da ye û eynî wextê da pêvajoya yekîtîya Kurdên Suriyê dinirxîne. Herwisa Elî Şemdîn jî ji aliyek din ve rewşa Kurdistana Rojaava di nivîsa xwe da eşkere dike.
Di vê hejmara Dengê da hûn ê heman demê da nivîsarên Mehmet Bayrak, Kava Berzencî, Umit Tektaş û Eser Karayel bixînin ku her yek ji wan mijarên cihêreng analiz kirine.
Yek ji dewama rêzenivîsên Munzur Çem a bi navê “Lawikên Dersimê” jî di vê hejmarê da cî digre.
Em hêvî dikin ku dema bixwînin hûn ê biecibînin.
Redaksiyon

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...