Hindek alî dibêjin HDP li ser rêbaza PKK siyasetê dike, hûn çawa difikirin?
Rêbaza PKK û siyaseta HDP diyar in. HDP bi gor qanunên partiyên siyasiyên Tirkiyê hatiye damezrandin, xebateka legal û demokratîk bi rêva dibe, lê PKK ne usa ye. Her usa tiştekî siruştî ye, ku hinek endamên HDP li jêr bandora siyaseta PKK de bin. Ev yêka hanê jî ji rewşa siyasiya Kurdistana Bakurê serçave digre.
Hûn binçav kirin û selba parlamenterî ji parlamenteran HDP re çawa şirove dikin?
HDP jî ji ber evê ye, ku diji zilm û zordariya li ser gele Kurd e û daxwaza hinek mafên demokratîk û netewiyên Kurdan dike, ji ber evê ye, ku HDP daxwaza demokrasî, aşitî û azadiyê dike, dikeve ber êrîşa dewleta Tirkiyê. Gelek rêvebirên HDP hatine girtin û masuniyeta nunertiya hınek parlamenter hatine betal kirinê. Kar û kiryarên hanê dij –demokrasiyê a desthilata Tirkiyê, binpê kirina vîna gel e, ku dengê xwe dane HDP û nayêne qebul kirinê.
Gelo pirsgireka Tirkiyê tenê PKKê ye yan Tirk qayil bi mafê kurdan nîne?
Bê guman pirsgirêk tenê PKK nine. Xebata çekdariya PKK bo dewleta Tirk biyanu ye. Dewleta Tirk bi enqast dibêje “PPK ango Kurd, PKK ango teror.” Bi vî awayî dixwaze sud ji gelek karên ne dirust yên PKK, ku di bîrurayê cihanê da wekî teror têne pênase kirinê verbigre, daxwaza rewa ya gelê Kurd, xebata netewî û demokratika gelê Kurd wekî teror nişan bide. Divê ji bîr nekin, ku sîstema dewleta Tirk li ser înkar û asîmîle kirina Kurdan û pêkhatiyên din yên olî û netewî hatiye damezrandin. Bi gor têgihiştina dewleta dagirker a Tirkiyê, yên ku li Tirkiyê dijin divê Tirk û Musluman bin, yên ku dijî vê sistemê ne û daxwaza mafên xwe yên reva dikin, dikevine ber êrîşa dewletê. Her usa divê ji bîra me neçe, ku gava dewleta Kemalîst li Diyarbekîrê, li Agriyê, Zîlanê û Dersîmê Kurdan qir dikir, PKK tune bû. Kurdan ji ber ku dijî zilm û zordariya dewleta Tirk derketin û daxwaza mafên xwe kirin, bûne armanca siyaseta jenosîde.
Partiya we bi çi awayî dixwaze mafê Kurdan li Tirkiyê misoger bike?
Bê guman wekî hemu neteweyan, mafê me Kurdan jî hene, ku dewleta xwe ya serbixwe damezrînin. Lê belê partiya me bi li ber çav girtina hel û mercên navçe, Kurdistan û Tirkiyê, modela fedarasyonê bona çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê pêşniyar dike. Federasyonê, ku partiya me daxwaz dike, divê li ser bingeha wekhevî were ava kirinê.
Gelo peywendî li navbera hûn û PKK û HPD heye, ku siyaseteka hevbeş ji bo mafê Kurdan bimeşînin?
Pêyvendiya me û PKK nine, ji ber ku em niha partiyeka legal in, lê PKK ne usa ye. Peyvendiya me ligel HDP heye, baş e û dixwazin baştir be û bi hevra bona bi dest xistina mafên demokratîk û netewiyên Kurdan, bona demokrasî û aşîtiyê  kar û xebat bikin.
Hûn êrişa erteşa Tirk jı bo başûr û rojavayê Kurdistan çawa şirove dikin?
 Êrîşa erteşa Tirk bo ser Başur û rojavayê Kurdistanê, berdewamiya siyaseta dij-Kurd a dewleta Tirk e. Dewleta Tirk her destkevten netewî a gelê Kurd li ser asayişa netewiya xwe wekî metirsî qelem dide, neyartî dike û bona têkbirina deskevtên netewî êriş dike beşên dinê Kurdistanê, piştgiriya gurubên terorîst û tundrewên İslamî dike. Hebûna bingehên PKK di van beşên Kurdistanê, ji bo Tirkiyê bona êrîşên xwe yên kirêt tenê hencet in.
https://kurdpress.com/ku/details.aspx?id=181390

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...