Li dijî gelê Kurd êriş berdewam dikin.
Hêzên asayişa dewletê li bajarê Wanê şivanekî bê guneh ji pişt ve kuştin.
Li Şernexê hewla destdirêjiyê li ser keçekê ji aliyê çawişek pispor ve, li Batmanê destdirêjiya leşkerek bo ser jinekê ku niha di nexweşxaneyê da di rewşek dijwar da ye, ev hemu nişaneyên erişên berdewam yên liser Kurdan in ku nirx û kerameta kurdan dikine amanc.
Daxuyaniyên fermî ku li beramber van rudanên çêdibin her weku xwe jê şûştinê ne, kesên ku kiryar encam dane bi curet dixin.
Ev helwesta karbidestên dewletê, dozgeriya ku li hember biçuktirîn rexne li dijî serkomar û kesukaran de çalak e, berevaji wê li beramber kesên bi meth û sena di torên civakî da piştevaniya êrişên dijî mirovahiyê ji aliyê dam û dezgehên asayişa dewletê têne kirin, xwe ker û kor û lal dike parastina wan e û riya êriş û kiryarên nû vekirinê ye.
Hikumeta AKP ê û darûdestên wê li şûna ku pêşiya wan bigire behsa betalkirina Peymana Stanbolê dike ku jinan ji êrişên zayendî û tund û tûjiya dewletê li ser jinê diparêze.
Di harikariya çotkariyê da jî ferq û cudahî heye.
Di serî da bajarên wek Mêrdîn û Ruha li gelek bajaran ku ji sedema pandemiyê gundî û rêncberên ketine rewşek zehmet, serbarê wê jî qutkirina ceyranê bi awayek keyfî û bi hêceta nedana heqê faturayên elektrikê ku bi qebareyek ji taqeta gundiyan zêdetir e nikarin bidin ji ber vê jî nikarin debar bikin.
Bê dengiya hikumetê li beramber van zehmetiyên ku rêncber têde ne, gundiyan rû bi rûyê hejarî û birsîtiyê dike.
Hikumeta AKP ê li cihê ku guhbide dengê rêncberan, pandemiyê dike hêcet li ber çalakiyên wan digire ku daxwaza mafên xwe dikin.
Li kêleka van jî bi riya danana qeyuman li ser belediyeyên di destê HDP, binpê kirina vîna dengderên HDP berdewam dike.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan danana qeyuman, kiryarên dij mirovihiyê ku li bajarên Wan, Şernex û Elih  pêk hatine şermezar dike, ji bona ku xudanên van kiryaran bigehine heqê xwe û  cezayê xwe bikêşin bang li hemu aliyên hestyar û xemxwer dike ku destê xwe bidin hev, helwest nîşan bidin.
PSK piştevanê  wan gudiyan e  ku li Mêrdîn, Ruha û hindek navçeyên dî, ji ber zehmetiyan ketine tengaviyê ku elektrik li ser wan  hatiye qutkirin.
Bang li Hikumetê dikin, ji bo ku bi dawî kirina zulma şirketên dabînkirina elektrikê li ser gundiyan rake kar bike, zerar û ziyanên gundiyan qerebo bike.
17 Tîrmeh 2020
Bûroya Çapemeniya PSK

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...