Parêzer Ebru Tîmtîk û hevalê wê parêzer Aytaç Unsal di 12ê İlona sala 2018’an da bi “tohmeta endam bûna rêxistinên terorîst” hatine girtin û dadigeh kirinê. Di encama dadigeh kirinê da 13 sal cezayê zindanî kirinê bi ser wê da hat sepandin.
Di faîla di herdu parêzer da bîlî jî îhbariya “şahîdê veşartî” çu belge û delîl nebûn, ku nişan bide herdu jî endamên rêxistinê terorîst in.
Ebru û hinek parezerên dinê ji bona dadigeh kirina dadperwerane dest bi mangirtina xwarin û vexwarinê kirin. Paşê mangirtinê hanê guhartin û kirine mangirtina mirinê. Di encama mangirtina hanê da tendurîstiya herdu parêzer têkçû. Saziya Tipê Dadperwerî, di rapora xwe da gotibû, ku ji ber zirufên tendurîstî, herdu parezêr nabe di zindanê da bêne ragirtin.
Dadigeha İstanbulê guhê xwe neda rapora hanê û herdu parezêr azad nekir û di encam da Ebru Tîmtîk jiyana xwe ji dest da.
Ebru Tîmtîk kesê yekan nîne, ku di mangirtinê da jiyana xwe dest daye. Di dîroka Tîrkiyê da gelek ronakbîr û şoreşger wekî şiveyê berxwedan dest bi mangirtina xwarin û vexwarinê kirine, bi taybetî di zindanên 12 Îlona faşîst û di sala 200’an da gelek kes ji ber mangirtinên hanê jiyana xwe ji dest dane.
Mangirtina xwarin û vewxarinê di zindanê da, şîveyek berxwedana zindaniyên siyasî ye. Bona ku bala bîrûrayê giştî li ser rewşa zindanan bikêşin û derbareyê daxwazen xwe bîruraye giştî agadar bikin, zindaniyên siyasî pena dibine mangirtira xwarin û vexwarinê.
Lê belê mangirtina mirînê ji vê yêkê cuda ye û girantir e. Yên ku mangirtina mirinê dikin, bi îrade û vîna xwe dike. Ango bona bi dest xistina daxwazên xwe, canê xwe feda dike, ku Ebru yek jî wan e.
Bi gor bîr û baweriya min di serdema îro da mangirtina mirinê şîveyê xebata guncav nîne. Ji ber ku îro gelek rê û olax hene, ku zindaniyên siyasî daxwazên xwe pêşkeşê bîrûrayê navxweyî û navnetewî bikin. Ebru û hevalên wê di vî warê da serketin û karin bîrurayê gîştî ji rewş û daxwazên xwe agadar bikin. Û diviya dev jê mangirtina mirinê berda ban, lê usa nekirin û dirêjê pê dan, ku ev yêka nişan dide ku hinek rêxistin guhê xwe nadine jiyan û canê mirovan, ku ev yêka hanê jî nayê qebul kirinê. Ji ber ku tu daxwazên demokratîk ji jiyana kesan bi nirxtir nine û mirîn nabe bibe armanca rêxistinê demokrat û şoreşger. Rast e welatparêz û şoreşger amade ne bona armanca xwe canê xwe feda bikin, bibine şehîd. Lê nabe şehîd bûn bibe armanca serekî.
Hinek kes û alî rexne li Ebru û şîveyê mangirtine mirinê digrin, ku rexneyê wan heya ciyekê rast in. Lê dive ji bîra me neçe ku sedema serekî mirina Ebru sîsteme dadperweriya Tirkiyê ye, mahkemeyên Tirkiyê ne, ku ketiye bin qontrola hikumet û parastina dewleta dagirker li ba wan ji dadperweriyê giringtir e; mahkemeyên, ku deste wan da tu belge û delîl nîne, lê belê bi gotina “şahîdên veşartî” ceza didine kesên şoreşger, demokrat û welatparêz.
Di netîce da mirina Ebru carekî dinê pê li ser du diyarde da girt, ku yek ji wan rewşa şerpeze a dezgeha dadperweriyê Tirkiyê ye a dinê jî ne mirovatiya mangirtina mirinê ye, ku îro bî temamî diyar bûye, ku şîveya xebata serdemî nîne.
(*) Bir û bawerî û têbiniya Mesud Tek e, ku dı malpera kurdpress.com da bi zaraveyê Soranî, bi zımanên Farıisî û İngilizî hatiye belav kirinê.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...