Di 05 Îlonê da Desteyê Kargeriya Nevendî a Navendiya PSK (DKK) civiya, rojeva xwe giftugo û birlar da, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrurayê giştî bike.
Li navçe, Tirkiyê û Kurdistanê buyerên giring rûdidin. Di niveka pêşhatî û buyerên hanê da gelê Kurd û Kurdistan hene. Bandora bêtir a pêşhatiyên navçe li ser Herêma Kurdistana Federe heye. Lê belê di heman demê da Herêma Kurdistan terefekê giring û çarenussaz e di navçeye da.
Di vî warê da serdana Tirkiye a Serokê Herêma Kurdistan Neçîrvan Barzanî girîng e. Asta pêyvendiya navdewletî a Herêma Kurdistanê, di warê navnetewî da hêz û revatiya Herêma Kurdistanê nişan dide.  Ji ber vê yêkê serdana Serokê Herêm û hevditina wî ligel Serokkomarê Tirkiyê û birêva birên dinê, tiştekê siruştî  û reva û di berjewendiya herdu alî da ye. PSK, ku çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê dixwaze, xweşhal e ji peyvendiya Hêrema Kurdistanê ligel dewletên cîran, ku li ser bingeha aşitî û berjevendiya herdu alî hatiye damezrandin û piştgiriya peyvendiyên hanê dike.
Ji aliyê din ve, siyaseta dij Kurd a desthilatdarê Tirkiyê a îro, Tirkiyeyê ber bi karesatê ve dibe. Di Tirkiyê da, ku bi lez bû bez ji “Sîstema Serokatî bi şiveyê Tirk” ve ber bi dîktaoriya taqakesî ve diçe, qeyrana aborî bi bandora Pandemî va gelek kur bûye. Hêjarî û nedarî, leşkerê bêkaran roj bi roj mezin dibin. Hikumet bona tijê kirina xezineya dewletê ku ji ber têçûyiyên şer vala bibû, her roj bacan girantir dike, bacên nu datîne.
İttîfaqa Cumhur a di bin rêvaberiya Erdoganê, bi henceta Pandemî, ne tenê rê l i ber bi kar anina maf û azadiyên demokratîk digre, her cure çalakiyên mafxwaz qedexe dike, her usa  êrîşekê be hempa dike ser hêzên demokrat û şoreşger û aşitîxwazan.
Sîstema dadperweriya Tirkiyê, çavê xwe li tavanên dewletê, serbaz û polesan digre, ku ev yêka hanê jî curetê êrîşkaran zêde dike.  Sîstema dadperwerî ya bin qontrola hikumatê, bîr hizra mêrsalariyê bi hêztir dike û ev yêka hane jî dibe sedema pirtir bûna tundutijî li ser jinan û kuştina wan.  
Dewleta Tirk piçuktirin deskevtên netewî ya Kurdan wekî xeterek li ser asayişa netewî dibîne, bona têkbirina deskevtên Kurdan êrîş dike ser Kurdistana Başur û Kurdistana Rojava. Di Kurdistana Rojava da talan û kuştin û revandina Kurdan ji aliyê nokeren dewleta Tirk ve roj bi roj zede dibe.
Dewleta Tirk bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başur û siyaseta dagir kirinê di vê beşê welatê me da bi rêva dibe û dixwaze saqemgiriya Başurê têk bide.
Siyaseta dij Kurd a dewlatê, di hundirê da curet dide hêzên şoven û nijadperestan. Êrîşa hêzên nijadperestan bo ser Kurdan, Aleviyan û pêkhateyên dinê zêde dibin. Axirin êrîşa hêzên hanê li Sakaryayê rûda. Li sakaryayê nijadperest û faşîstên Tirk êrîş kirin ser zahmetkêşên Kurd. Saziyên dewlet û dadperweriyê jî şuna ku peşiya êrîşên hanê bigrin, dixwazin serpoşiya buyerên bi vî cureyî bikin. Ku ev yêka hanê nişan dide siyaseta dewleta Tirk ya dehan salan, her berdewam e.
Îtifaqa Cumhur jî herwekî hemu diktatoran, dixwaze bala gel, ku ji qeyrana aborî û têda û zilmê bêzar bûye, bikşine aliyê dinê. Ji bona vê armance di Deryayê Sipî da siyaseteka dagirkerî û gef xwarinê bi rêva dibe. Siyaseta hanê, ku bûye sedema taq û tenê mayina Tirkiyê di ware navnetewî da, aloziya nevçeyê kûrtir, zengilê şer jî tundtir dike.
DKN a PSK, carekî dinê siyaseta êrîşkar a dewleta Tirk ya derbareyê Kurdistana Başur û Kurdistana Rojava mehkum dike, bang li hêzên welatparêz, demokrat, şoreşger û aşitixwaz dike, ku dijî siyaseta hane ya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û mil bi mil kar û xebate bikin.
PSK, êrîşa nijadperestiya Sakarya bi tundî mahkum dike û şifayê xêrê bo birîndaran dixwaze.
Desteyê Kargeriya Nevendî a
Partiya Sosyalîst a Kurdistan

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...