Platforma Zimanê Kurdî dı 12ê İlonê, di Cemiyeta Rojnamevan a Amedê da civinekê çapemenî çêkir û rapora xwe ya li ser rewşa Zımanê Kurdî li Tirkiyê pêşkeş kir.
Berdevkê Platformê Şerefxan Cîzîrî her usa got, ku rapor bi zimanê İngîlîzî ji hatiye amade kirin û bona ciyên pêwist hatine şandın. Rapora Platformê bi vî awayî ye:
 Raporeke Hiqûqî Li Ser Rewşa Zimanê Kurdî Li Tirkîyê.
Mafên mirovan ku weke mafên takekesî tên pejirandin di bingehê xwe de mafên Gerdunî ne
û wilo hatine pejirandin jî. Ev mafana hertim derfetan ji takekesan re çêdikin ku jiyan,
derbasbûn û nasnama wana ya ku ji ya serdestan cuda ye bê qebûl kirin. Heta ku ev mafana di
civakê de neyên sêpandin mafên mirovan nagîhêjin armancên xwe yên diyarkirî. Ev nêzikbûna
hanê bi xwe re nirxên bingehîn weke dadwerî û wekhevîyê dixe navenda têgihiştina mirovan
jî aktuel dike. Bê cudabûn ev mafana ji bona hemû kesan derbas dibin, bêyî ku mirov wan
mafana di hundire xwe de biserifine jî, ev maf piralî realîze nabin.
Di nava tixûbên dewleteke de, îroroj ne pêkane ku mirov qala yek ziman, yek ol û yek etnisite
yê bike. Hemû civat li ser bingehekî tekilhev formata xwe dadimezrînin. Di avaniya civakê de
yên ku piraniya civake pêktinin hene, yên ku hejmara wana ji piranıyê hindiktirin ji hene. Lê
hilbet civak jî bi pirani li gorî daxwaza yên ku serdestên birêve diçe. Lê tê zanin ku komên cuda
ji di civakan de hene. Ev kom gelek caran ji aliyê ziman, ol û etnisita xwe de neşibin koma ku
serdestê civakê ne. Gelek caran komên ku ne weke koma serdastin nasnama wana marjinalıze
dibe. Tade wana li wana tê kirin. Ev komên ku ne weke koma serdestane gelek caran tüşî fişar
û binpêkirina mafê mirova jî dibin. Di bingehê vê helwesta ku ne dadweriye û rasta rast
neheqîye hergav pirsa piştgûhkirina ziman û nasnaman heye.
Tê zanîn ku piştî Şerê Cîhanê Yê Didûyan, di sala 1948 an de Peymana Mafên Mirovan hate
imze kirin. Ev peyman di pirsa Mafê Mirovan de bû belgeyeke navnetewî. Dûra ji gelek
peymanên navnetewî di warê perwerdê, mafê zarokan, yê kêmnetewan de hatine imzekirin.
Di nava wan peymanan de pirsa ziman, nasname, perwerde û pirsa nejatperestîyê gelek caran
hatiye rojeva mirovantîyê. Her ku pêşketin çêbûne ne zelalîyên ku di wan maf û pirsan de
hebûn hatine çareserkirin û îroroj pirsa ziman, kêmnetewan û gelên xwecihî baş zelal bûye. Ev
maf û peyman him didîtinan de û him ji di pratıka gelek welatan de hatinê realîze kirin. Civaka
navnetewî di van pirsan de her pêşde çûye.
Lê Komara Tirkîyê di derbara hinek mafên zarokan de şêrh danîye ser hinek xalên ku ziman û
pirsa perwerdehîyê bi Zimanê Dayîkê derdîxe pêşberî dewlet û civakan. Em weke Kurd
dixwazin şerhên ku Komara Tırkiye li ser mafên zarokan danine werin betal kirin. Dîsa em
dixwazin ku hemû mafê mirovan bêqeyd û şert werin pejirandin.
Tê zanîn ku avakirina dewleta netewî li Tirkiyê li ser bingehê nasnama Tırkîtîyê hatiyê
damezrandin. Tirkbûn û Zimanê Tirkî bê hempa tê pesinanandin û gelek caran berpirsên
dewletê hewcedarî bi dîtin û teoriyên ne zanıstî jî dîtine û bi hicetên berdayî ev dîtin û teorî
parastine. Weke Teza Dîroka Tırkan û Teza li ser zimanê Tırkî. Pişti van dîtin û teorîyên ji rastî
û zanıstî dûr, bi wextê re li ser Zimanê Kurdi zext û zorekî bêhempa hatiye pesend kirin.
Pişti Derba leşkeri ya 12 Îlonê rasta rasta zimanê Kurdî û nasnama Kurdan bi yasayî hatiyê
qedexekirin. Lê di van panzdeh salên dawî de li ser pirsa ziman û kultura Kurdi hinek reform jî
hatine kirin. Ev ji divê were gotin. Lê mixabin ev reform nebûne xwediyê bingehekî yasayî. Ji
ber wan sedeman gelek caran nejatperestên Tirkan êrişan dibin ser ziman û nasnama Kurdan.
Ev ji pir caran dibe sebebê zewirandineke civakî di navbêna Tırk û Kurdan de.
Li gorî mafê mirovan û dîtıinên serdest li Dinyayê asimilasyon îroroj suçeke mirovî ye. Siyaseta
asimîlasyonê bi dema me ya modern re ne dîtineke guncav e. Asimilasyon rêbazeke şaş e û
pirsgirêkên siyasî û kulturi hina kurtir dike. Di vê tevgirêdanê de em Kurd dixwazin weke
Kurdan bijin û tucaran naxwazin asimîle bibin. Em dixwazin nasname, ziman û kultura xwe bi
pêşde bibin û di wî warî de bibin xwediyê mafên yasayî. Ev rastî wê Tırkiyê bi xwe re bêtir bike
welateke pir reng, pir deng, demokratîk û mirovî.
Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji bona mafê ziman û kultura Kurdan hatine damezrandin.
Di nava refên Platformê de girseyîyeke siyasi û kulturî ya berfireh heye. Em piştgirtîyê ji hemû
beşên civaka Kurdan werdigirin. Platforma Zimanê Kurdî dixwaza mafê ziman û kultura Kurdan
di warê yasayî û siyasî de zelal were naskirin. Di wan pirsan de em hewcedarîyê bi hevkarîya
hemû saziyên navnetewî, dewletî, sivîl, mirovî û derdorên entelektuelî heye. Platforma Zimanê
Kurdî ji raya Cîhanî daxwaze ku ev pirsgirêk li gorî maf, hiqûq û pîvanên navnetewî çareser
bibin.
Daxwazên Me;
Bila Komara Tırkiyê Şerha ku li ser hinek xalên Mafê Zarokan hatîye danîn betal bike.
Bila Zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê.
Bila Zimanê Kurdî bibe Zimanê Fermî.
Bila Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.
PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...