Merheba,
Carekî din em hejmareke bi mijarên curbecur dagirtî bi we ra ne.
Şewba Vîrusa coronayê li dinyayê encamên giran peyda dike. Ji nuha ve hejmara kesên mirî ji milyonekî derbas bûye. Ji ber siyaseta Tirkiyê ya rojane û neguncav nexweşi li Tirkiyê rojbiroj pêşda diçe û hejmara mirîyan jibo tendirustî û dahatuya civakê xetereke mezin pêktîne.
Muqabilê vê rewşa hanê, Tirkiye li der û hundur siyaseteke li ser şer, pevçûn û kolonyalist dimeşine. Di êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê da kesên sivîl dimirin û bi dehhezaran kes ji ciyên xwe koçber dibin. Desthilatdarên Tirkiyê li Behra Spî, Libya, Ege û Qafkasan’da bi siyeseteke dagirker û metirsîdar dixwazin serweriya xwe bidomînin.
Li Tirkiyê rojeveke din jî CHP û minaqeşeyên pê ve girêdayî ne.
Nivîskarên me Mesud Tek, Mecit Durmuş û Neval Çelik di gotarên xwe da li ser pirsa Kurd, guhartinên CHPê û helwesta wî ya derbarê pirsa Kurd hurdibin.
Di vê hejmara Dengê da herwisa nivisa Said Veroj a li ser Cemilpaşazadeyan, nivîsa Kovan Amedi derbarê 75 saliya PDKIê û a Umit Tektaş a li ser tarza rêvebirina sîyasetê cî digrin.
Wek Kovara Dengê me bi sê kesên pispor ra hevpeyvînan çêkir. A ewil bi Mesut Yeğen ra, bi navê di siyaseta Tirkiyê a derbarê pirsa Kurd da guhartina jeopolitik, a diduyan Necdet İpekyüz ra li ser şewba coronayê û encamên wî û a sisiyan jî Ekrem Önen ra li ser hewlên yekîtîya hêzên Kurd li Rojava. Em hêvîdarên hûn ê van hersê hevpeyvînan jî bi baldarî bixwînin.
Her wisa li ser navê Kovara Dengê Birêz Mazhar Kara bi hunermend Mehmet Atli ra li ser albûma wî ya nû, xebatê wî yên hûnerî û hest û ramanên wî hevpeyvînek çêkir.
Wekî din nivîsa M. Bayrak a li ser Qonaxa Sevrê û diplomatê Kurd Şerif Paşa, gotarekî Kawa Berzencî û beşek ji rêzenivîsa Munzur Çem jî di vê hejmarê da cî digre.
Em hêvî dikin dema bixwînin hûn ê biecibînin.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...