Miletê Kurd vê cejnê jî bi rengek ku ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn bêparpêşwazî dike. Di polîtîkayên ewlehiyêyên dewletaTirk de li bakurê welatê me tu guhertin nayê pêşbînî kirin. Di demek ku behsa hilbijartinan dihat kirin de, pêvajoya "çareseriyê" dîsa tê rojevê. Lê belê, mafên Kurdan ên netew bûnê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de nayên axaftinê. Diyar e ku partiyên dewleta Tirk projeyên çareseriyê yên derewîn dixin rojevê ji berku ew hewceyê dengê Kurdan in. Banga me ji hemî Kurdan re, ji tu projeya ku temînatên destûrî di nav xwe de nebin bawer nekin. Em dixwazin gelê me ji partiyên heyîyênTirk û Tirkiyecî dûr bisekine.
Li diyaloga dinavbera PYD û ENKSê ya li Rojavayê Kurdistanê de xitimandin berdewam dike. Biryarên yek alîyên PYD û kiryarên wê yên dij-demokratîk yekîtiya neteweyî asteng dikin. Em hêvî dikin ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareser kirin û Rojava bibe xwedî statuyek navneteweyî.
Li başûrê Kurdistanê, hukûmetek reformîstli ser kar e. Ew ji bo geşepêdana aborî, civakî û çandî ya gelê me rêzek çaksazî û projeyan pêktîne. Lê belê, pirsgirêkên siyasî yên bi dewleta Iraqê re hîn jî nehatine çareser kirin. Binpêkirinên mafan li dijî Kurdan li herêmên Kurdistanî di çarçova Xala 140-an de, nemaze li Kerkûkê berdewam dikin. Wekî din, çalakiyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li van herêman jibo Kurdan wekî  xetere berdewam dike. Em baweriya xwe didomînin  kudê sazî û nirxên neteweyî li başûrê Kurdistanê bihêztir bibin.
Beşa Rojhilat a welatê me di bin dagirkeriya Îranê ku dewleta herî mezin a terorîst a cîhanê de ye. Çalakiyên partî û rêxistinên sivîlênK urdî qedexe ne. Êrîşên li ser kolber û darve kirina Kurdan berdewam dikin. Mixabin, hemû cîhan bi bêdengî li êrişên Îranê yên li dijî Kurdan temaşe dike. Ev dewleta terorîst dê rojekê cezayê ku heq dike bistîne.
Em wek Platforma Ciwanên Kurd, bi daxwazên xwe yênji dil Cejna Qurbanê ya Kurdên Misilman pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema yekbûna hemû partiyên Kurdistanî û rêxistinên sivîlli ser bingehek netewî.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...