Kovan AMEDÎ
31 Aralık 2017
 
Di meşa  azadiya Kurdistanê da, çil û çar salên  bi tekoşînek bi  rûmet a PSK´ê, li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK di dawiya sala 1974 û destpêka 1975´an da bi ewayek veşartî ango îlegal hate damezrandin. Ji ber ku wê demê navê Kurdistanê û nasnameya Kurdan qedexe bû. Wê demê emdamezranêrên PSK`ê mecbûr bûn ku PSK´ê bi veşartî damezrînin. Ne tenê PSK, hemû partiyên Kurdan veşartî bû. PSK´ê 40 salan  îlegal kar û xebatên xwe doman.
Lê di heman wextî da, ango di nav çil salan da ji hemû derfetên xebata legal jî îstifade kir. Komeleyên demokratîk bi navê Komeleya Çanda Şoreşger a Gel DHKD, Stran, Çira´yan ava kir. Bi riya van komeleyan di hemû bajarên Kurdistanê da xwe bi rêxistin kir. Kovara Riya Azadî, rojnameya Roja welat, Ozgurluk, Azadî, Dengê Azadî, Hêvî, Ronahî, Dema nû û kovara Deng ku nuha jî bi berdewam tê derxistin. Di nav sendîkayên Karkeran da xwe bi rêxistin kir. Sendîkaya DÎSK´ê liqa 10´an li herema Kurdistanê  ji aliyê hevalên PSK´ê ve dihate birêvebirin. Di nav rêxistina mamosteyan TOBDER´ê da jî xwe bi rêxistin kiribû û di rêvebiriya wî da jî cîh girtibû.
Ango PSKçiqas îlegalbû jî, girîngîyek mezin dida xebata legal. Sala 1977`an da li Amedê, 1978 an da li Agiriyê Şaredariyê bi dest xist. Di damezrandina partiyên legal yên wek HEP, DEP`ê da roleke sereke lîst. Dîsan Partiyên legal yên wek DDP û DBP`ê ava kir û her usa HAK-PAR bi xwe jî projek PSK´ê bû.
PSK, Qîmetek mezin dide xebatên li ser ziman, çand û folklora kurdî. Loma jî ji sala 1975`an vir da dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Pirtûkên gelek nivîskar û şaîrên kurd yên bi nav û deng wek; Ehmedê Xanî, Ereb Şemo, Feqiyê Teyran, Hecîyê Cindî, Cegerxwîn, M.Emîn Bozarslan, Kemal Burkay, Qanatê Kurdo, Lazeref, Eskerê Boyik, Munzur Çem, D. Îzolî û gelekên din çapkiriye.
Heta nuha ji 80´ê zêdetir kitêbên kurdî yên wek,  dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê, gramer, dersên zimanê kurdî, folklor, pîyes û hwd. hatine weşandin. PSK`ê xizmetek hêja pêşkêşî ziman û çanda kurdî kirîye, Di şiyarbûna Kurdan da, di pêşketina çand û hunera Kurdî da, PSK roleke baş û berbiçav listîye.
PSK, ji bo danasandina kurdan û pirsa kurdî, ji bo çêkirina dostan û avakirina lobîya kurdî jî kar û xebatê gelek hêja kirîye. Li hember zulm û zordestîya dijmin li Kurdistanê, di nav 43 salan de, bi civîn, meş, konferans, bi grevên birçîtîyê û bi peyvendîyên bi partîyên siyasî û rêxistinên sivîl yê Ewrûpayê re, bi kar û xebatên lobîyê ve, xwe kir dengê gelê Kurd û di vî warî de rolekî taybet lîst. Rêxistina Mafên Mirovî yê Kurdistan IMK yê li Ewrûpayê ava kir.
Elbet di kar û xebatên PSK´ê da keda gelek hevalên ku îro ne bi me ra ne jî heye, keda hevalên ku di nav refên PSK´ê da şehîd ketine yan jî çûne dilovaniya xwe jî heye. Keda şaredarên sala 1977 û 1978´î ku yekem car bû ku wek kadirên PSK´ê bo serokatiya şaredariya Amed û şaredarê Agiriyê hatibûn hilbijartin,  heye. Şehîdên zîndanan Metîn Aksoy û Yilmaz Demir, şehîd Fehmî Demir. Dîsa Mustafa Budak bi navekî din Apê Selîm ´ê her tim di dilê me da zindiye. Şehîd Ramazan Adiguzel (Alî xoce ) Hevsengerê û hevalê min xortaniyê Şehîd Abdulsalam Aydin û serokê DHKD ya şaxa Amedê Kenan Kizil, keda wan nayê ji bîrkirin.
Elbet, ked û emega rêzdar Kemal Burkay ku damezrêner ê PSK û bi salan sekreterîya partiyê kiriye nayê ji bîrkirin. Dîsa Zîya Acar û Yilmaz Çamlibel ku damezrênerê partiyê bûn û Munzur Çem û Kazim Budak jî yek ji serkirdeyên partiyê bû. Ked û fedakariyên wan,cîhê rêzgirtin û spasiyê ye.
Wek tê zanîn, di sala 2014án da PSK´ê kongreya xwe ya 10´an pêk anî di vî kongreyê da biryara legalbûna PSK´ ê hate wergirtin ku ji vir weha xebata xwe ya siyasî bi eşkere bidomîne.
Di 17`ê meha dehan sala 2015´an da Serokê PSK´ê birêz Mesud Tek, endamên Komîteya Navendî ´, gelek kadir û endamên PSK´ê vegeriyan Kurdistanê û li Amedê legalbûna PSK´ê bi konferansek çapemeniyê îlan kir û got ” Emê êdî xebata xwe di warê legal da bidomînin.”  Pêvajoya avakirina huqukî jî di 30`ê meha gulanê da temam bû û wê rojê tevî damezranêran serî li wezareta Navxweyî dan . Ji 30´ê Gulanê vir va PSK bi fermî partiyeke legal e. Ji nuha ve li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê û Tirkiyê şaxê PSK´ê vebûne û vekirina şaxan her berdewam e.
Gava meriv pêdaçûyinek li kar û xebatên PSK´ê dike, dibîne ku PSK, her tim siyasetek bi prensîp û bi sebir dajo. Îro jî meriv dibîne ku PSK, partiyeke ku ji wesayetan dûr e. Loma jî  partiyek wek PSK dikare bibe  xîmên herî xurt yê milletê xwe.    
Eger îro em ne gîhiştibin armanca xwe jî, ev yeka me ji parastina rastiyan dûr naxa. Em tenê dikarin bi siyasetek realîst, huzur û azadiyê bînin Kurdistanê
Çil û Sê saliya Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK`ê li gelê Kurd û Kurdistanê Pîroz be
Bijî PSK
Bijî Azadiya Kurdistan
 
primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...