Mesud Tek


Hevalên hêja,
Ez jî bi xêr hatina we dikim û hêvîdar im civîna me bi serketî temam be û bibe xizmetek bona doza Kurd û hewla pêkanina yêkrêziya hêzên Kurdistanê.
Hevalên heja,
Herwekî me di dawetnama xwe da gotiye emê li ser xalên gelek girîng wekî armanca tifaqa neteweyî, şiklê tifaqa neteweyî” û bona gihiştina wan armancan nexşerêyek çawa bîr û baweriyên xwe pêşkeşê hevdu bikin, niqaşên berhemdar bikin daku bigijine encameka hevbeş.
Bê guman pêkanina yêkrêziya hêzên Kurdistanî li Kurdistana Bakurê daxwaza îro nîne. Dikarin bêjin ku daxwaza hanê hevtemenê doza Kurdistanê ye. Em hemu agadar in ji bona pêkanina yêkrêziya hêzên welatparêz gelek civîn hatine çêkirin, gelek hewl hatine dayin, gelek kar hatine kirin. Carna hewl û karen hanê berhemdar bûne, hevkarî û hevxebat di nava hêzên welatparêzan da pêkhatine. Lê belê ji ber gelek sedeman temena hevkariyên hanê dirêj nebûye û mixabin jêkbelav bûne.
Lê belê pêdiviya yêkrêziya hêzên niştimanperwer her li ciyê xwe mane û hewlên hêzên siyasiyên welatparêz bona pêkanina tifaqa hêzên Kurdistanî her berdewam bû, ku civîna me ya îro jî yek ji wan e.
Hevalên hêja,
İro em ji berê pirtir hewcedarê yêkrêziya hêzên welatparêz in. Ji ber ku rewşa Rojhilata Navîn roj bi roj aloztir dibe. Nakokiya dewleten mezin wekî Amerika û Rusya ligel dewletên navçe, nakokî di nava dewletên herêmê roj bi roj kurtir dibin. Dewletên İran û Suriyê, ku dagirkerê welatê me ne û dewleta Iraq rû bi rûyê gelek pirsgirêkên siyasî, civakî û aboriyê ne.
Li Tirkiyê yê dagirker jî rewş ji wan welatan baştir nîne.
Rejîma Tirkiyê roj bi roj ber bi diktatoriya teqakesî ve diçe. Her gotin û daxwaza Erdoxan dibe qanun û yasa.
Hikumeta AKP bi gelek pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî rû bi rû ye û nikare wan pirsan çareser bike. Bona vê yêkê jî zexta xwe li ser hêzên demokrat û aşitîxwaz, li ser ronakbîr û dezgeyên sîvîl pirtir dike.
Dewleta Tirk wekî berê dixwaze pirsa Kurd bi tank û top çareser bike, amade nîne mafên netewî û demokratîk a gelê Kurd binase. Siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Suriyê û Libyayê gihiştiye binbestekê.
Dewleta Tirk bi her cure zilm û zordariya xwe ve, bi hemu operasyonên leşkerî û militarize kirina Kurdistanê ve, bi girtin û teda û gef xwarinê ve nikariye pêşiya tevgera welatparêziya Kurdistana Bakurê bigre.
Bê guman qeyrana aborî, civakî û siyasî li Tirkiyê wê berdewam û kûrtir be, ger hikumeta Tirk siyaseteka dinê negre pêşiya xwe.
Birayên berketî,
Guman têda nîne tevgera azadîxwaziya Kurdistana Bakur di vê zirufê Tirkiyê da, ku min behsa vî kir dimeşe. Em bivên nevên her guhartineka erînî û nehînî bandora xwe li ser bizava neteweyiyê datinê. Ligel vê rastiyê, di nava xebata demokrasi li Tirkiyê û bizava azadixwaziya Kurdan da pêyvendiyeka xurt heye. Lê belê rastiyên hanê nabe delîlê vê yêkê, ku em pirsa Kurd wekî beşekê pirsa demokrasiya Tirkiyê pênase bikin. Pirsa Kurd li Tirkiyê pirsekê serbixwe ye, pirsekê neteweyi ye. Armanca serekiya gelê me azadî û serbestî ye, xilas kirina welatê xwe ji bindestiyê ye.
Rastî û diyardeyên hanê divê bibin xalên serekî di proseya pêkanina hevkarî di nava hêzên niştimanperweran da. Bi gotineka dinê divê bibine armanca serekî ya tifaqa neteweyiyê.
Hevalên delal,
Ligel vê divê tifaqa netewî ji aliyên partî û hêzên siyasiyên, ku:
Miletê Kurd wekî neteweyekî serbixwe, Kurdistanê wekî welatakê serbixwe dinasin;
Statuyeka netewî bo Kurdistanê daxwaz dikin,
Ala Rengîn û Siruda Ey Reqîb û pêşavayên gelê me wekî nirxên netewî qebul dikin ve were ava kirinê.
Herwekî dizanin pirsa Kurd pirsa beşekê gelê me nine, pirsa çînek jî nîne. Pirsa hemu Kurdan e. Divê ji bîra me neçe, ku civata me ji çîn û tebaqeyên cuda cuda pêkhatiye.
Di Kurdistana Bakurê da ayîn û mezheb, çand û zaraveyên cuda cuda hene. Tiştekê siruştî ye ku daxwaz û armancên çîn, tebeqa û pêkhateyên civakê ji hev cuda bin û her usa tiştekê normal e, ku her pêkhate bona parastina berjewendiyên xwe rêxistinên siyasî û komelên demokratîk ava bikin.
Ji bona vê yêkê divê deriyê tifaqa netewî bo hemu hêz û rêxîstînên Kurdan ra vekirî be. Wate tifaqa netewî hemu reng û dengen civata Kurd bine ba hev û bibe nunerê hemu reng û dengên me.
Ligel aliyên siyasî û komelên demokratîk, li Kurdistanê da gelek kesayetiyên welatparêz, ronakbîr, hunermend û nivîskar hene, ku endamê çu rêxistinên siyasî nînin. Lê bandora wan di civakê da gelek e û hêzekê karîger in. Bona vê yêkê jî divê wan jî di tifaqa neteweyî da cî bigrin û bona pêkanina vê tifaqê erkên xwe cî be cî bikin.
Hevalên delal,
Heya niha min bi kurtî bîr û baweriya xwe li ser çawaniya tifaqa netewî û xalên wê serekî pêşkeş kir. Pirsa pêkanin û şiklê vê tifaqê jî gelek girîng e. Gelo em çi bikin, ku rêxistinek hevbeş pêkbinin, daku rengê tifaqa neteweyî bide?
Bi baweriya min navê rêxistinê hevbeş evgas girîng nîne. Girîng naveroka wî ye. Girîng biryara me yê hevbeş e.
Em wekî PSK pêşniyar dikin, ku civina me yên bi vi awayî bila şiklekê dinê bigre û em bi hevra biryar bidin, gelo ji îro pêva emê çi bikin. Ger hûne berêzan di vî warê da bîr û baweriya xwe bêjin, civîna me wê berhemdar be.
Bi hêvîya serketina civîna me carekî dinê bi xêr hatina we dikim.
11.01.2020
(*) Gotarê, ku min di civina Amadê pêşkeş kir, ku di 12.01.2020anda ji aliyê PAK û PSK ve hati bû amade kirin û gelk ronakbir, niviskar û siyasetmedar têda beşdar bibû.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...