Mesut Tek

Beşdarên heja,
Gelek spas amadekarê vê civînê û bo min serbilindî ye, ku beşdarê civîna hanê bibim û li ser Qasimloyê nemîr biaxivim.
Bê guman gelek maqale û pirtuk li ser kesayetiya şehîd Qasimlo, kar û xebat û bîr û bawerî û serokatiya wî hatiye nivîsin. Gelek lêkolin hatine çêkirinê. Her usa di gelek zankoyan da kar û xebata tekoşerê gernas û mamostayê demokrasî û dîplomasiyê bûye babeta teza doktora ye.
Bi kurtî Şehîd Qasimlo di hemu waran da ketiye ber bahs û lekolînê. Ji bona vê yêkê bo min gelek dijwar e, ku Qasimloyê nemirê bo qutabiyên wî, bo hevsengerên wî û bo dosten wî yên nezîk binasinim û bê guman gotarvanên dinê behsa babatên hanê wê bikin.
Ez dixwazim di axaftina xwe da bahsa Qasimloyê mirov û Qasimloyê, ku min naskiriye û dersên, ku ez ji xebata wî fêr bûme, bikim.
**
Min navê Qasimloyê nemir di salen 70’i de bihist, ku hingê li Bakurê hişyariyekê netewi ya berfireh di nava xorten Kurdan bi hêz dibû. Di behs û gengeşiya me da navê Qasımlo jî dihat gotin. Lê bi nêzikê di salen 80’i de min ew naskir.
Pêyvendiya PSK ligel Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), di salen 70’i da bi taybeti li Ewropa hatibû danin, Paş ruxana rejima Şahinşahî, heyetek ji partiya me çû Mehabadê, serdana PDK-Î kir. Ji hingê va peyvendiya herdu parti roj bi roj geş û bi hêztir bû.  
 Tê zanin di sala 1980’an da li Tirkiyê Kudutayê leşkerê çêbû û gelek welatparêz mecbur man an biçin Kurdistana Suriyê an jî Kurdistana Îranê, ku ez ber bi Kurdistana Rojhilatê ve çûm. Ne tenê ez gelek endam û kadr û bi rêvabirên Partiya me Partiya Sosyalist a Kurdistan berê xwe dane Kurdistana Îranê.
Piraniya axa Kurdistana Îranê hingê hatibû rizgar kirin û ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) va dihat bi rêva birinê.
Hizb hamezê xwe ne tenê bo me, bo hemu tekoşerên Kurd, ku ji ber rejima leşkeri pena inabûn Kurdistana Îranê vekir.
Me di navçeyên azad da bingehe xwe ava kir. Beşdarê şoreşê bûn. Ligel kadrên siyasi a PDK-Î bona hişyar kirin û rêkxistina gel kar kir. Ne tenê warê siyasî her usa warê nizamiyê de me alikariya peşmerge kir. Hevalên me di şere Caddeye Piranşar-Serdest û Şerê çeterê ya bin nav û deng da şan bi şanê Pêşmerge şer kirin, hevalêk me şehid bû, ku ev yêka hanê yek ji serbilindiyê partiya me ye.
Ji salên 1981 vir de ji ber kar û baran me gelek caran serdana Polit Buroya PDK-Î dikir. Di her serdanê me da, me Şehid Qasimlo ji didit û ligel wi giftugo û sohbet dikir.
**
Nasnameyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya îro, berhema xebata Qasimloyê nemîr e.  Wekî eyan e PDK-İ paş ruxana Komara Kurdistan û şehîd kirina Pêşava Qazî û hevalên wî tuşî qeyrana nasnameyî bibû. Gelo PDK-İ beşekê partiya TUDEH e, an jî Partiya Demokrata Kurdistan (Başur) e? Di encama kar û xebata Qasimlo û hevalen wî, PDK-Î bûye partiyekê serbixwe û Kurdistanî û nasnameyê, ku îro heye bi xwe ve girt.
Dersê dinê, ku ez Qasimloyê nemîr fêr bûme parastina îxtiyara biryara siyasî dayin e. Zirufê navçe û Kurdistanê, li partiyen Kurd, bi taybetî li partiyên ku xebata çekdarî dikin ferz dike, ku pêyvendî bi dewletên cîran daynin, ku her yek ji wan dewletan jî beşekê welatê me dagir kirine.
Ev yêka hanê tiştekê siruştî ye. Lê tiştek, ku ne siruştî ye ev e, ku partiyan îxtiyara bîryar dayinê bidine destê biyanî û bi gor daxwaza qaşo “dost” tevbigerin. Şehîd Qasimlo derheqa babeta hanê da digot: “neyarek ku îro alikariya te dikin, her dijmin e” (mebest dewletên dagirker e, ku ligel dagîrkerekê dinê ya Kurdistanê nakok e û bona berjewendiya xwe alikariya partiyekê Kurd dike), “dost hene, îro alîkariya te nekin jî, her dost in”, (mebest dewletên sosyalîst û pêşkevtînxwazên vê demê bûn, ku derheqa pîrsa Kurd da bê deng bûn lê dost û hevpeymanê stratejîk ya tevgera Kurd in).
Qasimloyê şehîd hertim digot partiyên Kurdistanê dikarin ligel dewletên ciran, ku her usa dewletên dagîrker in, pêyvendî deynin, lê belê nabe baca pêyvendiya hanê tevgera azadîxwaza vê perçeyê bide.  
Qasimloyê nemîr gelek girîngî dida piştgiriya navnetewî û gelek hewl da, ku hêzên demokrat û azadîxwazen cihanê palpiştî tevgera azadîxwazê Kurd bin. Di her derfetek da digot “dijminek pir e, hezar dost kêm e.” Digot divê em hewl bidin neyarên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde, ger dost nebin jî, bila bê teref bin an jî nebine neyarê tund.” Bona vê yekê jî alîgirê diyalog bû, gelek girîngî dida diyalogan.
Dersek, ku ez ji şehîd Qasimlo hîn bûm, derheqa demokrasiyê bûn. Hingê ez sosyalîstê tund bûm. Min/me digot divê em bona demokrasiye jî xebatê dikin. Li ba min/me sîstemê demokrasî nirxekê burjuvazî bû û demokrasiyê li ser riya sosyalîzmê qanaxek bû. Dîktatoryayê proleterya li ba me ji demokrasiyê herî kamîl û pêşketî baştir bû. Lê belê gava Şehîd Qasimlo digot “demokrasiyê xirap ji dîktatoryayê baş çêtîr e”, di destpêkê da me qebul nedikir û digot çawa tiştê usa dibe? Lê belê ez hêdî hedî têgihiştim, ku şehîd Qasimlo rasttir e û divê xebat bona demokrasiyê bibe sutunek ji bona xebata azadî û serbestî ye.
Ligel vê yekê Qasimloyê nemîr hertim bo me digot “belê rast e îro li Tirkiyê kuduta hatiye çêkirin rejîmê leşkerî heye. Lê belê anegorî İran Tirkiyê welatekî demokratîk e û qedrê vê tiştê bizanin û ji bona berfirehtir û cîgirtir bûna demokrasiyê jî kar û xebat bikin.
Qasimlo giringyeke taybeti dida tevgera kurd li Tirkiyê. Digot berê Tirkiyê li Rojava ye, Tirkiyê dixwaze bibe endame Yêkitiya Ewropa û bona vê yêkê jî mecbur e hinek reforman çêke. Ku, ev yêka hanê bona tevgera Kurd li Bakurê derfet e. Divê tevgerê Kurd ji tund û tijiyê dur bisekine, giringi bide xebata demokrasi û diplomasiyê li Ewropa.
Li ba Qasimloyê şehîd hevkarî û diyaloga partiyên seranserê Kurdistanê gelek girîng bû. Lê belê ev her usa bi tundî dijî vê yêkê bû, ku parçeyek tedaxulê kar û barên perçeyê dinê bike û xwe li ser parçeyên dinê bisepine. Qasimloyê nemîr hemu aliyên siyasiyen Kurdistanê wekî bira didit û digot “em hemu ne dostê hevudu ne, em hemu birayê yekudu ne. Ji ber ku meriv dostê xwe hildibijerê lê belê nikare birayên xwe hilbijere.
Dersek, ku ez jê fêr bûme girîngî dayîna pêyvendiya tevgera azadîxwaziya Kurd ligel tevgera demokrasî û guhartina gîştî a welat, ku Kurd têda dijî. Bona vê yêkê şehîd Qasimlo gelek giringî dida tevgera dijberê rejîma Îranê û ez şahîdê vê yêkê bûm, ku HDK-Î bê cudayî çawa alikariya partiyên dijberê rejîmê dikir, ku bi neçarî hatibûne Kurdistana Rojhilat û li vê binke danî bûn.
Qasimlo carna jî ji bê dengiya bîrûrayê navnetewî aciz dibû gazinda dikir û digot “du dostên me hene, gelê me û çiyayên me.” Lê em hemu baş dizanin, ku Qasimloyê nemîr, ligel qazinca hanê her usa di warê navnetewî da bona peyda kirina dost û alîkar bo xebata azadiyê, gelek kar kiriye û xebata hanê bo Qasimloyê nemîr yek ji mercên serketinê ye. Îro eğer gelek karbidestên dewletên Rojava, serokên partiyên desthilatdar dibêjin,“ne tenê çiya em jî dostê Kurd in”. Bê guman bandora xebata Qasimloyê nemîr di gotina hanê mezin e.
Qasimloyê hertim digot em şer naxwazin, şer li me hatiye sepandinê. Şehîd Qasimlo her tim xwestiye, ku  pirsa Kurd bi şiklê aşitî û bi rêka diyalogê were çareser kirinê, evê rejîm e, ku bi tank û top êrîşê ser gelê Kurd dike û gelê Kurd jî bona parastina hebûna xwe, bona parastina welatê xwe mecbur maye, ku çek hilgire û şer bike.
Qasimloyê nemîr digot giftugo ligel rejîm beşekê girîng a xebata azadiyê ye, mêzê giftugo jî wekî çiya, wekî zanko, wekî kolan û karxane meydana xebatê ne. Xebat li çiya û banî Kurdistan, li deşt û zozan, li kuçe û kolan, li zanko û karxana têne kirinê lê di axiriyê da herdu alî li ser mêzê rudinin û pirs li ser mêzê giftugo tê çareser kirinê. Xwe jî li ser mêzê giftugo hatiye şehîd kirinê, ku ev yêka hanê nişan dide, ku Qasimloyê nemîr çiqas li ser û boçunên xwe mîcîd e, pêgir e. Şehîd Qasimlo li ser bîrûbaweriya çiqas pêgîr bû evqas jî ji tundrewiyê dur bû, sazişkar nebû sazgar bû.   
Bi gor min ligel ew hemu xisusiyetên xwe ve, Qasimloyê nemîr wekî me mîrov bû. Ustureyî nebû ji ezmanê nehati bû. Yên ku gelek bandor li ser min kir, xakî bûna Qasimlo bû, ligel zarokan zarok bû, bi zarokan ve sohbet dikir, ku yek ji wan zarokan qiza min bû.
Qasimloyê nemîr yarîker bû, hanek dikir. Rugeş bû, min her tim wî bi rukenî dîdit. Ji xwe nişan dayin (show) dur bû. Hingê li ciya serokên partiyên dinê bi 40-50 Pêşmergeyên parêzvan ve digeriyan, Qasimloyê nemîr jî bi 5-6 Pêşmerge va.
Qasimloyê mîrov wekî hemu mirovan ji kemasiyê xalî nebû.
Gotina Rusan heye, ku dibêjin “helo (Qertal) carna heya mustevayê firina mîrîşk nizm difire, lê bêlê mirişk çu caran nikare qasê qertal bilind bifire.
Qasimloyê şehîd li esmanê Kurdistanê qertalê berz firin e û her usa jî bimine.
Dubare spas dikim.
17.02.2020
(*): Gotarê min e, ku min di 17.02.2020an da, dı merasima da ku, bona 30êmin salvegera şehid bûna Qasimlo, ji aliyê Enstituya Kurd li Paris li Senatoya Franse hatibû amade kirinê, pêşkeş kiriye.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...