Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku ji bo çavdêrî û piştgiriya referanduma serxwebûnê hatibû Hewlêrê, piştê encamdana dengdayînê civînek pêkanî. Di civînê de pêvajoya referandûmê bi her awayi hat nirxandin û biryar hat dayîn ku belavoka  jêrê ji raya giştî re bên belavkirin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, referandûma serxwebûnê ku di 25ê Îlonê de çêbû wek gaveke dîrokî destnîşan dike. Û her weha ew kesên ku keda wan di vê karê da heye; gele Kurdistanê,  partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ku bi jêhatiyeka bêhempa, sebreke mezin û bi pêgirî di pêvajoyê de roleke sereke girt, bi dil û can pîroz dike.
Gelê Herêma Kurdistanê; Kurd, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, Keldanî bi hemî rêngên xwe bi awayeke aktif beşdarê referanduma serxwebûnê bûn û bi rêjeyek bilind, bi % 93 daxwaza serxwebûnê pejirandin û bi vê awayî derbarê pêşeroja xwe da îradeyek xurt û bê dudilî eşkere kirin.
Li aliyê din em gelek kêyfxweş in ku referanduma serxwebûnê bi awayeke demokratik û şeffaf birêve çû û heman demê da di atmosferek aştiyane û di nav maquliyetêk da bi dawî hat. Ev bi serê xwe ciyê şanazîyê ye.
Di vê qonaxê da tiştê pêwîst ew e ku divê her kes ji îradeya gelê Kurdistanê ya xurt û rewa re rêz bigirê û nas bike.
Gelê Kurdistanê wek her miletekî dixwaze li ser axa xwe bi awayeke azad, serbixwe û bi serbilindî bijî. Nîqaşkirin û tohmetkirina vê îradeya gelê Kurdistanê ne helwesteke ehlaqî ye û ne jî li gor nirxên siyasî û hiqûqî ye.
Daxwaza serxwebûnê ya gelê Kurdistanê ne tenê mafeke rewa ye, her weha jibo aştî û aramîya heremê jî faktorek e grîng e.
Tecrubeyên 26 salên dawî nişan didin ku Kurdistaneke serbixwe jibo tu civat û dewletek xeter nine, eksê wê Kurdistaneke serbixwe wê di Rojhelata Navin de bibe garantiya aştî û aramîyê.
Her weha ji demek ve Tirkiye bi hinceta referanduma serxwebûnê li hemberê Herêma Kurdistanê bi zmaneke  tund gefan dixwe. Divê em eşkere bêjin ku fêda vê zimanî ji tu kesî ra tuneye. Mixabin Tirkiye careke din di mesela Kurd de vegeriyaye li ser siyaseta şoven û militarizmê. Şik tune ye ku helwesta Tirkiyê ya êrişger ya li himber Kurdistanê wê li pirsa Kurd a di nav Tirkiyê jî tesireke xirab deyne û wê aloziya heyî kurtir bike.
Em wek PSK carek din bangê hikumeta AKPê dikin ku cihê ku li gor helwesta MHPê û dijminên Kurdan tevbigerin, bila ji îradeya gele Kurdistanê ra rêz bigrin û bi Herêma Kurdistanê ra pêwendiyên baş deynin. Ceribandinên sed salên çûyî nişan didin ku daxwaza gele Kurd ya ji bo jiyanek azad, wekhev û bi rûmet bi zor û tehdidan nayê fetisandin. Eksê wê, helwesteke bi vê awayî dê pirsa heyî aloztir bike, dijberî û nakokiyên di nava gelan wê kurtir bike.
Van tecrubeyên dîrokî û pêdivîya aştî, aramî û biratiyê ferz dike ku Tirkiye di pirsa Kurd de, bi taybetî jî di pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê de vegere riya çareserîyê û helwesteke çêker û maqul bişopîne.
PSK di eynî weqtê de bangê dezgeyên navneteweyî, dewletên têkildar û kesên aştîxwaz, azadîxwaz û demokrat dike da ku ji iradeya Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê re rêz bigrin û li hember tevî êrîş, tehdit û dorpêçanê Herêma Kurdistanê biparêzin.
Divê bê zanîn ku ji iradeya gele Kurdistanê re rêzgirtin û parastina wê li hember hemî zordarîyan bûye ezmûnek ehlaqî, wicdanî û insanî  jibo mirovatiyê.
Li aliye din partiya me bangê Kurdên çarmedorê dinyayê dike da ku xwedî li daxwaza rewa û meşru, daxwaza serxwebûna Herêma Kurdistanê derkevin. Bi hemî rê û rêbazên aştiyane, demokratik û diplomatik piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin. Jibo pêşî lê girtina hewlên fetisandin, êriş û reşkirina Kurdistanê seferber bibin. Em bangê vicdana mirovahiyê bikin, daxwaza piştgiriyê ew kesên azadîxwaz, aştixwaz û aligirên biratiya gelan, bikin. Bi vê awayî li derdora Herêma Kurdistanê çemberên piştgiriyê avabikin.
Wek ku xuya ye, pişte referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê qonaxeke dîrokî li paş ma û niha jibo serxwebûna Kurdistanê pêvajoyeke nû, lê bi zor û zehmet destpê kiriye. Jibo selametiya vê pêvajoyê û ji bo ev pêvajo bi rêya aştiyane û diyaloxê bi serkeve herkes, em hemî di bin berpirsiyarek mezin da ne.
Referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê û li gelê herêmê pîroz be.
 
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...