Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Cejna Rojiyê li hemu musulmanan bi taybetî Kurdên musulman pîroz dikin. Hêvîdar in Cejna Rojiyê bibe alîkarek bona azadiya Kurdistanê, bextewariya gelê me, cîgir bûna arami û asayiş li herêmê û pêkhatina hevkariya hêzên welatparêzên Kurdistanê.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Kürdistan’ın özgürlüğüne;
Kürdistan halkının mutluluğuna;
Bölge’de huzur vegüvenin yerleşmesine,
Yurtsever ve demokratik güçler arasında işbirliği sağlanmasına katkı sunması dileği ile başta Kürtler olmak üzere müslüman aleminin Ramazan Bayramını kutlarız.
PSK-Kürdistan Sosyalist Partisi

Ji Bona Serokatiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê,
Hevalên tekoşer,
Dawetnama we ya Kongra ya 16e ya Partiya we, partiya şehîdan, partiya Pêşawa û Qasimlo û Şerefkendî gihişte destê me. Gelek spas dikin.
Hevalên xebatger,
Kongra we di zirufeka gelek hestyar û nazik da dicive, ku di hemu perçeyên welatê me da, li peşiya xabata azadîxwaziya Kurdistanê derfetên zêrîn û dîrokî jî hene, metirsiyên mezin jî...
Em piştrast in, ku Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ), serokatî, endam û kadr û Peşmergeyên wê yên xudan tecrube û zana û zîrek, dikarin jî vê derfeta zêrin îstîfade bikin, li Kurdistana Rojhilatê xebata azadî û bi dest xistina maafên netewî û demokratîk pêşva bibin bigîhîne armanca cangoriyan.
Hêviya me ev e, ku Kongra ya 16’e a partiya we, partiya dost û bira bibe qonaxeka nu di xebata we ya pîroz da.
Hevalên berketî,
Em carekî dinê piştgiriya xwe pêşkeşê li xebata we ya nû, ku jêra “Rasan” dıbêjin, dikin û serketina kongra we dixwazin.
Bijî Xebata Hizba Demokrata Kurdistana Îranê!
Bijî Hevkarî û Yêkitiya Partiyên Niştimanperwer!
Bijî Biratiya HDKÎ û PSK
Serkeve Kongra ya 16e HDKÎ

23.02.2017

Mesud Tek
Serokê Giştî

Ji Bo Çapemenî û Bîrurayê Giştî

Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 27-28ê kanunê li Amedê civiya û li ser pêşhatiyên siyasî yên Kurdistan, Tirkiyê û navçeyê giftugo kir û biryar da, ku belavokê jêrê pêşkeşê bîrurayê giştî bike.

Partiya me ji roja yêkan a êrîşa leşkeriya Tirkiyê bo ser Afrînê ve, dijî êrîşa hanê derketiye û cext li ser vê yêkê kiriye, ku êrîşa hanê di navçeyê da dibe sedema pirsgirêkên siyasî û mirovî, ku çareseriya wan ne mîmkun e û daxwaz kiriye, ku herçi zûtir operasyonê hanê bê sekinandinê.

Em carekî dinê cext li ser vê yêkê dikin, ku berdewam kirina êrîşa leşkerê Tirk bo ser Afrînê, di herêmê da tenê dibe sedema zêdetir bûna êş û kurtir bûna nakokî û aloziyê. Ev yêka hanê jî her usa pirsa Kurd ya sed salî li Tirkiyê aloztir û proseya çareseriya wê jî dijwartir dike.

Geş kirina şovenîzm li gel operasyona leşkerî ji aliyê desthilatdariya AK Partî ve, di nava civatê da girjî û cudahiyê kurtir dike. Yên ku dijî şer in û li hemberê siyaseta tundûtijiyê desthilatdariya AK Partî AK Partî ne, dikevine ber êrîşê û têne girtin. Ev yêka jî nişan dide, ku li Tirkiyê azadiya derbirina bîr û bawerî nemaye. 

Divê Tirkiyê herçi zûtir operasyonê li ser Afrînê bide sekinandinê dev jê siyaseta nişan dana destkevtên Kurdan li ser ser xwe wekî xeterek berde û hewl bide daku pirsa Kurd li Tirkiyê bi şiweyê aşitiyê were çareser kirinê. Girtiyên, ku dijî şer derketine û aşitî xwastine, divê bêne azad kirinê.

Partiya me daxwaz ji Yêkitiya Mîletan, Yêkitiya Ewropa, NATO, Rêxistina Yêkitiya Îslamî û dem û dezgeyên navnetewî yên dinê dike, ku bona ragirtina şer û nehistina girjî li navçeyê kar û xebatê bikin.

Alozî, şer, pevçûn, girjî û ne aramiyê ku sed sal e li navçeyê berdewam in, şerên, ku li Kerkuk û Afrînê çêdibin, nişan didin, ku pirsa Kurd û Kurdistanê pirsê serekî ya Rojhilata Navîn e. Heya, ku li Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyê mafên netewî û demokratîk ya gelê Kurd neyêne dabin kirinê, demokrasî, aşitî û aramî li navçeyê cîgir nabe.

Meclîsa Partiya me carekî dinê daxwaz dike, ku Rewşa Awarte (OHAL) sîstema Biryarname di Hukmê Qanunê (KHK) da bêne betal kirinê. Herçi zûtir zirarên, ku berhemên OHAL û KHK ne, bêne qerebo kirinê.

Meclîsa Partiya me wekî prensîb, dijî şer û tundûtijiyê ye, banga hemu aliyên civakî dike, ku dengê xwe dijî şer û tundûtijiyê û OHALê bilind bikin. Piştgiriya çalakiyên demokratîk û meşru dike, ku di vî warê da li Tirkiyê û welatên Ewropa têne encamdanê.

Gelê me di xebata xwe ya azadî û demokratîk, ku meşru û rewa ye, divê derbareyê provokasyonan da hişyar be, rê nede, ku tirs û xof li ser wê bandora xwe dayne, bi xurtî bawer bike, ku rojek ji rojan bê dadî û şer û tundûtijiyê nemînin.

Çu encamê înkar kirin û tundutijiyê nîne.

Tenê rêyek heye ev jî demokrasî, azadî, diyalog û qebul kirina hevdu n.

 

28.01.2018

Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan

TBMM’de Türkiye’nin gerçeklerine ters, asimilasyon ve inkârcı resmî ideolojiye bağlılığın bir ifadesi olan milletvekili yeminini okumayı reddeden Ağrı HDP Milletvekili Leyla Zana’nın milletvekilliği düşürüldü.

Aynı gün Diyarbekir’de bir mahkeme tüm hukuk kurallarını ayaklar altına alarak, Hakkâri HDP Milletvekili Abdullah Zeydan’ın Bölge İstinaf Mahkemesinden dönen 8 yıl hapis cezası kararında direndi.

Tüm bu yaşananlar, Kürdleri legal siyasi alanın dışına atmayı hedefleyen planın birer parçası.

Leyla Zana kararı, Milletvekili yemininin değiştirilip Türkiye’nin gerçekleri, çok kültürlü yapısına uygun bir biçime kavuşturulması zorunluluğunu bir kez daha ortaya koydu.

Kürdlerin devletin kendilerini dışına itmek istediği legal ve siyasi alanda kalması gerekliliğini bir kez daha vurgulayan Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK, Leyla Zana ve Abdullah Zeydan hakkında verilen kararları protesto eder.

 

11 Ocak 2018

PSK-Kürdistan Sosyalist Partisi

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...