-
Son Güncelleme: 15.12.2019
Qampa Ciwanan ku ji aliyê Komisyona Navendî ya Ciwanan a partiya me ve amade kiribû, di 25ê Tebaxê de
destpêkir. Di roja yekemîn a kampê de, Serokê Giştî yê Partiya me Rêzdar Mesûd Tek serdana ciwanan kir û
di heqê partiyê de agahî da ciwanan. Ciwanan bi baldarî li Mesûd Tek guhdarî kirin, pirsên xwe jê kirin û di
heqê mijarên rojane de sohbet kirin.
Qampa ciwanan dê hefteyekî bidome de û di vê navberê de dê ciwan beşdarî semînerên wek çand, siyaset û dîroka Kurdistan;
sosyalîzm û federasyonê bibin.