Meclîsa PSKê ya Derveyê Welat di roja 9.12.2017an de civîna xwe pêkanî. Di civînê da, kar û xebatên Rêxistina Derveyê Welat a PSKê , rewşa Kurdên dîasporayê, her wiha kar û xebatên ku diviya bihata kirin, hat raçavkirin û nirxandin.
Civîn, li ser pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê, di organîzekirin û di beşdariya civîn û çalakiyên cur be cur ya ji bo piştgiriya referandûmê da, bi xurtî cîh girtina endam û alîgirên PSKê wek bicîhanîna erkekî blind ya neteweyî hate nirxandin. Ev yeka jî bo PSKê cîhê serbilindiyê bû.
PSK bi kêfxweşiyek mezin pêşiwaziya serketina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku ji %93 dengên erênî wergitibû kir.
Wek tê zanîn dagîrkerên Kurdistanê Îran, Iraq û Tirkiyê ne razîbûna xwe li dijî referandûmê nîşan dan, lê nekarîbûn îradeya siyasî ya gelê Kurdistanê bişkînin.
Dewletên dagîrker, piştî referandûmê jî vala nesekinîn. Pêkve pîlan û projeyan ji bo têkbirina ewlehî û dagîrkirina Kurdistanê danîn. Mixabin ku di nav YNK de grubekî desthilatdar jî tevlî dek û dolabên dagîrkerên Kurdistanê bûn û bo dagîrkirina Kerkûk, Xurmatû û hin deverên din zemîn çê kir. Hukumeta Bexdayê bi alîkariya Rejîma Îran û rêxistina wan ya terorîst û bi alîkarîya ew gruba desthilatdar a nav YNK va Kerkûk û Xurmatuyê dagîr kirin. Derb û êşa herî giran ji vê gruba ku xwe wek xwediyê YNK´ê dizanin hat. Ev helwesta dilê dijmin xweş kir û dilê Kurd û Kurdistaniya jî bi êş û azar kir. Ev yeka rûpelek reş di dîroka Kurdistanê vekir.
Hukumeta Bexdayê bo çareseriya pirsgirêkan û bi cîhanîna yasayên Iraqa federalî nêzî diyalogê nabe. Ev yaka jî rewşê hîn aloztir dike.
Civîna PSKê piştgirya xwe bo îradeya gelê Başûrê Kurdistanê dûbare dike. Ji bo bi serketina îradeya başûrê Kurdistanê, li ewrûpayê û di kada navdewletî da bo xurtkirina lobiya Kurd karê xwe didomîne.
Heyf û mixabin ku karesatên xwezayî jî li ser Kurdistanê kêm nabin. Di roja 12.11.2017 de erdhejiyek mezin li Rojhilatê Kurdistan, li bajarê Kirmanşah çê bû. Erdhejî tesîra xwe li Başûrê Kurdistan, li der dorên Helebçeyê jî xwe nîşan da. Lê li gund û derdorên Kirmanşahê xesar gelek mezin e. Mirî û birîndar gelek in. Xanî û malên gelek kesan hilweşiyaye. Xelkekî zêde bê cîh û bê war maye. PSK, rejîma xwînmij a Îranê şermezar dike ku alîkariya pêvîst nade xelkê û her usa pêşî li ber alîkariya xelkê jî digre.
PSK li Ewrûpayê bo pêçandina birînên karesata erdhejiyê li gel hin partîyên Kurdistanî û bi taybet jî bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê va, bo komkirina alîkariyê dest bi kampanyayek kiriyê û ev kampanyaya hêjî berdewam e. Di roja Pêşmergeyên Kurdistanê da, PSK û PDK-Îran li bajarê frankfurtê şevek alîkariyê li dar dixin. Hemû hatiniyên vê çalakiyê, wê biçe bo mexdûrên erhejiyê ra.
Hukumeta AKP`ê destê xwe ji reformên demokratîk vekişand û siyaseta xwe bi temamî li ser dijminatiya Kurd dajo. Bi hinceta teror û Fetullahciyan bi hezaran kes, rojnamevan siyasetmedar û mamosteyan avêtiye zîndanê.
Li Kurdistanê rewşa awerte îlan kirîye. Rê nade Partîyên siyasî û rêxistinên sivîl, çalakiyên demokratîk li dar bixin. Civîn, meş û daxuyaniyên Partiyên siyasî li Kurdistanê qedexeye. Ev siyaseta Tirkiyê ber bi rewşek gelek xerabtir dibe. Hukumeta AKPê divê ji tercubeyên sed sala ders werbigrê ku siyaseta înkar û tune hesapkirina Kurdan wan ber bi sîstemek demokratîk ve nabe. Heta ku Kurd azad nebin, dewleta Tirkiyê jî huzûr nabînin.
Dewletên zordar û dagîrker ji demokrasiyê ditirsin, ji ber ku sistema wan li ser bingehet zorê hatiye avakirin. Ew sistema ji demokrasiyê ditirse.
Dewleta Tirkiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her usa ji destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî gelek acize. Siyasetek, tehdîdker û dagîrker daye pêş xwe. Nuha jî Rojavayê Kurdistanê tehdîd dike û dixwaze bajarê Afrînê dagîr bike û ji kontrola Kurdan derxîne. Dijberî kirina Kurdan, mêjiyê Tirkiyê tevîhev kiriye, ne dizanin siyasetek çewa bide ber xwe. Çi dikin ji wan ra li hev nayê, ji ber ku riya wan ne riyekî raste. Du rê li ber Tirkiyê heye; Ya wê guhartinên demokratîk pêk bînin, bo naskirina mafên Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyê bide pêş xwe, ya duwem jî wek heta nuha siyaseta zordar û dagîrker bidomîne. Lê siyaseta zordarî û dîktatoriyê, her tim dawîya xwe bi gelek xwîn, êş û azar ve haniye. Aqîbeta wan dikare ji yê Sedam jî xerabtir be. Em dixwazin Tirkiye demokrasî û mafê mirovan ji xwe ra esas bigrê. Li Bakurê Kurdistanê mafên netewî û demokratîk ya Kurdan nas bike û tevahiya Tirkiyê ber bi demokrasiyê ve bibe. Li gel Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bibe dost û cîranê baş.
Civîna Meclîsa PSKê ya Derveyê Welat, rewşa rêxistin û dezgehên xwe yên wek KOMKAR, KOMCIWAN û KOMJIN`ê jî ji ber çavan derbas kir. Biryar girt ku rêjeya Jin û Ciwanan di organên partiyê da bilindtir bike.


09.12.2017
Meclîsa Derveyê Welat a PSK

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...