Mesaja hevpar a Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek û Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ji bo Komîteya Şeva Stockholmê ya Piştgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat
Ji bo şeva Piştgirîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat
Hemû dost û hevalên ku beşdarî vê şeva piştgirîyê bûne, em li ser navê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê û Partîya Azadîya Kurdistanê bi hestên xwe yên welatperwerî silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin.
Xuşk û birayên hêja,
Me bi vê gav û helwesta xwe ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat got ‘Êdî Bes e’.
Me got divê em di hilbijartinên herêmî de ji gelê xwe re rê û alternatîfa netewî, niştimanî, welatperwer pêşkêş bikin.
Me got ne sîyaseta ‘yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’’; ne jî sîyaseta ‘Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’
Me got ne qeyûm û ev şerê qirêj yê li dijî gelê me tê meşandin; ne jî sîyaseta xendek û barîkatan, sîyaseta şerê ku zerarê digihîne doza me, digihîne gelê me.
Me got di pirsa Kurd û Kurdistanê de bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl emê xebat û têkoşîna mafê çerenûsîya miletê Kurd, bimeşînin. Me got îro em li ser bingehê du milet û du welatan, li ser esasê du parlamento û du hikûmetan, bi şirîkatîyeke li ser esasê wekhevîyê em îro sîstema federalî pêşniyar dikin.
Dost û hevalên hêja,
Di serî de AKP û MHP û hemû Partîyên Dewleta Tirkîyeyê dibêjin yên ku dengê xwe nedine me, terorîst in, ne ji me ne; HDP jî dibêje yên dengê xwe nedine me piştgirên AKPyê ne.
Ev herdu nêrîn jî manîpulasyon in, projeyeke mihendîsîya civakî ye.
Ev her du îdîa û nêrînên pûç, nêrînê li dijî pir rengî û pir dengîyê ne, nêrînên li dijî azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ne, em ji binî ve red dikin.
Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xwedîyê doza miletê Kurd e, xwedîyê doza gelê Kurdistanê ye.
Em dibêjin, emê bajarên xwe jî, welatê xwe jî bi xwe birêvebibin.
Em dibêjin ji bo bidestxistina kursîyeke beledîyeyê, em naçin nakevin bin sîya tu kesî; em şexsîyeta xwe, bername û bîr û bawerîyên xwe binpê nakin.

Em dibêjin doza azadîya Kurdistanê ji hemû berjewendîyên şexsî û grûbî mezintir e, rewatir e, biqimetir e.
Em bangî hemû welatperwerên li dîasporayê dijîn e, dikin: Bi piştgirîya xwe ya aborî, sîyasî, nivîskî, propagandayê û bi beşdarîya xwe ya di kampanyayên me yên xebata hilbijartinê de hêzê bidine vê xeta netewî û Kurdistanî.
Îro zêdekirina dengên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, dê derzeke mezin li vê sîyaseta yek reng ya li Bakurê Kurdistanê bixe. Ji ber wê jî her dengek jî girîngîyeke xwe heye.
Hûn bi piştgirîya xwe dê hêzê bidine xwe, bidine pêşeroja xwe.
Werin em dest bidine hev û bi hev re hêvî û rêyeke nû ji gelê xwe re vekin.
Werin bila ev gava biçûk bibe destpêka hêvî, tifaq û yekgirtinên nû û xurtir.
Werin em bi hev re , rûpelekî nû ji pêşeroja gelê xwe re vekin.
Li gel rêz û silavên me.
23.02.2019
Mesut Tek Mustafa Özçelik

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...