Bas News - 27.10.2015

Partiya Sosyalîst a Kurdistan’ê (PSK) ku yek ji kevntirîn partiyên Kurdistanî ye, piştî nîqaşên 22 salan, di Kongre ya xwe ya 10’an de biryar da ku dest bi pêvajoya legalîzebûnê bike û bi bernameyeke aktuel êdî siyaseta xwe di qada legal de bimeşîne. Sekreterê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek, guherîna bernameya PSK’ê wek ‘pêdiviya serdemê’ destnîşan kir û anî ziman ku bi vegera şexsê wî ya Kurdistan’ê pêvajoya legalîzebûna PSK’ê destpê kirî ye. Mesûd Tek di derbarê siyaseta Bakur û Tirkiye’yê, pêwendiyên wan ên li gel partî û rêxistinên din ên Kurdistanî, şerê li Rojhilata Navîn û rola Başûr û Rojava û gellek babetên din de nêrînên xwe û rîwangeya PSK’ê bi peyamnerê BasNûçe’yê Kalê Badî re parve kir.

 

‘Legalbûn bi vegera min destpê kir’

 

Pêvajoya biryara vegera we ya Kurdistan’ê û legalîzebûna PSK’ê çawa bû?

 

Çîroka legalîzebûna PSK’ê nêzîkî 22 sal berê destpê kir. Di navbera van salan de PSK 3 kongre pêk anî û di van kongreyan de ji bo legalîzebûnê gellek nîqaş û pêşniyaz hatin kirin. Lê belê ev pêşniyaz di kongreyên me de nehatin erêkirin û em îllegal man. Axir di Kongre ya 7. a PSK’ê ya 2003’an de me biryar da ku em di Kongre ya 8. de li ser mijara legalîzebûnê bi berfirehî rawestin û nîqaşan bikin. Bi vê mebestê me di Kongre ya 8. de bîr û rayên endamên hemû leqên partiya xwe wergirt. Piştî vê xebatê me Kongre ya xwe li dar xist. Lê di vê kongreyê de jî biryara legalîzebûnê nehate stendin û dîsa me biryar da ku di Kongre ya 9. de em dîsa li ser vê mijarê rawestin û çi erênî çi neyênî em hemû ramanên endaman werbigirin. Axir di Kongre ya dawî de piraniya endaman ragihandin ku êdî dema legalîzebûna PSK’ê hatiye û divê hemû kar û xebatên partiyê ji bo legalîteyê bêne veguhestin. Kongreyê ji bo cîbicîkirina vê biryarê jî mekanîzma saz kir; Wê çawa, bi çi şêweyê û bi kê re legalîzebûn bê kirin? Ji bo van pirsan kongreyê di 11 xalan de biryar wergirt. Yek ji 11 xalên biryaran ew bû ku, ‘Divê komîteyên navendî 2 salên piştî kongreyê karê legalîzebûna partiyê temam bike. Beriya ku ew dem temam bibe, yanî bi ser Kongre ya 10. ve salekî û çar meh derbas bû ev xebat hatin cîbicîkirin. Li gor biryarên me, pêvajoya legalîzebûna PSK’ê bi hatina min dest pê dike. Piştî hatina Amed’ê, me bi nûnerên hemû rêxistin û komîsyonên xwe re civîneke berfireh pêk anî daku em dest bi pêvajoya legalîzekirina PSK’ê bikin. Di 18’ê vê mehê de li gel komîteyên navendî me ji 80 kesan meclîsa encûmenan pêk hanî.

 

Niha li gor yasayên Tirkiye’yê pêvajoya legalîzebûna PSK’ê di çi rewşê de ye?

 

Ji ber ku biryarên Kongre ya PSK’ê jî pêvajoya legalîzebûnê temam nebûye, heta niha me serlêdana fermî nekirî ye. Ji bo vê pêvajoyê, yek ji biryarên me jî ew bû ku em hin xalên bernameya PSK’ê realîze yan jî rojane bikin; Lewre her çiqas me di kongreyan de hin xalan guhertibe jî bernameya partiya me bernameya Kongre ya 1993’an e. Lê em dixwazin bernameyê bi tevahî li gor şert û mercên îroyîn û li gor esasên partiyeke legalîzebûyî binirxînin û rojane bikin. Xalên ku li dema îroyîn nagoncivin bêjing bikin. Bêguman ji bo hemû ev xebatan dem divê.

 

‘Em ê bêtir grîngî bidine serxwebûnê’

 

Xalên sereke yên ku hûn dixwazin biguherînin û yên ku hûn ê neguherînin kîjan in?

 

Piştî 22 salan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê rewş guherîn. Ji ber vê yekê em dixwazin paradîgmaya partiya xwe li gor mercên nû guncaw bikin û xalên ku kevn bûne yan jî cîbicî bûne ji nav armanc û daxwazên xwe derxînin. Lê belê ez bawer dikim em ê dîsa li ser federasyonê pêgir bin û dibe ku em naveroka federasyonê rontir û zelaltir bikin. Her wiha egerî heye ku em ji niha û pê ve bêtir grîngiyê bidine daxwaza dewleta serbixweyî.

 

‘Sosyalîzm piştî azadiyê’

 

Bi hatina we û bi destpêka pêvajoya legalîzebûna PSK’ê hûn ê hewl bidin ku li Bakur guherîneke çawa çêbikin?

 

Çawa ku heta îro armanca PSK’ê ya sereke bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd be, ji îro pê ve jî wê armanca me ya sereke ev be. Ji bo me ya herî grîng bi civakeke demokratîk re azadbûna Kurdistan’ê ye. Piştî azadbûnê mirov dikare qala sosyalîzmê bike. Welatekî heta ku bindest be û azad nebûbe û di nav civaka wê de demokrasî bi cih nebûbe, nabe ku qala sosyalîzmê bike. Li Tirkiye’yê, ji bo dema niha em azadbûna gelê kurd di federasyonê de dibînin. Wek hemû neteweyên din, mafê kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bike. Lê belê wek PSK, em mercên Kurdistan, Tirkiye’yê û herêmê û pêwendiya Tirkiye û Ewropa û dinyayê li ber çavan digirin û ji ber vê yekê em dibêjin, baştirîn û guncavtirîn rêya çareseriyê federasyoneke ku li ser wekheviyê hatiye sazkirin e.

 

Ji bo hemû Tirkiye’yê federasyon an tenê ji bo kurdan?

 

Em partiyeke Kurdistanî ne û pêşniyazên me ji bo Kurdistan’ê ne. Gelên Tirikiye’yê jî bixwazin bi çi şêweyê bijîn ew serbest in. Em nikarin li ser navê 46 neteweyên din daxwaza şêweyeke rêvebirinê bikin. Ji ber ku em xwe partiyeke Kurdistanî dibînin, mafê me heye ku em ji bo çarenûsa gelê xwe gotinan bêjin.

 

Wê pêwendiya we û HAK-PAR’ê heta niha çawa bû û ji niha pê ve ew ê çawa be?

 

Ji dema damezirandina HAK-PAR’ê ve pêwendiyên me li gel wê baş in. Ji destpêka ve peşka herî mezin a HAK-PAR’ê hevalên me bûn. Ji serokatiyê heta endamtiyê gellek hevalên me di nav HAK-PAR’ê de bûn. Bêguman ji siyaset û rêxistinên cuda kesayet jî di navê de hebûn û HAK-PAR bi konsensuseke piralî pêk dihat. Em neheqiyê li aliyên din ên di navê de jî nekin; Lewre stûna HAK-PAR’ê tenê ji hevalên me pêk nedihat. Lê belê ji ber ku me dixwest HAK-PAR hin tiştên xwe biguherîne, bi beşdariyeke hevpar em tiştekî pêk bînin, di nav me de nîqaş derketin û em negihîştin encamekê. Ji ber vê yekê em bêçar man ku bi ser PSK’ê xebatên xwe bimeşînin.

 

‘Em dixwazin bi HAK-PAR’ê re hêza xwe bikin yek’

 

Wê hevalên we yên di nav HAK-PAR’ê de vegerin PSK’ê yan na ?

 

Ji niha û pê ve ew partiyeke, em jî partiyek in û em pêxweş in ku bi wan re kar û xebatan bikin. Ji niha ve hin hevalên me vedigerin. Piraniya endamên meclîsa partiya me ya ji 90 kesan pêk tê di heman demê de endamên HAK-PAR’ê bûn. Ji ber ku em jî hewl didin bibin partiyeke legal, em dixwazin ew hevalên me vegerin PSK’ê, lê belê ji ber ku HAK-PAR beşdarî hilbijartinê bûye, em naxwazin ku bi vegera van hevalên me HAK-PAR jî ziyanê bibîne. Hinek hevalên me berendamên HAK-PAR’ê yên hilbijartinê ne û niha xebatên hilbijartinê dimeşînin. Em niha daxwaza vegerê ji wan nakin, lê piştî hilbijartinê, ku wê meclis diyar bibe de em ê banga vegerê li hevalên xwe bikin. Heta, ne tenê hevalên me yên nav HAK-PAR’ê, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, ew hevalên me yên ku berê ji me veqetiyane, em ê ji bo hemûyan bangewaziyeke giştî bikin. Di dîroka 41 salan a PSK’ê de serdemeke nû ya legalîzebûnê dest pê kirîye û em bang li hemû hevalên ku di van 41 salan de ji bo PSK’ê ked dane ku vegerin nav PSK’ê û xwedî lê derkevin; Lewre PSK partiya wan e jî. Her wiha ez hêvî dikim ku pêwendiyên me û HAK-PAR’ê xerab nebin û em problemên xwe yên piçûk di nav xwe de çareser bikin. Wek feraset, bîr û bawerî û heta bernameya xwe jî em nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê daxwaza me ew e ku PSK û HAK-PAR hêzên xwe bikin yek û eger em nebin yek jî em di nav xwe de hevpeymaneke baş pêk bînin.

 

Derveyî HDP’ê, ji bo partiyên din ên Bakur, her rexne tê kirin ku wek raman û feraset nêzîkî hevin jî yekîtiyekê saz nakin. Wê pêwendiyên we li gel wan partiyan çawa bin?

 

Dibe ku ev rexne rast bin. Ev partiyên ku wek siyaset nêzîkî hev in, eger di bin banê yek partiyekê de xebat bikin çêtir e. Lê belê di rojeva me ya îro de yekgirtina hemû partiyan tune ye. Niha realîzekirin û legalkirina partiya me di rojeva me de ye. Piştre em ê bi hemû partî û rêxistinên Kurdistanî ku daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd heye re rûnin û xalên hevbeş destnîşan bikin û wan bikin wek bernameyekê da ku em bi hev re xebat bikin. Ji bo hemû aliyên Kurdistanî vetoyên me tune ne. Ramanên wan dûr an nêzîkî yên me bin jî em amade ne bi her aliyî re diyalogê bikin. Bila Kurdistanî bin û pêşniyazeke wan ji bo Kurdistan’ê hebe bes e.

 

Ji bo HUDA-PAR’ê jî hun heman tiştî dibêjin?

 

Çima nebêjin? Gelê kurd ne yek reng û yek deng e. Li Kurdistan’ê gellek rengên cûda yên ol û bawerî, etnîkî û gellek ramanên ji hev cuda hene. Dîndar, demokrat, sosyalîst an jî komunîst hene. Ji ber vê yekê divê em bi hev re ji bo azadiya Kurdistan’ê siyaseteke Kurdistanî –ne tenê kurd- pêk bînin. Em tu kes an derdorî, ji ber nasnameya xwe ya olî an jî bîrdozî naqewirînin; Lewre ew jî rengekî Kurdistan’ê ne.

 

PSK û PKK dû partiyên kevn ên Kurdistan û di qadekî de têne nirxandin û pergîhevkirin, lê ji niha û pêve PSK beşdarî qada legal dibe û di qada legal de wek partiya herî bi hêz a li Herêmê HDP tê dîtin. Hûn çawa nêzîkî HDP’ê dibin?

 

Wek pêwendiya me û HAK-PAR’ê, her çend girseya PKK’ê û HDP heman girsebe jî, em PKK’ê û HDP’ê ji hev cuda dibînin. Heta niha em partiyeke îllegal bûn. Hevalên me yên HDP’ê jî legal bûn. Nedibû ku partiyeke îllegal û partiyeke legal pêwendiyeke eşkere deynîn. Lê belê ji ber ku PSK beşdarî qada legal dibe, ji niha û pê ve pêwendiyên me û HDP’ê jî derbasî qonaxeke din dibe. Wek min got; ji tu partî û rêxistinan re vetoyên me tune ne. Eger li ser pirsgirêka kurd gotineke wan hebe, tu astengî tune ne ku em li gel HDP’ê jî danûstendinan bikin. Lê belê divê pêwendiyên me li ser hîmê wekheviyê pêk bên, kes xwe li ser kesî ferz neke, herkes hebûna yên din qebûl bike û her alî cudahiyên aliyên din qebûl bike. Bi vî awayî em dikarin li ser xalên hevbeş bi her aliyî re kar û xebatan bimeşînin.

 

Piştî legalîzebûnê wê pêwendiya we û desthilata Tirkiye’yê bi rengekî çawa pêk bê? Û pê ve grêdayî; Gelo egerî heye ku daxwaza we ya legalîzebûna PSK’ê bê astengkirin?

 

Ez bawer nakim ku astengî bêne derxistin. Xemeke me ya wisa tune ye, lê belê ev der Tirkiye ye û her tim dikare her tişt biqewime. Bi taybet pêvajoya piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û bi destpêkirina şer û pevçûnan, li Tirkiye’yê aramî û îstiqrar ber bi aloziyê ve diçe. Lê belê em dîsa jî wê pêşbîniyê nakin ku di warê yasayî de partiya me bê astengkirin. Li ser pêwendiya me û desthilata Tirkiye’yê de dû tişt hene ku me xweşbîn dikin. Yek jê; Êdî li Tirkiye’yê qala kurd û Kurdistan’ê tê kirin, peyva Kurdistan’ê di hemû waran de tê bikaranîn û Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesûd Barzanî li Amedê ji alî Erdoğan ve tê pêşwazîkirin û wî wek Serokê Herêma Kurdistan’ê didin nasîn. Ya didûyan; Di destûra Tirkiye’yê de xelek heye. Di vê xalê de ev tişt tê gotin: Yasayên navnetewî li ser yasayên netewî ye. Yek ji beşa yasayên navnetewî jî protokola Venedîkê ye û di wê protokolê de tê gotin ku ji bilî têkilî bûyer, çalakî û hewldanên tûndî û dijminahiya nijadî, olî û regezî nekin, divê hemû partiyên siyasî azad bin. Ji ber vê yekê em pişta xwe didine van herdû tiştan, lê belê li gel van tiştan em bêtir pişta xwe didine xebata gelê me. Ji sala 1991’an bi şûn ve, bi damezirandina Partiya Kedê ya Gel (HEP) bi şûn ve gelê kurd di qada legal de pêgir bûye. HEP hatiye girtin DEP hatiye damezirandin, ew hatiye girtin yeke din hatiye vekirin. Di hemû ev partiyên kurd de hevalên me hebûn û dûre veqetiyan partiyên din damezirandin.

 

Hêzên mezin li herêmê ne lê kurd di qeyranê de ne’

 

Hûn çawa nêzîkî Herêma Kurdistan’ê dibin?

 

Pêwendiyên me li gel Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) û siyaseta Başûr ji destpêka damezirandina partiya me ve baş bûn. Piştî têkçûna şoreşa 75’an a Başûr, pêwendiyên me li gel PDK’ê aloz bûn. Me rexne li wan kir, wan rexne li me kirin. Lê belê ji sala 1991’an vir ve, piştî ku parlamena Kurdistan’ê û hikûmet hatin demezirandin, me bê şert û merc piştgiriya wan kir û ji wê rojê pê ve pêwendiyên me bi hemû partiyên Başûr re baş bûn. Îro baştir bûne û em dixwazin hin baştir bibin. Li gel me piştgiriya RHK’ê dikir jî mixabin hin partiyên ku digotin ‘em Kurdistanî ne’ li dijî wan û ewlehîkirina rastênheva 36. bûn. Sedemê piştgiriya me feraseta me ya ku li ku dibe bila bibe, divê gel biryara çarenûsa xwe bidin bû. Ji ber vê yekê me her tim li gel RHK’ê û Serokatiya wê pêwendiyên baş meşand û me piştgiriya xwe da wan.

 

Hun qeyrana siyasî ya li RHK’ê çawa dinirxînin û ji bo çareseriyê pêşniyazên we çi nin?

 

Birayên me yên Başûr ewçend tecrûbeyên wan hene ku ew ê vê qeyranê çareser bikin û bêçar in ku çareser bikin. Li ser pêwendiyên partiyan yên li gel Tirkiye, Îran û İraq’ê, li ser babeta budce û yekdestnekirina hêzên Pêşmerge, li ser madde ya 140 û gellek xalên din, di nav partiyan de nakokî hebûn û destpêka qeyrana serokatiyê ji van sedeman derket holê. Cudahiya nêzîkahiyên partiyan tiştekî pir sirûştî ye, lê belê ger ku di dema xwe de neyên çareserkirin, ev pirsgirêk kom dibin û bi rûdanekê diteqin. Eger ez ne şaş bim, di destpêkê de Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ji alî parlamenê ve hate hilbijartin. Dûre vê şêweyê guhertin û biryar dan ku ji alî gel ve bê hilbijartin û niha jî dîsa dibêjin; ‘Bila ji aliyê parlamenê ve bê hilbijartin.’ Hemû ev pirsgirêk dikarin bi diyalogê bêne çareserkirin. Ji bo çareseriyê pêşniyaza me ev e ku hemû meseleyan di qeyrana serokatiyê de asê nekin. Pirsgirêk ji vê xalê zêdetir in. Xwendinên aliyên siyasî yên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistan’ê cuda ne. Wek nimûne; Piştî hatina Rûsya ya Sûriye’yê, aliyên siyasî yên Başûr helwesteke hevpar nîşan nedan. Li Rojhilata Navîn rastiyek heye; Eger mirov pirsgirêkên xwe çareser neke, pir xêrnexwaz hene û destwerdanê dikin. Ev xêrnexwaz jî diyar in: Îran e, Iraq e, Tirkiye ye, Sûriye ye. Niha dewletên mezin li herêmê ne. Ji aliyekî DYA û hevpeymanên wê ji aliyê din ve Rûsya hatiye herêmê. Niha dengê lingên Çîn’ê tên. Dibe ku sibê Japonya û Kore ya Başûr û Bakur jî bên. Ji ber vê yekê divê em hemû kurd, xalên ku em tê de qels in bihêz bikin ku rêya destwerdana nav kurdan bigirin.

 

Ji bo Rojava hûn çi difikirin?

 

Her çiqas em pergala kantonan nepejirînin jî, rastiyek heye ku êdî li Rojava zordariya rejima Baas’ê nemaye û gelê me yê Rojava xwe diparêze û dixwaze xwe birêve bibe. Her wiha Rojava wek herêmên din ên Sûriye’yê nebûye cihê şerê navxweyî. Ev rewşeke baş e û divê em piştgirî bidinê. Lê belê ji ber ku PYD ji bilî xwe tu hêzeke siyasî qebûl nake, ev dibe sedemê qelsiya vê pêvajoyê. YPG her wisa nahêle hêzeke din a leşkerî ya kurd bê Rojava û dibêje; ‘Yan tu yê bikevî bin banê min an jî ez te qebûl nakim.’ Hêzin pêkhateyên din yên ereb, tirkmen, suryan hene û ev hêz di bin banê YPG’ê de nînin, lê belê ku babet dibe hêzên kurd, naxwaze ku Pêşmergeyên Rojava derbasî axa xwe bibin. Ev yek aliyê qelsiya rewşa Rojava şanî me dide. Ji ber vê yekê divê PYD û YPG dev ji vê siyasetê berdin û tenê xwe li ser hemû aliyan û civakê ferz nekin.

 

primi sui motori con e-max

Topluluk

PAK û PSK li Enqereyê ligel
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
Hevdîtinên PSK û PAKê li
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ...
PAK û PSKyê lî Engereyê hevdîtin
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, ...
Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û
Şandeke Partiya Sosiyalîst a ...
Hevdîtina PSK û KOMELA
Heyeta Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina HDKÎ û PSK
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
PSK Serdana PDK (Rojhilat) Kir
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a ...
Hevditina PSK û PŞK
Dengê Azad-HewlêrDi roja ...
Heyeta PSK Serdana ENKS Kir
Dengê Azad-HewlêrDi 15.01.2019’an ...
Hevdîtîna Heyeta PSK û Partiya
Heyata Partiya Sosyalîsta ...
PSK, PDKİ görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, ...
PSK Heyeti YNK’yi ziyaret etti
19 Temmuz günü PSK Genel Başkanı ...
PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...