Destpêk

Tirkiye bi pirsgirêkên binyadî yên sedsalî re rû bi rû ye; Pirsgirêka kurd wek birîneke bêderman hê jî xwîn jê diherike, demokrasiya li Tirkiyeyê hê jî ji standardên gerdûnî dûr e, zîhniyet û hişmendiya mîlîtarîst di hemû aliyên jiyanê de hê jî bi bandor e.

Çavkaniya hemû pirsgirêkên esasî yên li Tirkiyeyê, di felsefeya bingehdar ya dewleta Tirk de ye ku li red û înkara netew û ekaliyetên din hatiye avakirin. Ev aliyê wî yê otorîter, bi her awayî ve di makezagonên ku di sala 1924an û 1961an de hatin amadekirin, hatibû bicîhkirin.

Ev pergala otorîter, bi amadekirina makezagona sala 1982an re bêtir wek kirasê dînan li bejna civakê hat pêçandin.

Derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, ligel binpêkirina hemû destkeftên demokratîk û yasayî, herwisa hemû rê û olaxên tekoşînê ji holê rakir. Ji ber wê siyaseta xwe ya hov ya hember Gelê Kurd, Tirkiyeyê kaşê gerîneka şerê navxweyî kir.

Makezagona sala 1982an ku hê jî li ser hukim e, ji aliyê leşkeran ve bi destezorî û qundaxa tifîngê bi civakê dabûn qebûlkirin. Ev makezagon, ji her awayên rewatiyê bêpar, li dijî hêmanên huqûqa gerdûnî ye ku hemû maf û azadiyan tune dihesibîne û binpê dike. Şik û guman têde tuneye ku sedemê neçareserkirina pirsgirêka kurd jî û qelsmayîna demokrasiya li Tirkiyeyê jî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ye.

Di roja îroyîn de hema bêje herkes derbarê nedemokratîkbûna Makezagona 1982an de xwedî heman ramanê ye. Kurd, lîberal, aliyên çep û kevneparêz jî di nav de hemû çîn û aliyên civakê, vê makezagona heyî napejirîne û bi tûndî rexne lê digrin. Di demên borî de partiyên siyasî ku bûne desthilatdar jî, hertim dijberiya vê makezagonê kirine û gazincên xwe anîne ziman.

Her çiqas 17 caran di Makezagona 1982an guhertîn pêk hatibe û hin xalên wê ji nû ve hatibin bikeyskirin jî, lê aliyê wê yê otorîter û tekparêz heta nuha jî xwe diparêze.

AKP ku bi dirûşma guhertin û demokratîkbûnê hat ser hikûm, di vê pêvajoya 14 salan de derbarê amadekirina makezagoneke nû de çu pêngaveke berbiçav neavêt. Herçiqas di çarçoveya pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de hin guhertinên biçûk pêkanîbe jî, lê, sozê xwe yê makezagoneke nû ku dabû civakê, bi cîh neanî.

Ji her du komîsyonên parlamentoyê jî ku piştî hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an û 7ê Hezîrana 2015an derbarê çêkirina makezagoneke nû de encameke erênî derneket.

Civak, hê jî li bendê ye ku makezagoneke demokratîk bê amadekirin. Di vê çarçoveyê de AKPê bi piştgiriya MHPê di 10ê Çileyê Pêşîn ya 2016an de derbarê guhertina beşek ji makezagonê pêşnûmayek pêşkêşê parlamentoyê kir. Ev pêşnûma ku ji 18 xalan pêk tê, ligel hin guhertinan ji komîsyonê derbas bû û di dengdana parlamentoyê de hat pejirandin.

Di eslê xwe de mebesta vê paketa guhertina makezagonê, di nav pergala heyî de bihêztirkirina desthilatdariya serokkomar e. Li gorî vê guhertinê dezgeha serokwezîriyê tê rakirin, derfet dide serokkomar ku bikaribe ji derveyê parlamentoyê hikumetê damezrîne. Herwisa desthilatdariyek bêhempa dide serokkomar ku bi hemû aliyên xwe ve çu têkiliya xwe bi demokrasiyê ve tuneye.

Halbûkî AKP di destpêkê de bi pêşniyara "pergala serokatiyê" derketibû rê. Nuha jî hikumet, vê yekê wek "pergala serokatiyê ya bi qaydeyê Tirk" bi nav dike. Ev jî, di dinyayê de naşibe çu modelek.

Bêguman Tirkiye dikare ji modelên heyî yekê jê bipejirîne; pergala parlamenterî, serokatî, nîvserokatî, an jî pergaleke têkel. Mesele naveroka wê ye, gelo ev pergal di nav xwe de demokratîkbûnê û li ser vê esasî çareseriya pirsgirêka kurd dihewîne an na? Lê belê, ne usa ye; di vê paketa hikumetê de çu hêman demokrasiyê têde xuya nakin. Berovajî, ev pergala ku li ser dixebitin, di nav xwe de xeteriyên gelek mezin dihewîne ku temamê hêza siyasî di destê kesek de kom dike. Ev yek jî, welat ber bi qeyran û aloziyên mezin ve diherikîne.

Ji bo pêşîlêgirtina li vê yekê jî, pêwist e em temamê ked û derfetên xwe ji bo amadekirina makezagoneke nû ya demokratîk bi kar bînîn û carek din têxin rojeva civakê ku xwedî daxwazeke bi vî rengî ye.

Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistan, fikir û dîtinên me yên derbarê rê û rêbazên amadekirina makezagoneke nû de ev in;

 

  1.Hawira demokratîk û aşîtiyane, tevlîbûna civakî

Makezagoneke nû ya demokratîk ku bikaribe bibe bersiva pêwistiyên civaka Tirkiyeyê, dikare pirs û pirsgirêkên heyî çareser bike û rê li ber zemîneke demokratîk û aşîtiyane vebike. Jibo ev makezagon bikaribe bibe peymana civakî, pêwîst e hemû beş û aliyên civakê yê têkildar tevlî pêvajoya amadekirinê bibin. Lê belê, rewşa heyî derfet nade ku aliyên pêwendîdar bi şêwazeke azad beşdarê vê pêvajoyê bibin.

Di vê rewşa heyî de ku bi sedan rojnamevan, nivîskar û qadirên siyasî hatine desteserkirin, deng û sewtê bi dehan rojname û televîzyon hatiye birîn, niqaş û gengeşîkirina makezagoneke nû ne mumkûn e. Her wisa, hebûna Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Cezayê, Qanûna Tekoşîna li Dijî Terorê ku berhemên zêhniyeta qedexekar in, li pêşberê azadiya niqaşkirinê bendeke cidî ne.

Pîvana hêjahî rewatiya makezagoneke demokratîk, bi pêvajoya rê û rêbazên amadekirina wê ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê jî, rewşa neasayî tavildest bê rakirin, rewşa siyasî bê normalîzekirin û jibo dawîlêanîna li şerê heyî pêngavên tesîrdar bên avêtin. Her wisa tavildest zemîna danûstendinê bê amadekirin.

 

  2. Feraseteka azadîxwaz

Wek makezagonên 1924 û 1961an, makezagona 1982an jî ku hê di meriyetê de ye, xwedî zêhniyeteke otorîter û çewsîner e. Ev yek bi felsefeya damezranêr ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê jî, divê makezagona nû bi tevahî ji wê zêhniyeta ku li ser hîmê red û înkarê hatiye avakirin, dûr be.

Makezagona nû, divê di rûpeleke nû û paqîj de bê nivîsandin. Li ser esasê pirrengî û pirdengiya civakê, bi ruheke demokratîk û azadîxwaz bê amadekirin. Ev makezagon, divê di bin siya çu îdeolojîyek de nemîne û bi taybet jî xwe nespêre îdeolojiya Kemalîst.

Di makezagona nû de hêmana sereke azadiya raman û birêxistinbûnê bê esasgirtin. Derbarê maf û azadiyan de divê ji peymanên navneteweyî sûd bê girtin. Her wisa, normên gerdûnî yên huqûq û demokrasiyê bên esasgrtin.

Tê zanîn ku azadiya fikir, dema bi azadiya birêxistinbûnê bibin yek, watedar e. Ji ber yekê ye ku divê mafê birêxistinbûnê, bi şêwazeke qewî bê mîsogerkirin. Bê ku tûndiyê pêşniyar bike û pêk bîne, divê hemû awayên birêxistinbûnê azad be.

Ji aliyê din ve makezagona nû, li hember pêşkeftin û guhertinên civakî hesas be. Ew hêmanên ku pêşeroja nifşên dahatuyê bigre bin îpotekê, di nav xwe de nehewîne.

 

  3. Qebûlkırına piraniya civakî

Di bingeha hemû pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê de zêhniyeta rejima Kemalîst heye ku li ser esasê red û înkarkirina ekaliyetên din hatiye avakirin. Di encama vê zêhniyetê de pirrengiya civaka Tirkiyeyê tenu hat qebûlkirin, di serî de hebûna kurdan û hemû kêmneteweyên din hat înkarkirin. Jibo helandin û tunekirina kêmahiyên etnîkî û olî, hemû cûreyên tundiyê jî di nav de, gelek rê û rêbazên helendinê dan destpêkirin. Ji ber heman zêhniyetê ye ku nêzîgê sed salî ye jibo neçareserkirina pirsgirêka kurd şer û pevçûneke dijwar didome, ji ber hebûna vê yekê ye ku mîlîtarîzm roj bi roj xurttir bûye û demokrasî jî qels maye.

Di vê çarçoveyê de di makezagona nû de ku bê çêkirin, divê hebûna Gelê Kurd û ekaliyetên din bê qebûlkirin, her wisa pirrengî, pirçandî û piluratiya civaka Tirkiyeyê bê mîsogerkirin.

Makezagona nû, divê hemû grûbên etnîkî û olî wek dewlemendî qebûl bike. Makezagona nû, divê hebûna hemû cûdahiyan biparêze û divê mîsoger bike ku di nav aşîtiyê de bijîn. Jibo kêmneteweyên wek Suryanî, Laz, Çerkez, Ereb, Pomak, Ermenî, Rûm, Êzîdî û yên din bikaribin bi şêwazeke azad bi zimanê xwe perwerde bibin, çanda xwe bikemilînin, divê bikeyskirinên pêwîst bên kirin.

 

 4.Qebûlkirina mafên rewa yên neteweya Kurd

Nûbûn û demokratîkbûna makezagona ku divê çêkirin, girêdayê nêzîgbûna wê ya çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye ku divê li esasê wekheviyê be. Ji ber vê yekê jî, divê dewleta Tirk dev ji polîtîkayên red û înkarkirinê berde.

Gelê Kurd, bi çand û dîroka xwe ve rastiyeka Rojhilata Navîn e ku bi çu şêwazek nayê piştguhkirin. Yekemîn gel e ku li hemberî gelek zilm, tevkuştin, nefîkirin û polîtîkayên helandinê berxwedaneke bêhempa nîşan daye û li ser lingên xwe maye. Di navbera kurdan û erdnîgariya ku li ser dijîn, hendî wekhevîbûnek peyda bûye ku erdnîgariya wan, bi navê Kurdistanê hatiye bi navkirin. Ligel hemû zilm, zordarî û nefîkirinê, hê jî, kurd li ser axa xwe piranî ne.

Ji aliyê din ve meseleya kurd di esasê xwe de meseleyeke neteweyî ye. Bi gotinek din ev mesele, ji binpêkirina hemû mafên neteweyî û demokratîk yên Gelê Kurd qewimiye. Di nav demê de ev pirsgirêk hendî mezintir bûye ku bûye pirsgirêkek herêmê û ya navneteweyî. Çareseriya pirsgirêkê jî, bi naskirina mafê rewa yê Gelê Kurd û qebûlkirina statûya Kurdistanê dikare pêk were.

Pirsgirêka kurd di heman demê de pirsgirêkek esasî ya Tirkiyeyê ye jî. Di bingeha gelek pirsgirêkên din de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Ji ber yekê jî heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, ne demokrasiyeke bi rêkûpêk, ne jî aşîtiyeke mayende tê sazkirin.

Ji aliyê din ve, divê di makezagona ku bê çêkirin de, xala terîfa hemwelatîtiyê, ji etnîsîteya tirk bê paqijkirin. Lê belê, ev tenê bi serê xwe têr nake; ew mafên kurdan ku ev 90 sal in hatine binpêkirin, bi vê yekê nayê telafîkirin. Ji vê bonê jî divê hebûn û nasnameya kurdan di makezagonê de bê bi navkirin.

Di vê çarçoveyê de;

Divê di makezagona ku bê çêkirin de, nasnameya neteweyî ya Gelê Kurd bê qebûlkirin û hemû mafên rewa yên neteweya kurd bê nasîn.

Divê li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî û her wisa di saziyên gelemperî de ligel zimanê tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin.

Divê hemû bend û astengên yasayî û fiîlî yên pêşberê xweîfadekirin û birêxistinbûnê bên rakirin.

Divê jibo Kurdistanê statuya federe bê qebûlkirin.

 

  5. Pergala federal

Jibo çareseriyeke wekhev ya pirsgirêka kurd, tiştê ku bê kirin yek jê jî, divê di şûna navendparêziya pirole de pergala federal bê bikaranîn. Lewra, binyata dewleta heyî nikare ji pirengiya civaka Tirkiyeyê re bibe bersiv.

Ji aliyê din ve, wek tê îdîakirin federalî perçebûnî nîne, berovajî temînata bi hev re jiyana cûdahiyan e.

Di dinyaya îroyîn de gelek welatên dewlemend û ji aliyê demokrasiyê ve pêşkeftî bi pergala federal tên birêvebirin. Her wisa çendîn welatên ku pirsgirêkên wan yên neteweyî û etnîkî hene, ber bi modela federalîzmê ve diçin.

Di vê çarçoveyê de divê makezagona nû li gor esasê pergala federalî bê amadekirin. Divê Tirkiye dev ji binyata xwe ya navendparêziya pirole ku ev sed sal in çavkaniya pirsgirêkan e, berde û derbasê pergala federalî bibe. Divê Kurdistan jî bi statuya federalî di nav de cîh bigre.

 

  6. Jiholêrakirina wêristiya milîtarîst

Yek ji pirsgirêkên sereke yê Tirkiyeyê jî, din av pergalê de giranî û bandora artêşê ye. Tesîra derbeyên leşkerî ku ji deh salan carek pêk hatine, heta roja îroyîn jî dom dike. Herî dawî jî, ji ber hewldana derbeyê ku di 15ê Tirmeha 2016an de pêk hatibû, li Tirkiyeyê tevliheviyek mezin li pey xwe hêşt. Ji aliyê din ve çu sazî û dezgehên dewletê tune ku di bin wêristiya leşkerî de nebe.

Di serdema nû de jibo sazkirina demokrasiyeke rasteqîn, divê artêş vegere ser karê xwe yê eslî. Divê di makezagonê de bi şêwazeke vekirî rê li ber bê girtin ku leşker carek din midaxeleyê siyasetê jiyana civakê nekin. Di rewşeke wisa de pêwistî bi Lijneya Ewlehiya Neteweyî tune. Her wisa, divê bernameya perwerdeyî ya dibistanên leşkerî li gorî normên civaka demokratîk bê bikeyskirin. Divê di makezagonê de bê bikeyskirin ku her kesê ku bixwaze, bikaribe neçe leşkeriyê.

 

  7. Daraziya dadwer

Wek hemû sazî û dezgehên din darazî jî li gorî feraseta tekparêz ya dewletê hatiye birêxistinkirin. Di şixûlîna daraziyê de li şûna ku divê maf û azadiyên civakê bên esasgirtin û hêmanên huqûqa gerdûnî bên bikaranîn, saziya daraziyê bi temamî di xizmeta kesên deshilatdar de ye.

Divê di makezagona nû de, darazî ji nû ve li gorî huqûqa gerdûnî, bi şêwazeke serbixwe û bêalî bê bikeyskirin ku maf û azadiyên civakê esas bigre.

Divê di makezagona nû de dadgehên ku bi rayeyên taybet hatine wezîfedarkirin, tunebin.

 

8. Azadiya baweriyê û rêgeza laîktiyê

Yek ji taybetmendiyeke girîng yê civakek demokratîk jî, azadiya baweriyê ye. Di civakek bi vî awayî de herkes xwedî bawerî û wijdaneke azad e. Her wisa jî, çu zext û bandor li ser tune ku baweriya xwe bi olek bîne, an jî îbadet bike an ne.

Azadiya baweriyê, di heman demê de mijareke bi laîktiyê ve têkildar e.

Rêgeza laîktiyeke rasteqîn, rê nade ku dewlet di nav ol û baweriyan de cûdakeriyê bike û li ser dewletê ferz dike ku ji hemû bawerî û olan re di heman mesefeyê de be. Li gorî pêdiviyên aşîtiya civakî û azadiya baweriyê, dewlet mecbûr e ku azadiya ol, bawerî û îbadetê bigre bin garantiyê.

Di vê çarçoveyê de, divê li dibistanan dersa olî ji kategoriya mecbûriyetê bê derxistin. Bikeyskirina xizmet û fînansekirina olan ji aliyên pêwendîdar re bê hêştin. Jibo Malên Cem statuya îbadetgehê bê dayîn. Her wisa, derfet bê dayîn ku pêbawerên olên cûda bikaribin bi şêweyeke azad wezîfeyê xwe yê olî bi cîh bînin.

Di civakek laîk û demokratîk de wezîfeyê dewletê ew e ku jibo hemû reng û aliyên civakê jiyanê hêsantir bike, ji hemûyan re di heman mesafeyê de be.

 

  9. Rêgeza rêvebiriyên herêmî

Yek ji sedemên pirsgirêk û aloziyên li Tirkiyeyê jî, aliyê dewletê yê tekparêz, navendparêz û burokratîka tiral û cangiran e. Binyata heyî, li pêşberê bihêzkirina rêvebiriyên herêmî astengek cidî ye.

Ger li Tirkiyeyê pergala federalî pêk were jî, pêwist e şixûlîna dewletê li gorî bihêzkirina birêvebiriyên herêmî bê bikeyskirin.

Divê ev yek wisa bê bikeyskirin ku li kîjan dever û herêmê dibe bila be, lazim e hemû hindikahiyên nijadî, çandî û civatên olî beşdarê pêvajoya birêvebirinê bibin û bi reng û cûdahiyên tevlî pêvajoya siyasî bibin.

Jibo vê yekê jî, pêwistî bi xweserî û bihêzkirina birêvebiriyên herêmî tê dîtin. Di vê çarçoveyê de, divê parêzger û qaymeqam bi rêka hilbijartinê bên destnîşankirin.

 

  10. Dewleta civakî

Yek ji pêdiviyên dewleta civakî jî ew e ku hemû çîn û aliyên civakê, di nav heman şertan de bi şêweyeke wekhev di warê perwerdeyî, tenduristî, êwirbûn, ewletiya civakî û hwd. ji derfetên dewletê sûd werbigrin. Jibo dawîlêanîna xizanî û bêkariyê peydakirina derfetan, berealîkirina newekheviya navbera jin, ciwan, kal û pîran û kêmendaman jî yek ji wezîfeyê sereke yê dewleta civakî ye.

Divê jibo hemû karker û kedkaran heman mafê danîna sendîqe, pêkanîna grev, peymandanîna komelî û hwd. bê dayîn

Wek di warê maf û azadiyan de tê bikaranîn, divê di jiyana civakî de girîngiyê bide parvekirina adil û wekhev û di bikeyskirina jiyana xebatê de jî, hêmana dadiya civakî û standardên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî esas bigre.

Bi kurtayî…

Li Tirkiyeyê ev pêwistiya ku bi makezagoneka demokratîk û federal heye, divê êdî neyê piştguhkirin. Bêguman makezagoneka bi vî rengî dê Tirkiyeyê ji qeyd û zincîrê wê yê sed salî rizgar bike. Ev şer û pevçûnên ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd qewimîne û hê jî didomin, tenê bi makezagoneke bi vî awayî dikare xilas bibe. Her wisa, valahiya demokrasiyê, serwêriya leşkerî, qeyranên aborî û siyasî tenê bi vî awayî dikare bi dawî bibin.

Pergaleka federal û pêkanîna desthilatdariyeke parvekirî dikare vê yekê pêk bîne ku her yek ji cûdahî û aliyên civakê, xwe wek xwediyê vê welatî bibînin. Her wisa ev yeke dikare bibe hêzekêş di navbera Gelê Kurd û Tirk de. Demokrasiyeke pirreng û tevlîbûn dikare bibe bingeha aramî û aşîtiya civakî.

Ji aliyê din ve, ger Tirkiye bikaribe li ser esasê wekheviyê pirsgirêka kurd çareser bike, ev yek rê li ber vedike ku bikaribe bi hêsanî, bi kurdên parçeyên din re jî pêwendiyên dostane dayne. Her wisa, ev yek dibe zemîna pêwendiyên aşîtîyane bi welatên cîran re jî. Makezagoneke nû ya demokratîk, her weha di qada navneteweyî de Tirkiyeyê bi rûmettir dike û zemîna pêwendiyên baştir peyda dike.

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...