Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr û PDKÎ de, derheqê rewşa Kurd û xebata neteweyî a Kurd nîqaş hate kirin.

Roja Duşemî, 20`ê Xakelêweya 1397`an, şanda Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr bi serperestiya Mes`ûd Tek serokê giştî yê vê partiyê, serdana Desteya Kargêrî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke ji rêberiya hizbê bi serperestiya “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ ve pêşwazî ji wan hat kirin.

Di vê civînê de, Mes`ûd Tek, pîrozbahî ji lêpirsyarê giştî û hizbê bi boneya birêveçûna kongireya 16.mîn kir, û piştre jî Mistefa Hicirî, axavtinek derheqê pêvajoya karê kongireyê û guherînkariyên vê pêkhateyê, û herwisa sîstema hizbê pêşkêşî hevalên Partiya Sosyalîst kir.

Di doma vê civînê de Mes`ûd Tek, derheqê rewşa Kurdistana Bakûr, û siyaseta dewleta Turkiyê û herwisa dîtingeha xwe derheqê pirsa Kurd di Kurdistana Bakûr de, û herwisa şerê Efrînê û bandora nebaş a vê êrîşê bo ser tevgera mafxwazî a Kurd di Kurdistana Rojavayê de axivî.

Mes`ûd Tek herwisa derbarê rikeberiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Turkiyê de, û givaşên wan yên ser siyastên Erdoxan zanyariyên zêdetir dane beşdaran.

Di dawiya wan axavtinên siyasî de, her du partiyan, alîkarîkirin û ji yektir fêmkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi faktora berev pêşveçûna piroseya siyasî a Kurd dane zanîn, û bi taybet li ser rêzgirtin ji xebata her yek ji beşên Kurdistanê û bilindnirxandina îradeya gelê Kurd di wan beşên Kurdistanê de ku weke siyasteke rast dikare xebata Kurd bigehîne asteke bilind, û piştevaniya bîrûraya giştî ji bo aliyê xebata Kurd rabikêşe, axivîn.

Di dawiya vê hevdîtinê de, her du aliyan derbarê domandina pêwendî û alîkariyên di navbera xwe de pêdagirî kirin.

http://www.kurdistanmedia.com/kurdi/dreje/33360

primi sui motori con e-max

Topluluk

PSK-Pêşverû Görüşmesi
Güney Kürdistan’da bulunan ...
Mesud Barzani PSK Heyeti İle
PDK Genel Başkanı Mesud Barzani, ...
Şandeke Partıya Sosyalîst a
Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a ...
PSK-ENKS Görüşmesi
Hewlêr’de bulunan ve Kürdistan ...
PSK’den İKDP’ye Ziyaret
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK ...
HDP Heyeti PSK’yi Ziyaret Etti
08 Mart 2018 tarihinde, HDP ...
Hevditîna PSK û PAK lî Hewlêrê
Heyetek ji Partiya Azadiya ...
PSK KOMELA görüşmesi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Kosret Resul'u
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK heyeti Yusuf Zozani’yi
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK Heme Hacı Mahmud görüşmesi
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
YNK PSK görüşmesi-2
Görüşmelerde bulunmak üzere ...
PSK Heyetinden Prof. İzzeddin
PSK Genel Başkanı Mesud Tek, genel ...
PSK ve Peşveru ortak heyeti Mam
Görüşmelerde bulunmak üzere ...