-
Son Güncelleme: 28.02.2021
Heyata Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, ku jî Serokê Giştî Mesud Tek, cigîrên Serokê Giştî Tayyip Kizilyildiz, Celal Yildiz, Kurbanî Demir û endamê Meclîsa Partî Mehmed Baydar û nunerê PSK a Herêma Kurdistanê Velî Koparan pêkhatibû, di roja 14.01.2019’an da li Hewlêrê serdana heyeta Partiya Demokrata Pêşverû Kurd li Suriyê (Partiya Pêşverû) kir.
Heyeta Partiya Pêşverû, ku ji endamên Polît Buro ya vê partiyê Ehmed Silêman, Elî Şemdîn, Newaf Hesen û Mustafa Henîfe pêkhatibû, pêşwaziya heyeta PSK kirin.
Di hevditîna herdu partiyan da, ku di atmosferekê germ û samîmî de bi rêva çû, behs li ser bûyer û pêşhatiyên navçe û Kurdistan hat kirin.
Mesud Tek bîr û boçun û halwestên partiya xwe li ser bûyêrên siyasiyên Tirkiyê û Kurdistanê pêşkeşê heyeta Partiya Pêşverû kir. Tek her usa li ser pêvajoye hilbijartina hêrêmî û îtîfaka PSK û PAK agadarî da heyeta Pêşverû.
Ehmed silêman jî bi dirêjî behsa bûyerên Suriyê û Kurdistana Rojava kir û agadariyek berfîreh li ser halwesta Partiya Pêşverû derheqa bûyerên siyasî da heyeta PSK.