-
Son Güncelleme: 02.03.2021
Serokê Giştî PAKê Mustafa Ozçelîk, cîgîrên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gul, di roja 27ê Gulanê, lî Enqereyê di derbarê doza girtina PAK, PSK û partiyên din yên Kurdîstanî, hinek hevdîtin pêkanîn.
Heyeta PAK û PSKyê ewîl ligel Serokê Giştî yê navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (İHD) Ozturk Turkdoxan, paşê jî ligel hevserokê KESKê Mehmet Bozgeyîk û rêvabirên KESKê hevdîtin pêkanin.
Piştî nîvro jî heyeta PAK û PSK, bi delegesyona Nunertiya Yêkitiya Ewropa li Tirkiyê, ku ji Şewîrmendê Siyasî Vîncet-Guîllaamume Poupeau û Sema Kiliçer pêkhatibû, hevditin çêkir.
Hevdîtinên heyeta PAK û PSKyê bi hevditinên ligel HDP û CHP berdewam bû. Li Navenda Giştî ya HDPyê Hevseroka HDPyê Pervin Buldan li Navenda Giştî yê CHPyê cîgirê Serokê Giştî yê CHPyê Oguz Kaan Salici pêşwaziya peyeta PAK û PSKyê kirin.
Heyeta PAK û PSKyê di hemu hevdîtinan da di derbarê doza daxistina PAK û PSKyê agahdarî dan aliyên pêyvendîdar û piştgiriya wan xwast.
Herweha heyeta hevbeş di van hevdîtînan da dosyayeke ku ji îddîamayeya doza girtinê û daxuyaniya hevbeş ya PAK û PSK yên bi Kurdî, Tirkî û İngilîzî hatibû amade kirinê, pêşkeşê aliyên peyvedîdar kir.
Heyeta PAK û PSK roja 28ê Gulanê ligel Sefreta Almanyayê, Navende Giştî ya TMMOB (Yêkitiya Jorên Mîmar û Endezyaran) û Navenda Giştî ya komeleya Hecî Bektaşê Welî hevditinan pêkbine.
Pêwîst e bê gotin PSK û PAK ji bo hevditîne ji AKP, Saadet Partisi, Sefereta Amerîka û Sefereta Fransa daxwaza hevdîtînan kiriye, Lê heya niha ne diyar e, ku dê kengî hevditinên hanê bê çêkirinê.