-
Son Güncelleme: 02.03.2021
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 29.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de ligel nunerên Sefereta Emerikayê hevdîtinek pêkanin.
Heyeta PAK û PSKyê roja 29.05.2019an li Sefareta Amarikayê ligel Berpirsa Beşa Siyasî Amy Lillis û karmendê beşa siyasi Matthew B. Stannard hevdîtinek pêk anîn.
Heyeta PAK û PSKyê di hevdîtinê da di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan.
Herweha heyeta PAK û PSKyê di hevdîtinê da dosyayeke ku ji Îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatî, ku bi kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hatibû amade kirin teslîmî berpirsên sefaretê kirin.