33 berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Saîd (Sadiq Şerefkendî) li Berlînê paytexta Elmanyeyê kete ber êrîşa terorîstên ser bi Cumhuriyeta Îslamiya Îranê û ligel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşava Qazî Fetah Abdulî û Humayun Erdelan şehîd bûn.
Dr. Saîd paş şehadeta hevrêyê dilsoj û dêrînî Şehîd Qasimlo bibû Sekreterê Giştî a HDK-Î û ligel hevalên xwe yên serokatiya HDKÎ û Pêşmergeyên gernas nehiştin alayê Qasimlo û şehîdan û ruhiyeta xebatê bilind ragirtin
Dr. Saîd jî girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên îranê û di civînekê da, ku bona vê armance hatibû amade kirinê, kete ber êrîşa terorîstê û şehîd bû.
Dr. Saîdê her usa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û yekek ji dostê dilsojê partiya me bû.
Em carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve mahkum dikin.
Em piştrast in û heya îro hatiye selmandin û Şoreşa Jîna jî nişan daye, ku bi şehadeta rêberên Kurd pêşiya xebata azadiya gelê Kurdistan nayê girtin.
Dr. Saîd û hevalen wî û hemu şehidên Kurdistanê nemir in, ruhên wan şad bin.
16 Îlon 2025
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması