10ê xakeleva Roja Şehidên Kurdistan e.
Serokkomarê Kurdistanê Pêşava Qazî û hevalên wî di 10ê Xakelêvayê sala 1947an da ji aliyee rejima xwinmij û kurdkujeyee Şahinşahî a Îranê hatin şehid kirin.
Di vê rojê da Kurd serdana gor û kes û kar û malbatên şehîdan dike û bi vî awayî wefadariya xwe nişan dide. Di merasiman da, ku ji bona bi bîranina şehîdan têne çêkirin, daku xebata azadiya Kurdistanê berdewam be, peyman têne nu kirinê.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, bi boneya 10ê Xakalêvayê carekî dinê radigihine, ku wefadarê armancên şehîdên Kurdistanê be û ligel hêzên welatparêzan nehelin alayê wan bikeve erdê.
PSK banga hêzên welatparêzên hemu beşên Kurdistanê bi taybetî yên Kurdistana Rojhilatê dike, di zirufa îro da, ku Kurd ruberuyê metirsî û derfetên dirokî da ne, nasihatên Pêşava bike bingeha tekoşina xwe û bi hevra kar û xebat bike.
PSK banga Parlamentoya Kurdistanê dike, ku 10ê xakalêvayê wekî “Roja Şehîdan” bipejirine û îlan bike, daku li seranserê cihanê Kurd bi heman hest rêz li yadê şehîdan bigrin.
Em li ber huzura Pêşava Qazî û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin û peyman nu dikin bi berdewamî bona “welatekî azad gelekî bextewar” kar û xebatê bikin.
Şehîdên Kurdistan nemir in!
Baştirin diyarî bo şehîdên Kurdistanê berdewam kirina rêka wan e!
31 Adar 2026
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin
KUŞATMA ÇEMBERİNİ GÜCÜMÜZÜ BİRLEŞTİREREK KIRABİLİRİZ